Tewhîdname – Mele Mihammed Bêcirm

Dest û nig, mêjî û dil,
Ji bo Reb kirin şuxil,
Niqutî ji çavê şil;
La îlahe îllallah.

Va axa bê dev û diran,
Çawa dicû mirovan?
Wê rojê tenê derman:
La îlahe îllallah.

Şeytan kete ruhê wan,
Xweş raber kir pûtê wan.
Red dike pût û şeytan;
La îlahe îllallah.

Kire rê, cîhana me,
Pergal da jiyana me,
Reb şandiye va name;
La îlahe îllallah.

Ku navê te dûrkevim,
Dilop dilop diqedim.
Tenê bi Te dihewim;
La îlahe îllallah.

Berde îfrat û tefrît,
Rêya heq bibe sabît,
Heqqê re bike şahît;
La îlahe îllallah.

Gul gul neqişî demsal,
Bû çelengek bêmîsal,
Beyan kir bi lîsan-î hal:
La îlahe îllallah.

Heta fermana Reb tê,
Bişuxule li heyatê,
Bike bend ber şewatê;
La îlahe îllallah.

Naqede dibriqe nûr,
Di dila de dibe zûhûr,
Jê mehrûm dibin mexrûr;
La îlahe îlllallah.

Welat çû bi hewara,
Bira xwar goştê bira,
Ferqa mumîn û gawira;
La îlahe îllallah.

Geh xemgîne, geh jî şên,
Girane barê însên,
Sebrê tîne bi zimên;
La îlahe îllallah.

Şîreteke weke zêr,
Bielime, bibe fêr,
Vedike deriyên xêr;
La îlahe îllallah.

Hawara Dawud çi ye?
Giriyê Yakub çi ye?
Nalîna Eyyub çi ye?
La îlahe îllallah.

Geh bo min dibe fikir,
Geh dibe hêza sebir,
Geh dide tehma şukir;
La îlahe îllallah.

Ew çi çavên bêbext in,
Cemala Te nabînin.
Hemû tişt nişan didin:
La îlahe îllallah.

Jiyan tije teqûreq,
Naqedine los û feq,
Xwe bavêje rêya heq;
La îlahe îllallah.

Meth û pesn: bêhal û lal,
Eciz mane qewl û qal,
Nehîşt di dila de mecal;
La îlahe îllallah.

Dojeh: ezab û şewat,
Çare: îman û xebat.
Şahîdiya mewcûdat;
La îlahe îllallah.

Hûbba dinyayê çeke
Ji bo rizq gazinc neke,
Hebûn tunebûn yek e;
La îlahe îllallah.

Nefs dixwaze milk û mal,
Hew dinêre neman sal,
Kalbûnê dibe heval;
La îlahe îllallah.

Ew e, Ewwel û Axir,
Ew e, Batin û Zahir,
Fêr be, navê Wî yê gir:
La îlahe îllallah.

Jiyanê pîroz bikin,
Ew, dirêjiyeke kin,
Bi zîkrê bikin mezin:
La îlahe îllallah.

Ya Reb! Dûr bixe xemê,
Bike devê me kenê.
Rihê jiyana cejnê;
La îlahe îllallah.

Nehîşt aqla de sistî,
Ferman dike zanîstî,
Ji cehlê derxist rastî;
La îlahe îllallah.

Dûrket ji bav û bira,
Ket şopa pêxembera,
Fêr bû kaniya xêra:
La îlahe îllallah.

Dil, eşqê re hêlîne,
Eşqa Reb dihewîne,
Li ser zimên datîne;
La îlahe îllallah.

Doza me ye: edalet,
Bes e; Qûran û Sinnet,
Qet qebûl nake zîllet;
La îlahe îllallah.

Yûsif gul bû dila da,
Hêvî bi Reb girêda,
Digot hindir bîrê da;
La îlahe îllallah.

Wê dil hişyar û sax be,
Ti cara qet teng nabe,
Ku dilê te de hebe:
La îlahe îllallah.

Zalim: dijminê Xwedê,
Dike erîş û ta’dê,
Mertala xeta dadê;
La îlahe îllallah.

Kelama bêkêmasî,
Li mahşerê dibe sî,
Dibêjin behr û masî;
La îlahe îllallah.

Dermanê hûbbû cahê,
Xem quliband felahê,
Vedimirîn dojehê;
La îlahe îllallah.

Eşqa Reb pir girane,
Dilê bê eşq wêrane,
Tim taca ser serane;
La îlahe îllallah

“Ez ji Adem çêtir im
Ji bo ku ji êgir im.”
Li hember şeytên lazim:
La îlahe îllallah.

Fehm bike vê kelamê,
Digihîne selamê,
Dermanê her elemê;
La îlahe îllallah.

Rabe bike bergerê
Negşîne kûr keserê,
Tasa ava Kewserê;
La îlahe îllallah.

Tirsa Xwedê, çira me:
Tirsa evda, gora me,
Her dem hêzê dide me;
La îlahe îllallah.

Nemrûd, serokê sextê,
Netew ketibû bextê,
Îbrahimê her wextê;
La îlahe îllallah.

Va dinyaya sefer e,
Dawiya me ku der e?
Li vê rêyê rêber e;
La îlahe îllallah.

Ji bo dilê metin, sir,
Dilê pê sax nebû: mir,
Pêxembera teblîx kir;
La îlahe îllallah

Berhemên destê Qadîr,
Raber kir zatê mahîr,
Ji wan dixwîne her jîr;
La îlahe îllallah.

Ji pûta re digot “NA!”
Şopgerê xwe kirin şa,
Bersiva gumana da;
La îlahe îllallah.

Bêhêvîtiyê berde,
Ji me re mezin derd e,
Xelaskar Rebbê Ferd e;
La îlahe îllallah.

Du tişt: veqet û yekbûn,
Yek tunebûn yek hebûn,
Şîret dikiye xwebûn;
La îlahe îllallah.

Em ji Xwedê hatine,
Her tim mihtacê Wî ne,
Ê ku nebêje dîn e;
La îlahe îllallah.

Li ser rûyê gumanê,
Me bi xwîna îmanê,
Nivîsand li jiyanê;
La îlahe îllallah.

Diherikin sal û meh,
Nezanî dibe dojeh,
Ji bo mirovan fêrgeh;
La îlahe îllallah.

Baldar be, nefs xaîn e,
Ber çavê xwe nabîne,
Ey Àzîz! Tim bixwîne;
La îlahe îllallah.

Can mehkûmê mirinê,
Cehennim wek firinê,
Rabe rast ke kirinê;
La îlahe îllallah.

Bo xatirê navê xwe,
Serkeftinê bide me,
Bike şûrê destê me;
La îlahe îllallah.

Agirê dadê dade,
Bila nemîne tàde,
Zilmê re destûr nade;
La îlahe îllallah.

Nigê êqil şemitî,
Her dem betal xebitî,
Mizgîna ji Reb hatî;
La îlahe îllallah.

Sêvê nîv nîv nebirre,
Mirovatî: jin û mêr e,
Fitrat her dem diqîrre;
La îlahe îllallah.

Rê dide xebatkara,
Diseknîn gunekara,
Hevalê tobekara;
La îlahe îllallah.

Textê erşê dinexşîn,
Dilê sist dike metîn,
Evîna evdên emîn;
La îlahe îllallah.

Mifte destê we de ye,
Çima derî girtiye?
Mifteyê bihiştê ye;
La îlahe îllallah.

Xeynî Wî Îlah kî ye?
Bêy Wî her tişt fanî ye,
Tenê Ellah Baqî ye;
La îlahe îllallah.

Baranê xuşexuş kir,
Gîha serê xwe rakir,
Keskesorê beyan kir;
La îlahe îllallah.

Bi hikmet lê binêre,
Her der tiji huner e,
Xwe kiriye aşkere;
La îlahe îllallah.

Tevdidin dilê fesad,
Ne xema wana ye dad,
Doza li hember îlhad;
La îlahe îllallah.

Navê Rebbil alemîn,
Ji ezab dike emîn,
Negot devê derewîn;
La îlahe îllallah.

Peyvên xwe wek Mûsa bûn,
Kirinên xwe, Fîrawûn,
Dilê wan negot û çûn;
La îlahe îllallah.

Bixwîne neqşê Sanî,
Nexape tiştê fanî.
Îkrameke Rebbanî;
La îlahe îllallah.

Xwend rûpela paqij,
Belaw bû, ji hişa mij.
Kirin hişyar, saf û gêj;
La îlahe îllallah.

Dawud re bû kevkanî,
Calût ser piştê danî,
Di dila hêvî danî;
La îlahe îllallah.

Viz dibe çerxa felek,
Di rêyeke wek xelek,
Gotinên hemî melek;
La îlahe îllallah.

Riza ye armanca me,
Nimêj, zikat, heca me,
Roci û text-taca me:
La îlahe îllallah.

Bedenên jin û mêra,
Xwarina mişk û mara,
Çiraya hindir gora;
La îlahe îllallah.

Hîkmet dide mêjiya,
Ronahî da tariya,
Kesk dike tim hêviya;
La îlahe îllallah.

Ewan rast in, durist in,
Natirsin xemgîn nabin,
Tim Xwedê tewhîd dikin;
La îlahe îllallah.

Hînek tên hînek darin,
Ê darin venagerin,
Bêje ji bo bexşandin;
La îlahe îllallah.

Ajnêberê zanistî,
Çilkek av de fetisî,
Ji atoman dibîsî;
La îlahe îllallah.

Derewa rastî kuştî,
Deccal ser têxt rûniştî,
Bû rastiya her tiştî;
La îlahe îllallah.

Xar bûn çiya, çûn secdê,
Dar û ber hatin vecdê,
Nod û neh navê Xwedê;
La îlahe îllallah.

Rojê bîst û çar seet,
Ji arîfan re şîret,
Tê de tuneye xelet;
La îlahe îllallah.

Yek xerabî yek rindî,
Weke mirî û zindî,
Rindan bi çave xwe dî;
La îlahe îllallah.

Xeyale, ne vucûd e,
Înkar doza Nemrûd e.
Ne xeyale, vucûd e;
La îlahe îllallah.

Keçikno, lawno, kalno,
Xaltîno, apno, xalno,
Bibêjin nebin gêjo;
La îlahe îllallah.

Ber nefsa xwe rabe,
Ew hevalek xerabe,
Bêy Wî her tişt serab e;
La îlahe îllallah.

Xema dilê bêçare,
Bi kennê dêv veşêre.
Xemrevînek bi xêr e;
La îlahe îllallah.

Kes nema ji wana sax,
Navê wan jî bûne ax,
Ê ku gotin negot wax;
La îlahe îllallah

Însan her dem belengaz,
Bêhêz û pir bi daxwaz.
Mirov dike serfiraz;
La îlahe îllallah.

Bi navê Wî xemilîn,
Bi rêzdarî bi evîn,
Dibêjin bihar havîn;
La îlahe îllallah

Bûne merzel malê me,
Mirî digrîn halê me,
Çima nagşîn balê me;
La îlahe îllallah.

Silav li pêxembera,
Geriyan gund bajara,
Gîhandin hemû wara;
La îlahe îllallah.

Zavê Nebîyê Emîn,
Bavê Hesen Huseyîn,
Got, va ye hemû zanîn;
La îlahe îllallah.

Diherike dare dûr,
Dadikeve kortê kûr,
Çilkeke ji behra nûr;
La îlahe îllallah.

Hêrs wek çîkê êgir e,
Bi zîkrê vedimire,
Nav navan de ê gir e;
La îlahe îllallah.

Xwe bibîne pirqûsûr,
Ji mirovan nekev dûr,
Bibêjin tev gir û hûr;
La îlahe illallah.

Dinya dibe girtîgeh,
Rojek dibe wekî meh,
Tê û dibe şifageh;
La îlahe îllallah.

Layiqe hemd û sena,
Hebûn daye însana,
Şande hemî zemana;
La îlahe îllallah.

Fehm bikin vê fermanê,
Rastî derxist meydanê,
Navê dîn û îmanê;
La îlahe îllallah.

Dinya ronik, ba honik,
Qet nebe xulamê zik.
Giraniyeke sivik;
La îlahe îllallah.

Amr bi lîskê rabû çû,
Dil bi kewacê tiji bû,
Xemgînî pak kir ji rû;
La îlahe îllallah.

Peyveke pir navdar,
Zîkreke pir xêrdar,
Delîlekî pir hêzdar;
La îlahe îllallah.

Berde êdî feryadê,
Sererast bike dadê.
Bereket e, ji Xwedê;
La îlahe îllallah.

Hat ji heft qat asîman,
Bû eşqa hemû cîhan,
Perde rakir ber çavan;
La îlahe îllallah.

Berde bila derbas be,
Ji hewesa xelas be,
Bi navê mezin xas be;
La îlahe îllallah.

Va distûrek fitrî ye,
Ji Rebbê me hatiye,
Hêzeke Rabbanî ye;
La îlahe îllallah.

Bêy Wî tune îlahek,
Ne dostek ne destekek,
Eşqa moriya kullek;
La îlahe îllallah.

Dide Ellah berê min,
Dibe can ji canê min,
Fireh dike dilê min;
La îlahe îllallah.

Dilêk tiji kêfxweşî,
Rûyê wî ken diweşî,
Xelat dike dilgeşî;
La îlahe îllallah.

Dinya xûrbeta me ye,
Axiret mala me ye,
Ji me re bû sermaye;
La îlahe îllallah.

Yên şopê samîrî çûn
Him mehrûm in, him mehzûn,
Rêya Mûsa û Harûn;
La îlahe îllallah.

Hebûneke bêdawî,
Diwriqe bi rehma Wî,
Wasîyeta mê dawî;
La îlahe îllallah.

Berde fikrê erzana,
Bikeve rêya zana,
Dişehtîne gumana;
La îlahe îllallah.

Ji Reb dûr in; west û xew,
Xeletiya nake tew,
Gotina herî bedew;
La îlahe îllallah.

Aqil nîmetê mezin,
Nahêle nig bişemitin,
Direj nekin bêjin kin;
La îlahe îllallah.

Ereb, ecem, tûranî,
Hember zilma tîranî,
Vaye şûrê nûranî;
La îlahe îllallah.

Şeytan wek gurê har,
Mirov dajo rêya xar,
Li hember wî dost û yar;
La îlahe îllallah.

Dilekî qenaatkar,
Sivik dike ser me bar,
Vegerand ji rêya xar;
La îlahe îllallah.

Nefsê re bike cengê,
Jê dil pak bike zengê,
Bibêje her berbangê;
La îlahe îllallah.

Neçûn şopê pêxember,
Ji şeytên re bûn qeşmer,
Jiyanê re tek rêber;
La îlahe îllallah.

Bêhêvî û hevîdar,
Yek xemgîn yek bextewar,
Zivistan dike bihar;
La îlahe îllallah.

Çi dixwazî bixwaze,
Va dergâha miraze.
Ji Ellah re nîyaz e;
La îlahe îllallah.

Lezbûn rizq zêde nake,
Hêdîbûn jî kêm nake,
Yê ne arîf fehm nake;
La îlahe îllallah.

Dilê Dinyayê: însan,
Dilê însana: îman,
Dilê îman û Qûran:
La îlahe îllallah.

Nemeşin pêy sextekar,
Ewa nake fedî ar.
Wê xelaske ji hefsar;
La îlahe îllallah.

Qayil be hikmê Qadîr,
Xêr e, çi bike teqdîr,
Zîkra Wî neke ji bîr;
La îlahe îllallah.

Mirovan re xelat e,
Ji bo îmanê şert e,
Aleman re şîret e;
La îlahe îllallah.

Li hember dijmin xeflet:
Tesdîq kirine zîllet.
Îzzeteke bê mînnet;
La îlahe îllallah.

Bi ayetên Fatîhê,
Her roj dikim metihê,
Şewqa nûra tewhîdê;
La îlahe îllallah.

Serê sibê hat bilbil,
Gil û gazinc kir ji dil,
Got ji eşqê bû hasil;
La îlahe îllallah.

Kî hatiye wê bimir,
Beka tuneye li vir,
Nerm dike dilê kevir;
La îlahe îllallah.

Fêr bibe edeb erkan,
Destûr nede gunehan.
Bike distûra jiyan;
La îlahe îllallah.

Nîmetê Reb fikirke,
Bê hed jê re şukirke,
Navê mezin zikirke;
La îlahe îllallah.

Civaka re wek mehdî,
Dûr dixîne fesadî,
Şitla dara azadî;
La îlahe îllallah.

Gemara dil pak bike,
Reb ‘duduyî’ hez nake,
Him rind, him xweş, him pak e;
La îlahe îllallah.

Xiste nav dila îman,
Perdê rakir ji çavan,
Nasnameya mumînan;
La îlahe îllallah.

Dil bi guneh reş buye,
Wek hesina zeng daye,
Bêy Wî Xeffar tuneye;
La îlahe îllallah.

Ji bo mirov rûreşî:
Hesûdî û nebaşî.
Dide evdan canxweşî;
La îlahe îllallah.

Pêşengekî em kirin,
Pariyê devê dijmin.
Qebûl nekin, bibêjin;
La îlahe îllallah.

Wê civata zaliman
Erdê re bike yeksan,
Dijwarî dike hêsan;
La îlahe îllallah.

Erd û ezman acîz in,
Amadê emrê Wî nin,
Şeytanê kor nabînin;
La îlahe îllallah.

Barandin hêsrê çava,
Pê welat dibin ava,
Şekirê dev û lêva;
La îlahe îllallah.

Civateke aqildar,
Hev re dibin alîkar,
Sivik dike hemî bar;
La îlahe îllallah.

Ehmaqî qehra Reb e,
Ewqas xew bese rabe!
Ji aqila re mekteb e;
La îlahe îllallah.

Tuneye nanê belaş,
Bike şukra herî baş,
Ji tewhîdê nebe şaş;
La îlahe îllallah.

Milkê dinyê ê Wî ye,
Hebûn hemî ê Wî ye,
Her tişt Wî xelq kiriye;
La îlahe îllallah.

Li hember îzzeta Wî,
Her tiştî serî danî,
Xelaskarê her fanî;
La îlahe îllallah.

Tu ji Rebbê me hatî,
Dozeke pir jêhatî,
Koka dara zanistî;
La îlahe îllallah.

Halê xwe nebe razî,
Ferz bûye serfirazî,
Ku tu rêber dixwazî;
La îlahe îllallah.

Xemiland xeyala min,
Bilind kir hêvîya min,
Diaya herî mezin;
La îlahe îllallah.

Şeytanên har û rikdar,
Me kaş dikin rêya xar,
Were kela Keremkar;
La îlahe îllallah.

Dibare ji asîman,
Xuşexuş dike baran,
Wateya va birûskan;
La îlahe îllallah.

Dixwunim meh û sala,
Peymana ‘qalû-bela’
Ava dike cîh û mala;
La îlahe îllallah.

Hevaltiya şeytanan:
Wek şivantiya guran.
Quwet dide mezlûman;
La îlahe îllallah.

Bigere rizqê helal,
Neke karê pûç-betal,
Ji me re dost û heval;
La îlahe îllallah.

Dinyayê neke meqset,
Fanî ye can û ceset,
Hêsan dike her zehmet;
La îlahe îllallah.

Kî nebîne bêkes e,
Bêy Wî her tişt hewes e,
Ji me re Xwedê bes e;
La îlahe îllallah.

Li welatek ji êgir,
Gul û kulilka vekir;
Îbrahîm beyan kir sir;
La îlahe îllallah.

Derew pir, derewkar pir,
Xerîb man safdil li vir,
Fehm nakin dilê kevir;
La îlahe îllallah.

Zivistan havîn bihar,
Payiz: sal bû ixtiyar,
Çar demsal dikin diyar;
La îlahe îllallah.

Şopgerê îdeolojî,
Pak firot û pîs kirrî,
Ferman dike paqijî;
La îlahe îllallah.

Got ‘bibe’; bû hebûn,
Dawî dibe tunebûn,
Ve îleyhî tûrceûn,
La îlahe îllallah.

Li cem Xwedê bi ûde,
Wîrda Nebî Dawûd e,
Tirsa dilê Calûd e;
La îlahe îllallah.

Xelas kir ji gumanê,
Kamîl dike îmanê,
Wek seneda emanê;
La îlahe îllallah.

Li hember batil bivir;
Abi heyata Xizir,
Rih bi hikmetê têr kir;
La îlahe îllallah.

Mumînan re mesnet e,
Kafiran re hesret e;
Gotineke taybet e;
La îlahe îllallah.

Fehm bike îlmel yeqîn,
Bibîne aynel yeqîn,
Bijî wek heqqel yeqîn;
La îlahe îllallah.

Digerim ber dergahê,
Pirs kir rêya felahê
Digot, Ehmedê Xanê;
La îlahe îllallah.

Bi navê Wî dilşad im,
Bi zikr û bi îrşad im,
Jê xweştir rê nizanim;
La îlahe îllallah.

Ji bo bibî bextewar,
Her dem bibe hevîdar,
Li mehşerê alîkar;
La îlahe îllallah.

Ellah bide af û îman,
Me neke ji zaliman,
Zikata dev û ziman;
La îlahe îllallah.

Daket li şkefta Hîra,
Va ye Ayetel Kubra,
Li qebrê dibe çira;
La îlahe îllallah.

Xêrê Reb bêhêjmar in,
Dilê kor Reb nabînin,
Qafker jê bênesîb in;
La îlahe îllallah.

Çilkê avê nivîsî,
Masî û behr pê hisî,
Dibêjin av, behr, masî;
La îlahe îllallah.

Tu qet xema negşîne,
Tizbiya xwe bigşîne,
Çi gotinek şêrîn e;
La îlahe îllallah.

Kî ji Reb bibe xafîl,
Axretê dibe sefîl,
Rêya mirovên kamîl;
La îlahe îllallah.

Ê ku çûn, kesek nehat,
Qey dîtin xwe re welat,
Rebbê me da, va xelat;
La îlahe îllallah.

Li hember batil bivir;
Abi heyata Xizir,
Rih bi hikmetê têr kir;
La îlahe îllallah.

Pir kir nûra îmanê,
Ronî dike jiyanê,
Dixwînim ji Quranê;
La îlahe îllallah.

Ji me re bawerî ye,
Jê dûrbûn xerabî ye,
Armanca esasî ye;
La îlahe îllallah.

Dûr dixe sefaletê,
Pak dike cehaletê,
Tim şûrê edaletê;
La îlahe îllallah.

Quran e, dermanê Wî,
Derman e, fermanê Wî,
Ferman e, Tewhîda Wî;
La îlahe îllallah.

Şerika batil dikim,
Tewhîdê aqil dikim,
Emrê Xwedê çenakim;
La îlahe îllallah.

Gihîşt hemû zemana
Gotin hemû zimana,
Hatiye ji ezmana;
La îlahe îllallah.

Mirov; alemek biçûk,
Her lebatek wek pirtûk,
Dinasîn wesfên Xalik;
La îlahe îllallah.

Barekî pir girane,
Li ser pişta mêrane,
Wek xezîna zêrane;
La îlahe îllallah.

Şikefta kûr û tarî,
Raketin sê sed salî,
Ji wan re dibû hevî;
La îlahe îllallah.

Ketim nav rez û bîstan,
Her rengek wek dibistan,
Guleke ji gulîstan;
La îlahe îllallah.

Derew runişt ser textan,
Rastî ket dest bêbextan,
Heqiqata her wextan;
La îlahe îllallah.

“Weke Rustemê Zal im,”
Digotin gellek zalim,
Bû derew hemu çalim,
La îlahe îllallah.

Dila girtibûn qerram,
Bi navê Wî bûn aram,
Zul Celalî Vel Îkram;
La îlahe îllallah.

Şûrê çetel Zilfîqar,
Derxist zulim cîh û war,
Vaye nefsê re hefsar;
La îlahe îllallah.

Ha bajarî ha gundî,
Tim bike xêr û rindî,
Ji bo dilekî zindî;
La îlahe îllallah.

Mala pûta xerab kir,
Navê wan dinyê rakir,
Dilê muwahhîd şad kir;
La îlahe îllallah.

Heb heb dibare baran,
Xelat e, ji asîman,
Reng dide axa jiyan;
La îlahe îllallah.

Şeş qewla bike îman,
Ji vana neke guman,
Bibêje xelaske can,
La îlahe îllallah.

Xerabî ji bêhiş tê,
Xêrxwazî ji bihiş tê,
Xerîtaya bihiştê;
La îlahe îllallah.

Serê sibê, bi gula,
Bi nalîna bilbila;
Kewand birîna dila;
La îlahe îllallah.

Taca her îlm û dersa,
Bersiv da hemû pirsa,
Çareya xof û tirsa;
La îlahe îllallah.

Ka text û taca Nemrût?
Kanî bîvir, kanî pût?
Ma şopa Îbrahîm-Lût;
La îlahe îllallah.

Wextê xebatê şêr be,
Wextê sebatê mêr be,
Hebûn ji bo me xêr be;
La îlahe îllallah.

Çêkir ser darê helîn,
Nakev qefesa zêrîn,
Dermanê dilê birîn;
La îlahe îllallah.

Şîrk; xaîntiya mezin,
Îxanet nê bexşandin,
Ji bo vê hate şandin;
La îlahe îllallah.

Ava kir her dem û der,
Bergera wextê seher,
Yakut û lal û gewher;
La îlahe îllallah

Bi sûreta gêj nebe,
Suret wekî perde ne,
Wê zatê Wî her hebe;
La îlahe îllallah.

Reng ji rengê zozanan,
Deng ji dengê hozanan,
Reng û dengê xwezenan;
La îlahe îllallah.

Çilmisîn gul û beybûn,
Wêran bûn zeman û şûn,
Bi vê zîkrê ava bûn,
La îlahe îllallah.

Rastiyê dike qayil,
Vemirand çira batil,
Zêde kir nûra êqil;
La îlahe îllallah.

Ji ber evîna Welî,
Şewutîm bûme xwelî,
Hebûna Wî ezelî;
La îlahe îllallah.

Îro yekê gulanê,
Çima dengê gula nê?
Bilbil deng da cîhanê;
La îlahe îllallah.

Xeletî wesfa me ye,
Bexşandin wesfa Te ye,
Gunekara re name;
La îlahe îllallah.

Edî veke çavê xwe,
Hişyar bavê gavê xwe,
Pir bilind e, navê Xwe;
La îlahe îllallah.

Nahêle dil da hewâ,
Ji bêçara re dewa,
Sirra mabeyna kewa;
La îlahe îllallah.

Li welatek çarpare,
Yekbûn wê bibe çare,
Dila dike yekpare;
La îlahe îllallah.

Ne kevir û hesin im,
Bi hesti û bi xwîn im,
Wek helbesta dixwunim;
La îlahe îllallah.

Hewa hewesên nefsê
Dûr dixin ji esasê,
Dersên mekteb medresê;
La îlahe îllallah.

Rêya xêr û hesenat,
Her edeb û kemalat,
Tefsîr dike cemalat;
La îlahe îllallah.

Dîsa nefsa xapandkar,
Berê xwe da rêya xar,
Rêya rast û wefakar;
La îlahe îllallah.

Dît seyrangaha Celal,
Zimanê êqil bû lal,
Bêy Wî neman qewl û qal;
La îlahe îllallah.

Kê mal-milk bi xwe re bir?
Kî paş jiyanê nemir?
Berxedana herî gir;
La îlahe îllallah.

Him nêzik, him iraqî,
Bi nûra xwe rewnaqî,
Nîşana rûyê baqî;
La îlahe îllallah.

Hewara ber mirinê,
Dixe çava gîrînê,
Wateya her qîrinê;
La îlahe îllallah.

Bêhêvîbûn gune ye,
Wî nêziktir kî heye?
Bêy’ Wî Mûcîb tune ye;
La îlahe îllallah.

Tewekkula bêxebat,
Wek axeke bê nebat,
Bike distûra heyat;
La îlahe îllallah.

Bawer dikim bêguman,
Şewqa xwe dide dilan,
Dibîsim ji kewokan,
La îlahe îllallah.

Eslê xwe inkar neke,
Tirs û fedî dûr çeke,
Zanibe Xwedê yek e;
La îlahe îllallah.

Kanî Nemrût Fîrawûn?
Şehetî milkê Qarûn,
Ji hebûnê re qanûn;
La îlahe îllallah.

Îslamiyet: tewhîd û dad,
Bi vana dike dilşad,
Ji xema dike azad;
La îlahe îllallah.

Wê bibêjin; “hat û çû”
Goştê me mişk-mar bicû
Bibexşin bi navê Hû;
La îlahe îllallah.

Xemla dengê Bîlal e,
Ezanê de fînal e,
Kî nebêje wek lal e;
La îlahe îllallah.

Pût dane ber kevira
Mizgeft û dêr û hewra,
Dibêjine bi hev ra;
La îlahe îllallah.

Rakir holê neyartî,
Çekire dûr bêyartî,
Di dilan de veşartî;
La îlahe îllallah.

Ji bo çilkeke avê,
Dûr ketime ji behrê,
Wê pûç bike vê jehrê;
La îlahe illallah

Bi bawerî Qûran xwend,
Pê kir amel bawermend,
Xeletiya re dibe bend,
La îlahe îllallah.

Ji fikrên ehlê dinyê,
Bîhna Fîrawûnan tê,
Jibîr neke axretê;
La îlahe îllallah.

Bernede îbadetê xwe,
Nexape îbadetê xwe,
Tim “Wî ji Wî bixwaze”
La îlahe îllallah.

Dilşad dike xwezana;
Baha dike erzana,
Dermanê rih û cana;
La îlahe îllallah.

Kî bibe kera nefsê
Xelas nabe ji tirsê,
Bersiv dide her pirsê;
La îlahe îllallah.

Îbretgir tune, îbret pir,
Şiretgir tune, şîret pir,
Îbret û şîreta gir;
La îlahe îllallah.

Ku xelet deynî pergel
Wê xelet be her amel
Xeletiyê re mertel;
La îlahe îllallah.

Wek du perçeyê sêvê,
Herdu parçeyê hîvê,
Dibejine her gavê;
La îlahe îllallah.

Rihê birçî dike têr,
Hişyar dike jin û mêr,
Xem revand û reşand xêr,
La îlahe îllallah.

Nolê netewên dilsaf,
Ket para me; îxtîlaf,
Bibêje, bike însaf;
La îlahe îllallah.

Xwedê, melek, Pêxember,
Axîret, pirtûk, qeder,
Her şeşa dide xeber;
La îlahe îllallah.

Zeman pêle ku dike?
Ziman pêle ku dike?
Li ser zimên kulilk e;
La îlahe îllallah.

Kevir kirin weke zêr,
Pisik kirin weke şêr,
Zalim ji têxt daxist jêr,
La îlahe îllallah.

Heta hiş nebe kemal,
Fikrê me nabin zelal,
Li herdu dinya heval;
La îlahe îllallah.

Kaînat wek orkestra,
Got bi girî û hêsra,
Helbesteke yek misra;
La îlahe îllallah.

Bi îslamê nexapin,
Bi îslamê hişyar bin,
Ji şîrkê re neyar bin,
La îlahe îllallah.

Raketin li şikeftê,
Sê sed sal, wek şevekê,
Bûn şopgerê peyvekê,
La îlahe îllallah.

Wext qediya, ecel hat,
Çûn ber koprêya sirat,
Diparêze ji şewat;
La îlahe îllallah.

Qul; Hûwallahû Ehed
Xwediyê ezel-ebed,
Doza rêya Muhammed,
La îlahe îllallah.

Biçûk nebîne adem,
Têdaye hezar alem,
Dişkênin lat û senem,
La îlahe îllallah.

Him Qehhar, him xefûr e,
Him nêzik e, him dûr e,
Him veşartî, him nûr e,
La îlahe îllallah.

Kî evinê bikire,
Canê xwe nafikire,
Ji cana şîrîntir e;
La îlahe îllallah.

Pir girane barê min,
Xem bûye hevalê min,
Azadiyek pir mezin;
La îlahe îllallah.

Kî vî derdî bixwaze,
Jê re dermên naxwaze,
Qîrînek bê awaze;
La îlahe îllallah.

Derdê dinyê naqede,
Wefa lê ne mewcûde.
Nefesa dawiyê de;
La îlahe îllallah.

Ji weswesê şeytana,
Teqereqa însana,
Qewla hember nezana,
La îlahe îllallah.

Xweş binêre cîhanê,
Cîhê neqşên îmanê,
Diwriqe nûra Xwedê;
La îlahe îllallah.

Şertê baweriyê şeş,
Bûn tewhîdê re enteş,
Gotineke herî xweş;
La îlahe îllallah.

Rabbê me da va îkram,
Bawerî kire temam,
Ji zîkîran re îmam,
La îlahe îllallah.

Nimêj roci hec zikat
Yek jî peyva şehadet
Ji pênc şerta re mesnet;
La îlahe îllallah.

Pesnê teneka nede,
Teslîme Rebbê xwe be,
Reb bi evdê xwe re ye,
La îlahe îllallah.

Dûr dixe ji minnetê,
Bir ser rêya Cennetê,
Rehmeta dû zehmetê,
La îlahe îllallah.

Bi porê reş hatibû,
Bi porê spî rabû çû,
Dereng e, bibêje zû;
La îlahe îllallah.

Negere şopa wehmê,
Wehim kor dike fehmê,
Rêberê ehlê rehmê;
La îlahe îllallah.

Roci hefsarê nefsê,
Birçîbûn dide dersê,
Dibêjim her nefesê;
La îlahe îllallah.

Bûm mehkumê evînê
Mam nav hêsir û xwînê
Dermanê vê birînê;
La îlahe îllallah.

Dûr dixe îfrat tefrît,
Dûr dixe şeytan îfrît,
Vedike dilê kilît,
La îlahe îllallah.

Ji her tiştî girtir e,
Wê her tişt lê vegere,
Bi yekbûnê meşhûr e;
La îlahe îllallah.

Mêjiyan de mekteb e,
Hezkirin û edeb e,
Ji bo şeytên xezeb e;
La îlahe îllallah.

Qewla warê ebedî,
Jê tê bîhna azadî,
Direşîne dilşadî;
La îlahe îllallah.

Çi peyveke helal e,
Pir şîrîn û delal e,
Wek aveke zelal e,
La îlahe îllallah.

Bihar sifreya Wî ye,
Çi heye, ji Wî têye,
Armanca jiyanê ye;
La îlahe îllallah.

Bi xwe çênabe tiştek,
Ew çêdike, bê destek,
Tim alîkar û piştek;
La îlahe îllallah.

Ceriband bi xêr û şer,
Got; “Ka kî dike bawer?”
Çar pirtûk didin xeber;
La îlahe îllallah.

Qûsûra vedişêre,
Kerema xwe aşkere,
Çi peyveke bi xêr e;
La îlahe îllallah.

Her tişt dimeşe qebrê,
Xwe banade tu derê,
Welatê eşq û sebrê;
La îlahe îllallah.

Sibê bi dengê dîka,
Nîvro rengê kulîlka,
Şev bi devê çiroka;
La îlahe îllallah.

Çavê evînê kor e,
Rêya evînê zor e,
Weke kulîlka sor e,
La îlahe îllallah.

Nezan dûr in ji heqqê,
Ketine hindir feqê,
Xelas kir ji helaqê;
La îlahe îllallah.

Nûra mêjiyê birçî,
Evîna dilê birçî,
Xwarina rihê birçî,
La îlahe îllallah.

Bawerkarê rêya xar,
Tu car nabin bextewar,
Wek stêrkeke rewneqdar;
La îlahe îllallah.

Bi xebat û sebatê,
Rabe xewa xefletê,
Tehma her îbadetê;
La îlahe îllallah.

Bitirse Rebbê Qehhar,
Razî be hukmê Cebbar,
Bikeve rêya Settar,
La îlahe îllallah.

Evd, li riziq digere,
Reb Tu bes î, ji me re,
Hemd û sena ji Te re;
La îlahe îllallah.

Hêzê Te nakim înkar,
Bêy’ Te tune alîkar,
Ji dila pak kir zengar;
La îlahe îllallah.

Eqîda îmanê ye,
Ji “Qalû-bela” tê ye,
Nîşana peymanê ye,
La îlahe îllallah.

Tirs pê tê şikênandin
Rihê birçî re xwarin,
Tu yî nasnameya min;
La îlahe îllallah.

Neqşên alema rengîn,
Dide rehmetê mizgîn,
Vesfa Rebbul Alemîn;
La îlahe îllallah.

Hanîye ji cem Rehman
Mûsayê Lawê Îmran,
Yekemînê “Deh Ferman”
La îlahe îllallah.

Maîdeya semawî,
Dermanekî manewî,
Diwriqe wek zêrekî,
La îlahe îllallah.

Ehlaqê nemrûdî,
Welêt reşand fesadî,
Venamire bawerî;
La îlahe îllallah.

Dûr bisekne gunehan,
Bila biteqe şeytan,
Jê mehrûm in xwenezan,
La îlahe îllallah.

Hêza xwe dide piştê,
Digihîne Bihiştê,
Besmele li teniştê,
La îlahe îllallah.

Muhammed Resullullah
Dest pê kir bi bîsmîllah,
Got; Bêy Wî tune îlah,
La îlahe îllallah.

Hewa hewesê çeke,
Cehlê bi îlmê pake,
Şîrkê dinyê radike;
La îlahe îllallah.

Acîz dibin canê sax,
Dimirin dibine ax,
Yên negotin, gotin ‘wax’;
La îlahe îllallah.

Wek orkestrakê bihar,
Deng dide giha û dar
Tesbih dike mêş û mar;
La îlahe îllallah.

Evd mihtacê xêra Te,
Tim dixwazin rehma Te,
Serdikeve qewla Te,
La îlahe îllallah.

Yusif berxê bavê xwe,
Vekir çavê bavê xwe,
Sixmê Yusif, sirra xwe;
La îlahe îllallah.

Jê hesab nê pirskirin,
Xêrê Wî bêhesab in,
Pesnê xwe pêşkêş bikin;
La îlahe îllallah.

Bêkes û lal û gêj im,
Evdekî xewdirej im,
Bi helbesta dibêjim;
La îlahe îllallah.

Zîkir kirin her daîm,
Hezaran şêx û alîm,
Yên negot bûne zalîm;
La îlahe îllallah.

Rengekî wek sorgula,
Dengekî wek bilbila,
Dibejin deyşt û çiya;
La îlahe îllallah.

Nezani ji Wî dûr e,
Feqirî ji Wî dûr e,
Ji herkesî re nûr e;
La îlahe îllallah.

Evd, ji dayika xwe bû
Kefenek kirrî û çû,
Wext nema, bibêje zû;
La îlahe îllallah.

Ji Îbrahim hat xeber,
Pût kir zîr û zeber,
Doza hemî pêxember;
La îlahe îllallah.

Dibare rehma xwedê,
Rociya remezanê,
Daxist dengê gumanê;
La îlahe îllallah.

Rih û canê rastiyê,
Mîzgîna xelasiyê,
Şahîdê baweriyê,
La îlahe îllallah.

Dijminê xerabiyê,
Deriyê xelasiyê,
Şewqa xwe dide dinyê,
La îlahe îllallah.

Nahile dest zorbeyan,
Êgir dike gulistan,
Xelaskarê bêguman,
La îlahe îllallah.

Xerîba re welat e,
Xemgîna re xelat e,
Li axretê heyat e;
La îlahe îllallah.

Bi Rehman dilşad dibim,
Rehma Wî jibir nakim,
Ji zîkra Wî sist nabim,
La îlahe îllallah.

Bi zana bişêwirin,
Nezan ji heqqê dûr in,
Binêrin û bibînin;
La îlahe îllallah.

Çêkir Xwedê du cîhan,
Navê Xwe dide nîşan,
Mestire ji asîman;
La îlahe îllallah.

Bî hewar û bi girî,
Bi eşq û bi bawerî
Tobeya Adem kirî;
La îlahe îllallah.

Rabe wextê seherê,
Bi nimêjê bi zîkrê,
Bigre bi qulpê Xwedê,
La îlahe îllallah.

Dojeh tev xem û êş e,
Bihişt jî ne belaşe,
Gotineke pir xweş e,
La îlahe îllallah.

Dermanê êş û birîn,
Şad dike dilê xemgîn,
Bêje vê zîkra şîrîn,
La îlahe îllallah.

Wê cîhan jî bimire,
Li ser vê bifikire,
Dilê bawer namire,
La îlahe îllallah.

Qaf kutane bin qûmê,
Dûr diseknin îslamê,
Fehm nakin vê kelamê;
La îlahe îllallah.

Kî Letîf û Xaliq e;
Kî Muqtedîr û Heqq e;
Kî Fettah û Rezzaq e;
La îlahe îllallah.

Fermana Xwedê daye,
Taca serê zana ye,
Tê de selamet heye;
La îlahe îllallah.

Olperest, rastgir, çepgir,
Va rastiya fehm nekir,
Ji arifan re fikir;
La îlahe îllallah.

“Dîle min fereh bike.”
“Karê min hêsan bike.”
“Zimanê min vebike.”
La îlahe îllallah.

Seyr bike roj û şevê,
Roj û ro, şev û hîvê,
Zîkra dilopên avê;
La îlahe îllallah.

Gopalê Nebî Mûsa,
Bi tewhîdê bû asa,
De rabe bêje dîsa,
La îlahe îllallah.

Ew agirê dojehê,
Vemirî bi tewhîdê,
Şîrîn e, wek hingivê;
La îlahe îllallah.

Yên ku evda re evd in,
Ji şeytên xerabtir in,
Levê muşrîk nabêjin;
La îlahe îllallah.

Dibexşine evdên xwe,
Mehrûm nake xêrên xwe,
Bilindiya navê xwe;
La îlahe îllallah.

Dide rizqê zindiyan,
Wê sax bike miriyan,
Ser zimanê hemiyan;
La îlahe îllallah.

Navê Xwedê hezar e,
Halê me xeberdar e,
Herdem dikim dubare:
La îlahe illallah.

Bigre bi bennê Xwedê,
Bixwaze lutfa Xwedê,
Mizgîna rehma Xwedê;
La îlahe îllallah.

Hetta çi wextê xeflet,
Va ye rêya hîdayet,
Rojê bist û çar seet;
La îlahe îllallah.

Bêolbûn ne jiyane,
Nexweşî, êş û jane,
Gotina ins û cane;
La îlahe îllallah.

Va dinyaya bêvefa,
Negşînin cewr û cefa,
Ji guhdaran re şîfa,
La îlahe îllallah.

Bi eşqê mest û gêjim
Bi roci û nimêjim,
Ez bêhêjmar dibêjim;
La îlahe îllallah.

Tenê ji bo Xwedê ye;
Heviya jiyanê ye;
Parola îmanê ye;
La îlahe îllallah.

Pir bilindin navên Wî,
Hezbikin distûrên Wî,
Deriyê nîmetên Wî;
La îlahe îllallah.

Dixwazim tenê ji Te,
Acîz im ji şukra Te,
Şeytan pê vê dişewte;
La îlahe îllallah.

Ew kerr in, lal in, kor in,
Tev hevalê êgir in.
Xwe ji şeytên rizgarkin;
La îlahe îllallah.

Ji Xwedê pir ditirsin,
Vê kelamê nawestin,
Tev bi hev re dibêjin;
La îlahe îllallah.

Histuyê xwe xar dikim,
Navê Wî îqrar dikim,
Şerîka înkar dikim,
La îlahe îllallah.

Yekbûna Xwedê ye doz,
Şahîdin morî û moz,
Qewla pirtûkên pîroz,
La îlahe îllallah.

Xwedê besî min e,
Rebbê Erşê Mezin e,
Xeynî Wî îlah tune,
La îlahe îllallah.

Pere bûye olê wan,
Narevin ji gunehan,
Nizan xêra du cîhan;
La îlahe îllallah.

Çeke xem û hewarê,
Pak dike gemarê,
Sibe, nîvro, evarê;
La îlahe îllallah.

Werin tewekkul bikin,
Gil û gazinca nekin,
Canê nazik pê şakin,
La îlahe îllallah.

Nefs kerr e, şeytan kor e,
Şer li hember wan zor e,
Baweriyê re mor e;
La îlahe îllallah.

Ji heqqê guman nekin,
Tenê Xwedê bitirsin,
Dengê xwe bilind bikin;
La îlahe îllallah.

Îmanê bike îmar,
Hemû pûta bik înkar,
Çareya xezeba Qehhar;
La îlahe îllallah.

Vekir rûyê biharê,
Qolê dara tewhîdê,
Berê me dide Xwedê,
La îlahe îllallah.

Gir biçûk in, li ba Wî,
Yekbûn e, sifeta Wî,
Jiyaneke bêdawî;
La îlahe îllallah.

