Çend Nifir Ji Kaniya Folklora Kurdî – ll

Min beriya van nifiran, 105 lib nifir berhev kiribûn û di malrûpela Pena kurd de, weşandibûn. Mebesta min ew e, ku ev xebat bibe mînak û gelek kes hêjayiyên folklorîk berhev bikin û biweşînin da ku berhevkarên ku bixwazin ferhenga nifiran çap bikin, ji van berhevkirinan sûdê werbigirin.

Gelek kes cihê cihê nifiran, biwêjan, gotinên pêşiyan, dijûnan, tiştonekan, metelokan û duayan berhev dikin. Lê her yek ji aliyekî ve vî karî dike û haya wan ji hev tune. Heta niha tu enstîtuyekê an saziyekê nikariye xebateke gelemperî çap bike. Dibe ku xebateke wiha hatibe kirin lê nehatibe çapkirin.

Demekê li Înstîtuya kurdî ya Stenbolê, xebata berhevkirina biwêj, gotinên pêşiyan û berhemên din ên folklorîk dihate kirin. Lijneya amadekirina gotinên pêşiyan û lijneya amadekirina ferhenga biwêjan hebû. Lê mixabin tevî ku ji kesên cûda bi hezaran biwêj û gotinên pêşiyan hatin berhevkirin jî, ji ber bê derfetbûn û nebûna mercan; heta niha jî ew berhem di arşîvê de ne.

Lê ger ku her kes ji aliyê xwe ve, wan berheman bavêje ser înternetê; dibe ku camêrek wan di ferhengekê de bîne ba hev û navê kesên ku sûd ji wan wergirtiye jî qeyd bike.

Di dabaşa nifiran de hêjayî gotinê ye, gelo kîjan nifir in, kîjan ne nifir in. Wekî mînak “bisekite” dijûn e, an nifir e? Divê tiştên wiha bêne guftûgokirin. Wekî din rêzkirina nifiran ewê li gorî çi rêzikan be? Ewê bi çi şêweyî bêne nivîsandin. Li hemberê wan ravekirin dê hebe û di nav hevokê de, dê werin bikaranîn an na, gelo? Li ser van dabaşan, axavtin, dan û standin divê.

Ez niha bi tenê nifiran û berhemên din ên folklorîk berhev dikim. Ew karên din jî pişt re tên.

 

1-Di pozê te ve were

2- Di firnikên te re were

3- Li te bibe goştê berêz

4- Li te heram be

5- Li te nebe sibeh

6- Top li mala te keto/ keyê

7- Malik wêrano/ê

8- Dêranê

9- Quzelqur be

10- Jehr be, li te bibe jehr

11- Zeqûm be

12- Kerafî be

13- Taya mirinê bi te keve

14- Bibe dasî û bikeve qirika te

15- Di ber te de bimîne

16- Tu bibî piç û parî

17- Tu hûr bibî, piçên te li esmanan bikevin

18- Tu li çol û çiyan şeveder bimînî

19- Tu bibî komek hestî, bikevî ber vî destî

20- Tu bibî beniştê devê xelkê

21- Xezeb li te bibare

22- Tu ji her du çavan hitim bibî

23- Ev newal tijî zêr bibin, libek nebe nesîbê te

24- Xwedê ya qenc neke nesîbê te

25- Mera rebî xwedê li te neyê rehmê

26- Xwezî bicehimê

27- Cihê wî cehneme be

28- Kula Helebê bikeve mala wî

29- Înşeleh tu ber bavêjî (bi tenê ji bo jinan)

30- Qotik bi mala te bikeve

31- Qorika te bişike

32- Serê wî di nav zilaman de bilind nebe

33- Li dinya dî destê Şêx Evdilqadir di pêsîra te be

34- Înşeleh, kevir bi ser we de bibarin

35- Nanê baçîk bi dest we nekeve

36- Tu nanê gilgil nebînî

37- Nanê garis bi dest we nekeve

38- Di mala we de şîv hebe, taştê nebe

39- Hey top li serê te keto/ê

40- Tu bibî piç û parî, her perçeyekî te, di tûrekî de veşêrin

41- Bicehime

42- Bikerife

43- Bisekite

44- Biperpite

45- Bikewite

46- Bidehibe

47- Wey kef bi devê te bikevî

 

Hasan Kayapen-kurd.org

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply