ÇÊKIRINA AVA FIRINGIYA

Ji bo xwarinê ava firingiya lazim e. Bi rûnê zeytûn û penîr taştêyeke xweş. Li marketan ava firingiyên cûrbicûr ên amade hene. Lê, tahma ava firingiyên li malê bi firingiyên demsalî tê amadekirin bi tevahî cûda ye. Ji ber vê yekê meriv çawa ava firingiyan çêbike?

Tiştek mîna tahma ava ku bi firingiyên demsalî tê çêkirin tune. Dema ku li ser nanê sêlê didin jî xweş çêdibe. Li şûna ku hûn ava hazir bikirin, hûn dikarin bi xwe li malê çêkin. Ji niha ve noşê can be.

ÇAWA AVA FIRINGIYA TÊ ÇÊKIRIN?

Ji bo çêkirina ava firingiyan awayên cûda hene. Hinek kes tercîh dikin ku wê bikelînin, hinek din tercîh dikin ku wê bi xagî amade bikin.

Firingiyên ku ji bo ava firingiyan têne bikar anîn divê teze û hişk bin. Divê ew têra xwe bi goşt be, birîn, helisî û kul nebe. Heger li ser firingiyê deqên reş û kesk hebin wan jî paqij bikin.

Cureyê firingiyê ku ji bo ava firingiya de tê bikaranîn jî yek ji wan xalên ku li ber çavan tê girtin e. Dê çêtir be ku meriv firingiyên piçûk û bi goşt ên ku wekî hirmî an hêk têne zanîn hilbijêrin. Ji ber ku ew kêmtir bi avî û goşt in, firingiyên wek hirmî kêm xirap in. Ger hûn bixwazin, hûn dikarin wê bi karanîna çend cûreyên firingiyan jî hazir bikin.

Ji bo firingiyên ku we hûr kirine divê qulikên parzinê piçûk in bikar bînin da ku ava zelal jê dawer ve. Ew ê ava firingiyên we qalind bike.

Di çêkirina ava firingiyan de xwêya karan tercîh bikin. Xwêya îyodkirî qet bikar neynin.

Di pêvajoya hişk û zuwakirinê de ava firingiyê xwe her tim tevdin da ku li ser qalik çênebe. Heke hûn vê yekê bi kevçîyek metalî bikin, wê ava firingiya we avî nebe û bi tehm bibe. Ji ber vê yekê, kevçîyek darîn bikar bînin.

Piştî ku ava firingiya we hazir bû, di firaxek cam de hilînin. Şuşeyên berê bi kelînin û dezenfekte bikin û zuwa bikin. Qapaxên şûşan an yên kûpan hişktir bigirin da ku ava firingiyê we emrê wê dirêjtir bimîne.

Beriya ku qapaxên şuşan bigrin, serê wan bi rûnê zeytûnê bi qasî tiliya stûr têxinê. Ev ê rê li ber nefesê bigre û kûfikî nebe.

 

BI KELANDINÊ AVA FIRINGIYA ÇAWA ÇÊ DIBE?

Ji bo kesên ku dixwazin bi kelandinê ava firingiya çêkin, malzemeyên pêwîst û merheleyên wê:

10 kîlo firingî,

Xwêya karan

Firingiyan xweşik bişon û qaşikê wan jê bibin, bixin çar parçe. Dûv re wê di robotê re derbas bikin.

Dûv re firingiyên ku we di robotê re derbas kirin veguhezînin quşxanê. Li ser arê kêm dest bi kelandinê bikin. Dema ku vê yekê dikin, di destpêkê de li cem bisekinin. Berevajê vê, wê firingiyê we hil were û bi ser re here.

Dema ku ava we dikele bi kevçîyekî darîn tev bidin.

Dema ku ava zelal kêm bû, qalindbûna wê stûr bibe, wê ava xwe li blendera destî bixin ku ron bibe.

Piştî ku ava firingiya li bilenderê xist, wê bixin tepsiyan û li ber tavê hişk bikin. Ger cihê vê yekê tune be, hûn dikarin tepsiyên di firinê de di germahiya 50 pileyî de hişk bikin an jî wê avê li ser germekê pir nizm bikelînin ku ava zelal jê biqede. Qasê 3-4 kevçî xweyê bavêjinê û pê re bikelînin. Xweya xwe li gor xwe eyar bikin. Lê xweya wê çiqas zêde be emrê ava firingiya zêde dibe. Ava firingiyên li ber tavê ji yê ji hazir tahmtirin.

 

Wergêr: Paşa Amedî

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply