Cewşenname | Hîzb 41-45

41.HÎZB

Xwedayê min! Bi hurmeta navên te,

bi libergerîn ji te dixwazim;

  1. Ey ê ku gunehan dibexşîne
  2. Ey ê ku kêmasî û şerman dinixumîne
  3. Ey ê ku her tiştî de serfiraz dibe
  4. Ey ê ku hêza xwe têra her tiştî dike
  5. Ey ê ku nezarete gerdûnê gîştî dike
  6. Ey ê ku her tiştî bêhempa diafirîne
  7. Ey ê ku şikr û îbadetê ebdê xwe dipejirîne
  8. Ey ê ku ebdê xwe bi dilovanî bibîrtînin
  9. Ey ê ku hewcedaran re alîkariyê dike
  10. Ey ê ku tiştê ku dixwaze bi zorê dike

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

42.HÎZB

  1. Ey ê ku erd û behrê ji bo merîfetê Wî rêyê bêhed hene
  2. Ey ê ku cîhanê/âlemê ji bo yekitîya Wî ayet hene
  3. Ey ê ku ayetan de ji bo wahdanîyetê Wî delîl hene
  4. Ey ê ku mirinê de qudreta xwe diyar dibe
  5. Ey ê ku qebrê de îzzetê xwe nîşan dide
  6. Ey ê ku qiyametê de hikumranîya xwe heye
  7. Ey ê ku hesab de bi heybeta xwe hakîm e
  8. Ey ê ku mîzanê de bidadîya xwe hikm dike
  9. Ey ê ku bihuştê de dilovanîyan xwe zêde ye
  10. Ey ê ku agirî dojehêde ezabî xwe heye

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

43.HÎZB

  1. Ey ê ku lê ditirsin îltîcayê dikin
  2. Ey ê ku gunehkarin xwe dispirêne mexfîretê
  3. Ey ê ku tobedarin dizivirine Wî
  4. Ey ê ku îsyankar xwe dispirine dilovanîya Wî
  5. Ey ê ku zahîd dizivirine Wî
  6. Ey ê ku xeletîyan dikin re çavkanîya hêvîyê
  7. Ey ê ku dixwazin pê unsîyetê dibînin
  8. Ey ê ku rindîyê dikin bi Wî îftîxar dikin
  9. Ey ê ku mutewekîlin bi Wî tewekul dikin
  10. Ey ê ku bawermendin bi Wî re îbadetan aramîyê dibînin

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

44.HÎZB

  1. Ey ê ku her nêzikî nêziktir
  2. Ey ê ku her xoşewîstî xoşewîstir
  3. Ey ê ku her bilindî bilindtir
  4. Ey ê ku her ezîzî ezîztir
  5. Ey ê ku her xurtî xurttir
  6. Ey ê ku her dewlemendî dewlemendtir
  7. Ey ê ku her comerdî comerdtir
  8. Ey ê ku nav diêşêyan de ê herî diêşe
  9. Ey ê ku her dilovanî dilovantir
  10. Ey ê ku xwedîyê ezametan de yê ezamettir

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

45.HÎZB

Xwedayê min! Bi hurmeta navên te,

bi libergerîn ji te dixwazim;

  1. Ey ê ku bi rehmeta xwe nêzike her tiştî
  2. Ey ê ku her tiştî dinêre
  3. Ey xoşewîstê mu’mînan
  4. Ey ê ku duayan dipejirîn e
  5. Ey ê ku hesaban zû dibîne
  6. Ey ê ku her derdî re derman dide
  7. Ey ê ku her tiştî dibîne
  8. Ey ê ku her tiştî xeberdare
  9. Ey ê ku kaînatê binûr dike
  10. Ey ê ku ebdê xwe re her tiştî îzah dike

 

Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.

Xwedayê min!

Ji xeynî Te tû îlah nîne!

Em ji Te emanê dixwazin.

Me ji arê dojehê xilas ke

PDF – Cewşana Kurdî DERKET – Daxînin

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *