Boreka Pofik

MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 6 kesan,

*Arvanê genim: 4 qedehên avê

*Rûnê nivîşk: 2 kevçiyê xwarinê

*Rûnê zeyt: 2 kevçiyê xwarinê

*Hêk: Hebek

*Mast: 2 kevçiyên xwarinê

*Penêrê se: Qevdek

*Xwê û av: Têra borekê

ÇÊKIRINA BOREKA POFIK

Ardê xwe bixin teştekê, nava ardê bikin kort. Mast, hêk, xwê û qedehekê bi ya çayê avê berdin navê û bisitrên. Dema we hevîr pêk anî, bikin 15 keriyên wek hev û paşê  hevîrê xwe bi potekî şil binuxêmin, bila hevîrê we di bin paçê şil de 15 deqîqeyan vehese. Her girikeke hevîr bi meziniya derdana xwe  vekin, navoşka wê ya  ku ji penêr û bexdenûsê pêk tê, bixin navê û nîvê hevîrê  wergerînin ser û keviya wê bi devika beroşê  bibirin bila nîvgilover bin, paşê di nav rûn de sor bikin û bi germî deynin ser sifreyê.

Noşî can be

Etîket: borek, Jiyan, Xwarin

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Kuncî

Gûzên Adilcewazê

Fêdeyên Qalikên Gûzan

Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî

Tarîtî û Ronahî

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle