Çanda zozanan her diçe zêde dibe

Di Kurdistanê û Tirkiyê de her diçe çanda zozanan bipêş de diçe. Esas di koçeran de ev çand gelek zêdeye lê ne ji bo jiyana xwe, bo jiyana terş û tareşên xwe ew çandê bipêşxistine.

Li Kurdistanê gelek deverên wisa hene ku mirov dikare here lê bimîne da havîna xwe derbas bike. Her weha li Anedolê jî zozan hene ku gelek ji wan li çiyayê Behra Reş in. Welatê Lazan bo jiyana zozanan gelek xweş e. Di nava zozanên wan de gelek yên bi nav û deng hene ku yek ji wan Zîgana ye. Buhira Zîganayê gelek bi nav û denge lê çiyayên wê derê gelek xweşin.

Niha gelek otêl, motel û xanî hatine avakirin da xelkê geştûguzariyê herin havîna xwe li wê derê derbas bikin. Di xanî û otêlên wan de her tiştên wan hene. Heya ava germ, xwaringeha wan, bo geryanê geştên wan yê rojane. Hewa paqij taybetmendiya wê dere ye.

Di nava xwezayê de mirov dikare çend rojên xwe yên havînê derbas bike.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply