Çend Lorînên Şemrexê

Gewra boza li hewa
Nexşê hûrik li dawa
Gewrê nadim heft lawa
Gewra boza li guhnî
Mîna kewan dixwînî
Xal jêr bûne xwazgînî
Gewra boza li guher
Giya çinî xist cuher
Bir cahnîka xalê xwer

Lo dîno lo ha dîno
Kumsor û şalwar şîno
Keççika direvîno
Bajaran digerîno
Mala xalan datîno

Sîng spî penîrê ter
Doţmama li ser kir şer

Lo kuro çima çima
Zîwana nav genima
Fîncana desthakima

Dilêm ket qîza xalê min
Ez dixwazim nadin min

Lawiko ha lawîno
Kiras quto cawîno
Bi ebaka şalîno
Ebê-l xwe ke danîno
Lawiko ha lawijo
Seydvano kîrgokujo
Gîhara ewr û mijo
Daw û dêl ne paqijo

Nîşe: Min ev çend rêzikên lorînan ji dayika xwe ku ji bilî Kurdî ti zimanî nizane, wergirtiye. Min her lorînê bi sêxalan cuda kiriye.  Dibe ku hîn dirêjtir bin. Û dibe ku li herêmên din şêweya wan a cudatir hebin, lê belê li cem me, werê dihên zanîn.

Mustafa Rêzan
23.03.2019
Şemrex/MÊRDÎN

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply