Masiya Tirş

MELZEME- PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 4 kesan

*Masiyên çeman:  4 heb

*Pîvaz: Seriyek

*Rûnê nivîşk: Kevçiyekî xwarinê

*Besîre (cur): Kevçiyekî xwarinê

*Av: 2 qedehên avê

*Xwê: Têra xwarinê

ÇÊKIRINA MESIYÊN TIRŞ

Masiyên xwe paqij bikin, bişon û xwê li wan bikin. Pîvaza xwe tenik û xelekî hûr bikin.Cûrê xwe di du qedeh av de bikelînin û paşê ava wê bisefînin. Dîzika xwe (derdana ji qafik) deynin ber xwe, masî û pîvazan têde bi rêz bikin, ava xwe ya cûr û rûnê xwe yê nivîşk bixin serê, devika dîzikê bidin ser, bila hewayê nestîne. Ji bo vê derdora wê  yan bi hevîr biseyînin an jî bi folyo  bipêçin. Di firin, tenûr an jî li ser argûnê 30, 35 deqîqeyan bipêjin û bi germî deynin ser sifreyê.

Noşî can be

Etîket: Jiyan, Xwarin

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Gûzên Adilcewazê

Fêdeyên Qalikên Gûzan

Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî

Tarîtî û Ronahî

Di zarokan de Kontrola Hêrsê

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle