Kurd û Xirwat çîyê hev in?

Hinek Kurd ji destpêka Kupa Futbolê ya Cîhanî vir da heta roja îro bi biratîya Xirvatan va radibin û rûdinên.

Hemû bûne alîgirên tîma futbolê ya Xirwatan…

Sedemên alîgirîya xwe jî, ji lîstika wan a futbolê ya baş zêdetir, bi eqrebatîya Kurd û Xirwatan va girê didin.

Yek dibêje; „koka me yek e…“

Yek dibêje; „kincên me dişibin hev…“

Yekî din dibêje; „zimanê me jî nêzikî hev in…“

Lê tu kes nabêje çar mîlyon Xirwat xwedî dewleteke serbixwe ne…

Gelo wek birayên wan ên mezin, em pênce mîlyon Kurd çima hê bindest û bêdewlet in…

Ez bawerim ev rewş ne rewşeke normal e.

Nexwaşîya civakî ye ku, sedema wê jî bindestî ye.

Milêtên bindest, di her warî da bindest û sêfîl û belengaz in.

Li ser ax û li welatên xwe kole ne…

Dîroka miletên bindest dîrokeke veşartî ye…

Ziman qedexe ye û li ber mirinê ye…

Hiş û mêjûyê miletê bindest tevlihev e…

Jibo vê yekê dibe her tişt…

Tênê li xwe venagere û weke xwe namîne…

Li sedemên kêmasîya xwe zêdetir, ji bo veşartina kêmasîyên xwe li pîneyan digere.

Ev pîne jî carcaran ol e…

Carcaran birdozî (îdeolojî) ye…

Carcaran jî weke îro eqrebatîya miletekî serdest e…

Kurdên olperest bi sedsalan ji bo xatirê hevparîya olî, di bin serdestîya dagirkerên xwe da bêdeng man.

Hê îro jî pirranîya wan bi vê helwestê tevdigerin, heta ji dagirkerên xwe zêdetir li dijberî dewleteke Kurd derdikevin û neyartîya miletê xwe dikin.

Kurdên birdoz, bi salan e, ji bo xatirê sosyalîzma têkçûyî û biratîya gelan a yekalî ji daw û doza neteweyî dûr ketin û mala xwe xirab kirin û dikin…

Hinek jî îro bi eqrebatîya Xirvatan xewnên xwe yên jibîrkirî dixemilînin.

Bi hêsanî dibin Tirk…

Dibin Faris û Ereb…

Heta dibin nîvxirwat…

Lê tu car nabin Kurd…

Jiber ku ji dîroka xwe bêhayîdar in…

Ji ziman û çanda xwe dûr in…

Bi zimanê dagirkerên xwe dijîn û bi wî zimanî pesnê eqrebayên xwe yên ji wan bêhay didin û şa dibin…

Ew biqede, ji xwe ra tiştekî din dibînin.

Îro, demekî şûnda fînala kupayê di navbera Xirwat û Fransîyan da dest pê dike û diqede…

Ya Xirwat ya jî Fransî dibin xwedîyê kupayê…

Ez bi xwe jî dixwazim Xirwat bi ser bikevin.

Mixabin sedema daxwaza min a ji bo serkevtina Xirwatan, ne ji bo eqrebatîya Kurd û Xirwatan, ji bo lîstika wan a baş e…

Jiber ku ez bawerîya xwe bi eqrebatîya Kurd û Xirwatan naynim.

Di dîrokê da rastîyeke wusa hebe jî, ew di nav pelê dîrokê da ma ye.

Heger koka Kurd û Xirwatan yek ba, ya çar mîlyon Xirwat nedibûn xwedî dewlet, ya jî pênce mîlyon Kurd hê îro jî li rû dinê bindest û belengaz nediman…

Îkram Oguz-Rewanbej.com

15.07.2018

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply