Xewa bê qelîte, dibe sedema depresyonê

Endamê Perwerdeyê yê Zanîngeha Enqerê Prof. Dr. Yucel Anadolu diyar kir ku xewa bi qelîte, standarta jiyana mirov bilind dike, mirov bêtir dikare bala xwe bide ser bûyer û mijaran. Xewa bê qelîte jî, carinan mirovan dibe ber bi depresyonê ve.

Prof. Dr. Yucel Anadolu destnîşan kir ku ji ber xewa bê qelîte pirsgirêkên bi vî rengî derdikevin holê; serê sibehan mirov bi awayekî westiyayî ji xew şiyar dibe, mirov bêkêf e û xeyîdandî ye, mirov nikare bala xwe bi de ser hin tiştan.

Prof. Dr. Anadolu eşkere kir ku ji bo xeweke bi qelîte divê mirov li ser piştê ranekeve. Di vê rewşê de mirov nikare bêhna xwe bide û bigre. Ji bo xeweke bê navber, mirov dikare li ser kêleka xwe an jî li ser rûyê xwe rakeve.

zamankurdi.com

Her wiha Anadolu diyar kir ku ji bo xeweke baş, divê mirov balîfên nerm nede bin serê xwe. Balîfên hişk û bilind baştir e.

Etîket: Tenduristî, xew

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Bandora hişê çêkirî li ser perwerdehî û mamosteyan

Xalên Pedagojîk ên Girîng

Google çi ye?

Hemû eşq şîrin dest pê dikin

Facebook: Belaya Herî Xweşik

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle