
Seîd Nursî (Kurdî) alim, mufessir û mutefekkirê Kurd e ku di sala 1877an de li gundê Nursê, li Bedlîsê, hatiye dinyayê. Ew bi navê Bedîuzzaman (Zemanê bêhempa) tê nasîn. Wî jiyana xwe ji bo xizmeta îmanê, zanistê, perwerdehiyê û pêşketina civakê terxan kir.
Rîsale-î Nûr komek eserên îmanî û tefsîrî yên Seîd Nursî (Kurdî) ne. Di van eseran de bi awayekî aqilî, zanistî û tefekkûrî behsa hebûna Allah, yekîtiya Wî, pêxemberî, Qur’anê, axiretê û rastiyên îmanê tê kirin.
Armanca sereke ya Rîsale-î Nûr ew e ku îmanê bi delîlên aqilî û tefekkûrê xurt bike, şik û gumanên di hişê mirovan de çareser bike û mirov teşwîqî xwendin, tefekkûr, îxlas û xizmetê bike.
Muhammed Fatih Akbaş, xwendekarê ku di YKSya 2026an (Azmûna Saziyên Xwendina Bilind a Tirkiyeyê) de bû yekem: “Ayetu’l-Kubra—ji Kullîyata Risale-i Nur— nêrîna min a li ser xwendina min guhert.”
“Dema ku ez dixebitî min tefekkûr (kûr-fikirînê) dikir.”
Parçeyên ji hevpeyvîneke bi Muhammed Fatih Akbaş re, yê ku di YKSya 2026an de li Tirkiyeyê bû yekem:
Bi xêr hatî, birayê min. Ji bo destpêkê, gelo tu dikarî xwe bidî naskirin?
Selamûn aleykûm. Ez Muhammed Fatih Akbaş im. Ji Rihayê me. Ev sal ez ketim YKS’yê û bi puana zêde ya TUBÎTAK’ê de bûm yekemê Tirkiyeyê. Niha li Stenbolê, li Zanîngeha Medipolê, li Fakulteya Bijîşkiya Navneteweyî dixwînim. Her wiha ez di beşa Endezyariya Hişê Çêkirî (Yapay Zekâ Mühendisliği) de jî dixwînim.
Tu dizanî ku Zubeyir Gunduzalp, şagirdê Bedîuzzaman Seîd Nursî, gotiye: “Divê şagirdê Nurê di pola xwe de yekem be.” Tu jî bûyî yekemê Tirkiyeyê. Di motîvasyona te ya xwendinê de fikra “Ez şagirdê Nurê me, divê ez herî baş bibim” bandor kir?
Bêguman. Her kesê ku Risale-i Nur dixwîne, erkek li ser wî tê danîn. Ji ber ku dema tu wan dixwînî, erkê belavkirina wan rastiyan jî dikeve ser milê te. Zanîn, ragihandina wê jî dixwaze.
Îro zanist, qada herî mezin a ku ateîst û deîst pê xwe digirin e. Wan pêşketina kêmbûna zanistê di nav Misilmanan de wek kozê bikar tînin. Lê zanist bi tevahî nîşana esma û sifetên Allah in. Ji bo kesên ku bi nêrîna Rîsale-î Nûr dibînin, di zanistê de pêşketin pir girîng e. Ji ber ku Rîsale-î Nûr ji bo hebûnê pencereyek din vedike.
Sedema ku eserên Bedîuzzaman ji pirtûkên kelamê din cuda ne, ew e ku li gorî îdraka vê serdemê hatine nivîsandin. Îdraka vê serdemê li ser zanist û teknolojiyê ava bûye. Em nikarin vê yekê paşguh bikin û xizmetê bikin.
Dema min ji bo olîmpiyadên zanistê dixwend, min dît ku gelek tiştên ku ji me re tên hînkirin, pir rûkî û bi nêrîna materyalîst tên şirovekirin. Em dizanin ka divê çi bê gotin, lê nizanin çawa bê gotin.
Mînak, di dema zayînê de pêvajoyek bi navê apoptoz (mirina hucreyê) çêdibe. Ev rastiya ku dema em ji dayikê tên, mirin û jiyan bi hev re ne, gelek maneyên xwe hildigire. Lê cîhana zanistê ji pencereya ateîzm û materyalîzmê li vê yekê dinêre û van maneyan nabîne.
Divê em vî karî bigirin dest û zanistê bi vî awayî ji mirovan re vebêjin.
Her kesî Cenabê Hakk istîdadek daye. Girîng ew e ku mirov wê istîdadê di xizmetê de bi awayê herî baş bikar bîne. Ez jî fikirîm ku divê ez istîdada ku Allah daye min di qada zanistî û akademîk de ji bo xizmetê bikar bînim.
Ev ne serkeftinek e ku me bi xwe bi dest xistine; Allah em ji bo ku esma û sifetên Wî nîşan bidin, di xizmetê de bi kar anî. Ev hişyarî bi serê xwe ji bo motîvasyonê bes e.
Têkilî bi Allah re stresê kêm dike
Dema te xwe ji bo îmtîhanê amade dikir, piraniya xwendekaran pirsgirêkên wekî nebûna demê û nedikarîna qedandina mijaran dijîn. Te jî hem ji bo xwendina Rîsale-î Nûr hem jî ji bo îmtîhanê dem veqetand. Te rojane çawa plan dikir û disiplîna te çawa bû?
Ji ber dibistanê em sibê zû radibû. Divê her dem tiştên ku dê bên kirin berê diyar bin. Ger mirov bê plan tevbigere, roj winda dibe.
Pêşî divê planek salane were çêkirin: “Di vê salê de divê ez çi biqedînim?” Piştre ev plan were parçekirin; ji bo meh, hefte û rojê. Di dawiya rojê de jî mirov divê hesabî xwe bike: “Îro tiştên ku divê bikim, min kirin?”
Ev muhasebê mirov xwe disîplîne dike.
Sibehan min pirsên paragrafê û dersa Tirkî dest pê dikir. Denemeyên rojane qet bernedida û wendina pirtûkê jî qet bernedida. Her roj, her çend hindik be jî, min dixwend. Ji ber ku pirsên paragrafê û felsefeyê bi xwendina pirtûkan pêşketin çêdikîbe.
Min xwendina Risale-i Nur jî dikir. Ev xwendin deriyên girtî yên hişê mirov vedikin û nêzîkbûna mirov a pirsan diguherînîne.
Nimêj jî pir girîng e. Mirov her dem di halê dinyayê de be, ev li dijî fîtratê ye û mirov bêzar dike. Nimêj mirov aram dike. Dema mirov piştî nimêjê dest bi xwendinê dike, di navbera wê rewşê û rewşa berî nimêjê de gelek cudahî heye. Mirov xwe nû dike û bi enerjiyek nû dest bi xwendinê dike.
Piştî nimêjê dua kirinê jî ji bîr nekin. Ez berî her îmtîhanê, çi îmtîhanek girîng be çi ne girîng, her dem ji Allah alîkarî dixwazim.
Têkilî bi Allah re stresê kêm dike û mirov aram dike. Dema tu carekê ji Wî bixwazî, aramiyê hîs dikî. Tu dizanî ku Allah daxwaza te bihîstiye, êdî ew bes e.
Divê mirov ji tiştên ku wî ji armanca xwe dûr dixin re zêde mijûl nebe. Dema mirov ji armanca xwe dûr dikeve, dikeve xefletê. Ev hem ji bo jiyana dinyayê hem jî ji bo jiyana axiretê derbasdar e.
Divê di navbera demên xwendinê û bêhnvedanê de jî hevsengî hebe. Ger bêhnvedan 15 deqîqe be, divê mirov wê dirêj neke. Ger dirêj bibe, vegera xwendinê dijwar dibe.
Mimkun e ku mirov medyaya civakî û nûçeyan bi tevahî kêm bike. Ew mirov ji xeleka herî teng ber bi xeleka herî ber bi firehîyê ve dikişîne. Divê mirov li armanca xwe ya herî nêzîk, yanî li ser armanca xwe bisekine.
Ayetu’l-Kubra nêrîna min guherand
Dersên ku ji me re tên hînkirin, gelek caran ji tefekkurê dûr in û bi nêrîna ehlê dinyayê tên şirovekirin. Bedîuzzeman Seîd Nursî di Meyve Rîsalesîyê de behsa xwendekarên lîseyê dike ku gotine: “Xaliqê nas kirin nadin, mamosteyên me jî behsî Allah nakin.”
Ustad Bedîuzzeman Seîd Nûrsî ji wan re dibêje: “Her zanisteke ku hûn dixwînin, bi zimanê xwe yê taybetî her dem behsa Allah dike û Xaliqê we naskirin dide. Ne mamosteyên xwe, wan zanistan guhdarî bikin.”
Dema tu wan zanistan dixwînî, dikarî wan bi wesîleya tefekkûrê.
Ger min Rîsale-î Nûr nexwendibûya, min nikaribû bi vî awayî tefekkûr bikira.
Ji me re qalikê tiştan tê hînkirin, lê em nagihîjin kûrahiya wan. Ger tu demek dirêj Rîsale-î Nûr nexwînî, dersên dibistanê ji te re gelek maneyan nadin. Tu tenê bi nêrîna pirsên îmtîhanê li wan dinêrî.
Lê dema tu dest bi xwendina Rîsale-î Nûr dikî, bi taybetî Ayetu’l-Kubra, wan zanînên ku tu hîn bûne tên bîra te û nêrîna te bi tevahî diguhere.
Di demên ku min ji xwendina Rîsale-î Nûrê re navber dida û dema ku min dîsa dest bi xwendinê dikir, piştî wê dema min ders dixwend nêrîna min diguherî. Bi taybetî di pola 11an de, dema min behsa cîhana nebatan dixwend, carinan min dixwest pirtûkê bigirim û tefekkûr bikim. Ev tiştan Rîsale-î Nûr pêk tîne.
Di pirtûkên kelamê din û yên felsefeya Îslamî de jî carinan hestek materyalîst çêdibe. Ji ber ku şirovekirin bi tevahî li ser aqilê mirov in û dil bi temamî têr nakin.
Armanca Rîsale-î Nûr ne ew e ku tiştên pir tevlihev ji te re vebêje; armanca wê ew e ku te bigihîne rastiyê. Dilê te jî ji wê para xwe digire û ew di hestên te de jî bandor dike.
Divê nêrîna me ya li ser zanistê û dersan bi tevahî were guherandin. Divê em bi hişyarî xwendinê hilbijêrin ku ne tenê aqil, lê hest û wîjdanê jî têr bike.
Tiştên ku îro tên hînkirin, ji hest, wîjdan û rastiya xwe ya aqilî jî dûr in. Her tişt tê şirovekirin, lê dema pêwendiya dawî, yanî pêwendiya bi Allah re, nayê çêkirin, her tişt kêm dimîne.
Ji hevalên ku mirov ji armancê dûr dixin dûr bimîne
Di vê pêvajoyê de pirsgirêka herî mezin a xwendekaran gelek caran hawîrdora hevalan e. Hawîrdora hevalên te çawa bû? Ji wan kesên ku ji vê pirsgirêkê dikişînin re çi şîretan dikî?
Hawîrdora hevalên min ne xerab bû. Em çar kes bûn. Her çar jî armancên xwe yên îmtîhanê hebûn. Yek ji wan jî bû yekemê Tirkiyeyê, yek bû 75em, û yek jî nêzî 300î bû.
Dema hawîrdor wisa be, herkes piştgirî dide hev û alîkariya hev dike. Lê ger hawîrdor wisa nebe, divê mirov ji wan hawîrdoran dûr bikeve.
Fedakarî girîng e. Mêrbûna Dozê vê yekê dixwaze. Ji hevaltiyên ku te ji doz û armanca xwe dûr dixînin, divê mirov fedakariyê bike û dûr bikeve. Divê mirov nebêje: “Ew dê ji min bêzar bibe, ew dê ji min birîndar bibe.”
Pê vê yekê, soza te ya ku te daye Allah çi dê bibe?
Her wiha cîhana Îslamê jî misyonek daye li ser milê me. Her zarokê ku êşê dikişîne, her derengmayîna cîhana Îslamê… Mirovê ku ji van tiştan haydar e, divê tevgerên wî ji dozê wî dûr nebin.
Ji ber ku li axiretê divê mirov bersiva wan bide. Ew zarok dê bêjin: “Derfetên ku ji min re nehatine dayîn, ji te re hatibûn dayîn. Te çima wan derfetan winda kir? Te çima wan bi kêf û lîstikê derbas kir?”
Ger mirov her dem di vê muhasebeyê de be, dikare xwe di hevsengiyê de bigire.
Divê ew jî xwedî dozekê bin, bêguman dozeke wan hebe. Divê ji bo vê armancê tiştên ku pêwîst e feda bikin.
Ji medyaya civakî dûr bimînin
Di dema amadekariya îmtîhanê de, dem derbas kirina li ser medyaya civakî û cîhanên dîjîtal jî pirsgirêkek girîng e. Te di vê mijarê de çawa sînor ji bo xwe danî?
Di vê mijarê de divê ez spasê malbata xwe bikim. Dema min dest bi lîseyê kir, min rasterast telefonê xwest. Lê wan got: “Na, heta tu dest bi zanîngehê nekî, em telefonê nadin te.”
Wê demê ez li dijî vê yekê bûm û min ew bêmaneyê didît. Lê niha dema li paş xwe dinêrim, dibînim ku ew ji min re gelek xêr bû.
Ji ber ku li vê derê hevsengî girtin gelek dijwar e. Dema tu ketî medyaya civakî, êdî nikarî hevsengiyê biparêzî.
Di wê pêvajoyê de hesabên medyaya civakî yên min hebûn, lê telefona min tune bû. Carinan jî min telefona dayika xwe dixwest ku hinekî lê binêrim. Lê di heman demê de jî mirov nikare wê berde.
Dema tu ketî medyaya civakî, tu dest bi eleqedarkirina her tiştî dikî. Ev gelek zirarê dide te; hem baldarî hem jî dema ku tu dikarî baldar bimînî.
Ev tişt xwendina te jî dijwar dike. Divê mirov ji fikra “Ez dikarim hevsengiyê bigirim” dûr bikeve û xwe ji medyaya civakî dûr bixe. Mirov bi neketinê tiştekî girîng winda nake.
Di vê pêvajoyê de, bi baweriya min, divê ew endamê ezmûnê telefonên zîrek bikar neynin. Telefonên xwe bidin malbatên xwe. Di temenê lîseyê de bikaranîna medyaya civakî tiştekî zirardar e.
Mirov di vê temenê de hîn nizane çi divê bike. Ji nişkê ve xwe di nav medyaya civakî de dibîne û bi gelek mirovan, gelek vîdeoyan re rû bi rû dimîne.
Ev bi awayekî girîng zirarê dide baldarî û hûrbîna te. Piştre mirov dijwarîyê dibîne ku li ser tiştekî baldar bimîne, tiştekî guhdarî bike.
Dema ku tu demekê dirêj li ser medyaya civakî bikar tînî, xwendina pirtûkê jî dijwar dibe. Heta temaşekirina vîdeoyek dirêj jî dijwar dibe. Ji ber ku tu hîn bûyî vîdeoyên kurt temaşe bikî.
Dema iradeya te hîn bi temamî xurt nebûye, dem veqetandina ji bo medyaya civakî tiştekî şaş e.
Ji bo xwe dozeke mezin hilbijêrin
Di dawiyê de, ji ciwanên ku ji bo îmtîhanê xwe amade dikin, çi şîretê dikî?
Divê dozeke wan, armanceke wan hebe. Divê armancek hebe ku ciwaniya wan bê maneyî nehêle; ku jiyana wan û her nefesa ku dikişînin bi maneyê bike.
Bêarmancbûn zirarê dide mirov. Mirovê bêarmanc nikare tiştekî bi îxlas bike. Lê ger armanca te hebe, heta tu bi ser nekevî jî, karê ku tu dikî bêmaneyê namîne. Tu her dem dikarî xebatê bidomînî.
Dema mirov xwedî mefkureyek bilind be, pirsgirêkên biçûk ên dunyayê ew qasî wî aciz nakin. Lê dema mirov armanca bilind ji dest bide, pirsgirêkên biçûk tên ser wî.
Ger armanceke te tune be, dibe ku hemû dema te di xefletê de derbas bibe. Lê ger armanceke te hebe, xeflet ji te re giran dibe, te aciz dike.
Dozeke wisa hilbijêrin ku hûn amade bin her tiştî ji bo wê feda bikin.
Allah ji te razî be, birayê min. Spas dikim.
Wergêr: Selîm Kaya
Gotara berê: Çêja şîrîn
Gotarên Têkildar
50 pirtûkên Kurmancî yên navdar û zêde hatine firotin
Zimanê Nivîskî û Devokên Zimanê Kurdî


