1-“Gulên Sala” ne tenê li der dibişkivîn, di hundirê dil û malan da jî dibişkîvin. Gulên Sala bêdemsal bûn.
Sala gulan xwe bi rondik û xwîna xwe av dida. Mîna çîrokên berê, mîna helbestên qedexe, mîna nameyên bênavnîşan.
Sala tim li ser çûyineke din bû, gulên wî di destên wî da xwîn didan. Mîna kulîlk zîl bidin, mîna berf bibare, mîna rihana êvaran bibişirîn.
Sala tim li ser sewdayeke din bû, gulên wî di dilê wî da xwîn didan. Mîna çol bibehecin, mîna ax biqewîre, mîna kevir bisincire.
Sala tim li ser rastîyeke din bû, gulên wî di çavên wî da xwîn didan. Mîna stêrkên fezayê dibirîqin, mîna ava çeman direqîsin, mîna gangilok di zevîyan da dimeşîn.
Sala gulên xwe bi êşên girtîgehê û bi qîrînên tîmarxaneyê pîroz kiribûn.
Tim berf dibarî li ser Sala da, berfeke sar, berfeke bêveger, berfeke xedar.
Di destên Sala da guleke sor û di çavên wî da evîneke bêKewser.
Di dilê Sala da keserên tûj, zivistanên bêroj û Kewsereke bêav, Kewsereke bênav, Kewsereke bêtav.
2-“Heyfa Mêran” ku bêşerm û bêlêpirsin tên kuştin. Navê mêrên me Miheme bûn, Rîzo bûn lê qet ferq nadikir, dorbidor dihatin kuştin.
Paşê Malik Begek derdiket û mêrên me bere hevdida, mêrên me bi hevdu didan kuştin. Malik Beg diçû, Miheme li ser axê dima, Rîzo binax dibû. Peyva Miheme cixare bû, yê Rîzo sela bû.
Heyfa mêrên me ku bi cehilbûn û ehmeqbûna xwe hevdu dikujtin. Ji bo heywanan tifingan distînin lê bere hev didin, heywanan bêhtir hev dikujin.
Heyfa mêrên me ku tim çîrokên hevdu nîvco dihêlin, malikên hevdu dişewitînin, êgir bere dilên hevdu didin.
Heyfa mêrên me ku him cîranê hevdu dibin him jî tên bendê hev; lê mêrên me tim wiha dikin, tim wê karesatê dubare dikin.
3-Roja ku “Meqesê Zêrîn” di destên Evdê da şikestibû, her kes vegeribû ser çîroka xwe yî berê. Mehdî çûkê bihuştê bû, çîroka bihuştê bû, bîhna bihuştê bû û dilê Evdê tim li ser Meqesa Zêrîn bû. Wî hemû rismên jiyana xwe, hemû dîmenên dostên xwe, hemû serpêhatiyên cîranên xwe bi Meqesê Zêrîn xêz kiribû.
Evdê bi Meqesê Zêrîn helbestên nîvco nivîsandibûn. Çimkî dizanibû di heyatê da her tişt nîvco dima. Ne êş xwe tijî dikin ne jî hêvî digihêjin sere xwe.
Paşê Evdoyê berber firîyabû û çûbû û dû xwe Meqesakî Zêrîn û çîrokeke nîvco û xatirayan mehkûmê bîrbûne hîştîbû.
4-Di heqîba dilê Nûro da tenê teni û tarî hebû, tenîya ruha xwe, tarîya yên din. Her ku dem dibihûrî û Nûro dimeşiya, tenî û tarî diweşiya li ser “Axa Pîroz” da. Rojek hat ku Axa Pîroz di bin tenîya ruha Nûro û tarîya yên din da ma. Xêncî Nûro xuya nedikir. Hingê Nûro bi destên xweyî jêkirî Axa Pîroz belav kir. Di dawîya umra xwe da Nûro dîsa bi teniya ruha xwe û tarîya yên din va mabû. Çîrok dîsa vegerîyabû serî. Çîroka Nûro bi tenîyê dest pê kiribû û bi tarîyê dawî bûbû. Axa Pîroz tenê navek ji navên Mekkeyê Mukerremê û Medîneyê Munewwerê bû di jiyanên me da.
5-Di qada jiyana her kesî da qûçeyeke keviran û dareke miradan heye. Di bin qûça keviran da gunehên me tên vêşartin û di “Dara Miradan” da jî maskê û durûyên me bi paçan va badibin. Yanî her kes dixwaza ku gunehên di bin qûça keviran da, bi paçan dara miradan xe, paşê wan paç pelbipel biweşin. Xwestek çi ye lê çi diqewîme!? Ji gunehên xwe filîtandin û wîjdanê xwe rehet kirine. Lê qet wûsa nabe. Her ku şev dibe, her kes di bin qûça keviran jiyana xwe da dime, her paçak dibe gulleyek, li kû dikeve wir tarûmar dike. Yanî yê kesî bi kesî re name. Xwedê yê kesî bi kesî re nahêle. Kî tovên çi diçîne, li ber bêderê wê rûdine. Tim didu tov hene, tim didu tov hebûn: Tovê Ronîye û tovê tarîye.
6-Bawermendên me tim “Taveheyv”ê yeke din da dijîn û dimirin.
Tim bi bêhemdîya xwe didan dû Taveheyvên biyanî.
Her ku tîrêjên rojê dinê me terk dikir, me daxwaza Taveheyvên alemên din dikir.
Me bi destên xwe keviran avahiyan sar lêdikirin, me bi destên xwe dîwarên nexuyayî xurt dikirin, me bi destên xwe kok û rehên xwe diçirandin.
Paşê me dawe Taveheyvan dikir, xewna Taveheyvan didît, jîyana Taveheyvan dixwast.
Lê di rastîya da Taveheyvan, dilê me yî reş û kevir nedikanî ronî bikira, nedikanî geş bikira, nedikanî biguherindiya. We, rastîya Taveheyvan me bû. We, çîroka me bû. We, ezmûna me bû.
7-“Jinek û Mêrek”, yan jî Helîm û Dilşa, qîrînî û xizanî, çîroka me hemûyan.
Me mêran di dilê xwe da Dilşayek dikuşt û paşê poşman dibûn û li ser termê wê da digirîyan. We jinan jî di dilê xwe da Helîmek dikuşt û paşê poşman dibûn û li ser termê wî da hêsir dibarandin. Hemû çîrok we bû, hemû çîrok wiha bûn.
Ji deverên dûr, ne evînek dihat ne jî nameyên evîneke dihatin.
Ji deverên dûr, tenê xeberên reş dihatin.
Me jin û mêran, bi xeberên reş gorên hevdu dikola, bi xeberên reş çîroka hevdu dawî dikir, bi xeberên reş xatir ji hevdu dixwast.
Û Dilşa diçû, şeş sindoqan bêkilît dihîşt dû xwe, şeş dilên birîndar, şeş bajarên bêkolan.
Û Helîm dima, bi şeş qîrînên bêolan va, bi şeş dilên birîndar va, bi şeş sêwîyên bêdê va.
8-Me hemûyan bi destên xwe yî qirêj û gemar “Hêvî”yên xwe dikuştin û kefen dikirin.
Hêvî, keçika mala me bû.
Hêvî, çûka li ser dara jîyana me bû.
Hêvî, bîhna bihuştê me bû.
Hêvî, roniya çavên me bû.
Hêvî, safbûna zarokatîya me bû.
Paşê sîyeke tarî diket li ser Hêvîyên me.
Sîya tarî dişibû destên me yî qirêj û gemar.
Û ew dihat stûya Hêvîyên me dişikênd, paytextê siûda me dirûxand, bênê çîroka me diqetand.
9-“Simîtfiroş”ên bajarî ewil canê xwe difirotin, paşê hêvîyên xwe.
Jîyan tim çîrokeke berê bû û di dilê me da pênc qûrşîn, pênc bombê, pênc awirên birçî û tazi dipêyîbûn.
Darbesta jîyana me qul qulî û bejn û bala xeyalan me gul gulî, dawîya çîroka me tune bû. Simîtfiroşên bajarî ewil xwe dikuştin di xwe da, paşê yên din dikuştin.
Di dawîya da hemû tevleyên jîyanê diqulibûn ser hev.
10-Nizanim di “Kampus”ên bajaran gihir û mezin da, em çend caran hatin bendeyê xwe. Me tenê tarîtîya xwe kêr dikir û dida ber xençeran. Yê tim diaxivî tarîtîya me bû, cehilîya me bû, nezanîya me bû. Ciwanîya me li ser pirsên şeytên diçû û dihat, dilê me dû me, umrê me pê me, kevirên holika me belewela. Tarîtîyeke bêhempa û bêmînak ketibû ser kampusên jiyanên me. We tarî ne di filîmên Andrey Tarkowskî da hebû ne berhemên Goethe de hebû ne di rismên Îvan Aywazovskî da hebû ne jî di helbestên Evdila Peşêw da hebû.
Faik Öcal