Bi zimanê esasî,
Bi zimanê erebî,
Got heftê hezar carî,
La îlahe îllallah.

Ku ecelê mirov tê,
Dimire wê seetê,
Dide dest me beratê;
La îlahe îllallah.

Di nav tariya şevê,
Ronî dike wek hîvê,
Dilşad dike her gavê,
La îlahe îllallah.

Nemrûd û Fîrawûna,
Ketin şopê şeytana,
Fehm nekirin ewana,
La îlahe îllallah.

Li bin darê mişmişa,
Axifî pelg, xişxişa,
Hişyar dike bêhişa;
La îlahe illallah.

Dinya êdî kal bûye,
Ciwanî zewal bûye,
Ji tirsa Wî lal bûye,
La îlahe îllallah.

Çira roja reş ew e;
Peyva herî xweş ew e;
Zîkra bê enteş ew e;
La îlahe îllallah.

Bêhalo belengazo,
Zexelo xewdirejo,
Kurtasiya pêvajo;
La îlahe îllallah.

Qurretiyê radike,
Zengarê dil pak dike,
Dilê mirî sax dike,
La îlahe îllallah.

Şûrek ji şûrê Xwedê,
Wateya her ayetê,
Qendîla hîdayetê,
La îlahe îllallah.

Şeytan weke gurê har,
Nake bihiştê nesîbdar,
Dojehê re xelaskar;
La îlahe îllallah.

Kirin zilm û zordarî
Kirin fen û mirdarî,
Li hember zilimdarî,
La îlahe îllallah.

Navê Reb ne titik e,
Hindirê me pak dike,
Şerefa bilind dike;
La îlahe îllallah.

Ji îmanê ye sebir,
Pûta bide ber kêvir,
Jî her tiştî mezintir;
La îlahe îllallah.

Tu cara nabin poşman,
Mumînên ji dil û can,
Dilşadiya du cîhan:
La îlahe îllallah.

Me kir guneh û qusûr,
Reviya dûr ket hizûr,
Xem direvîn weke nûr;
La îlahe îllallah.

Xwedê pêxember şandin,
Qewmê wan ew êşandin,
Dîsa jî tim digşandin;
La îlahe îllallah.

Dinya îttifak bike,
Nika mêşeki çêke,
Ew çi dixwaze dike;
La îlahe îllallah.

Dev ji leqleqî berde,
Înkarî xem û derd e,
Masîwê neke perde,
La îlahe îllallah.

Xewna tîne şevê min,
Dibe ken a devê min,
Ronik dike çevê min,
La îlahe îllallah.

Xwedê yek î tenê ye,
Şirikên Wî li ku ne?
Kaînat beyan dike:
La îlahe îllallah.

Secde kirin melekan,
Adem pak bû gunehan,
Va ye sirra poşmanan:
La îlahe îllallah.

Nefs dijminê Xwedê ye,
Lenûsk tiji gune ye,
Rehmeta Wî fere ye,
La îlahe îllallah.

Rêya nefsê xerab e,
Edî ji xewê rabe,
Evdan re secde nabe,
La îlahe îllallah.

Bi sîh zîvî Yehûda,
Sirra Îsa Nebî da,
Wenda kir qewla rinda,
La îlahe îllallah.

Ji dojehê zortir e,
Kolebûn ji nefsê re.
Ji nefsê re hefsare;
La îlahe îllallah.

Xapiyan bi pere pûl,
Dan ber kevira Resûl,
Nekirin qe tenezzûl,
La îlahe îllallah.

Ew hêjayê metha ye,
Şikir xist nav dilê me,
Roj û şevê bibêje;
La îlahe îllallah.

Kî êqil neşuxulîne,
Gemarê de dimîne,
Tê de qet guman tune;
La îlahe îllallah.

Dinyayê mirin heye,
Rev û tirs bêfeyde ye,
Va kelaya Xwedê ye;
La îlahe îllallah.

Dînê we, ji we re ye,
Dînê min, ji min re ye,
Xwedê çêtir kî heye?
La îlahe îllallah.

Nîmeta dide evdan,
Nafroşe bi pereyan,
Bennê Xaliqê Rehman:
La îlahe îllallah.

Dibêjin ayet û hedîs,
Pak dike ehlaqê pîs,
Şerta îmana xalîs,
Laîlahe îllallah.

Lawo rabe xefletê,
Bibe ehlê cennetê,
Li her derê her wextê;
La îlahe îllallah.

Belaw bû yecûc-mecûc,
Rastî gotin bûye sûc,
Xafîla re wek çakûç;
La îlahe îllallah.

Wexta ku wexta xwe tê,
Dikevine cennetê,
Xelas dibin xurbetê,
La îlahe îllallah.

Evdên şeytên erzan in,
Derewkar û nezan in,
Nezan nikarin bêjin;
La îlahe îllallah.

Timûtim pelg dikevin,
Ji vê dara amrê min,
Her wext bergera min;
La îlahe îllallah.

Tu cara xemgîn nebin,
Bawermend serfiraz in,
“Ma hûn qet nafikirin?”
La îlahe îllallah.

Masîwayê çeke dûr,
Wê dilê te bibe nûr,
Tewhîd; kanîya hûzûr,
La îlahe îllallah.

Serê sibê istixfar,
Dikin mirovên hişyar,
Rastiyeke aşîkar,
La îlahe îllallah.

Aşkere û veşartî,
Xwedê bese, her tiştî,
Xezîneyek bijartî;
La îlahe îllallah.

Gotin: “Çirokê berê”
Tot bûn kortê dojehê,
Batil çû ji meydane,
La îlahe îllallah.

Axret e: jiyana rast,
Me dajo ser ola rast,
Raber dike rêya rast,
La îlahe îllallah.

Xwedê sax û zindîye,
Bêy Xwedê ilah tune,
Şerikek ne mewcûde,
La îlahe îllallah.

Meyla rehetî berde,
Derd û xeman xelas be,
Ji dinyayê derbas be,
La îlahe îllallah.

Geli ehlê rehmetê,
Birevin mexfîretê,
Wesîla hîdayetê;
La îlahe îllallah.

Bike tobeya nasûh,
Pê bextewar dibe rûh,
Dişibe keştiya Nûh;
La îlahe îllallah.

“Rabe û hişyar bike!”
“Kincên xwe pakij bike!”
“Rebbê xwe mezin bike;”
La îlahe îllallah.

Qebûl nedikir Calûd;
Bêy Wî tuneye Mabûd,
Bi ûdê digot Dawûd,
La îlahe îllallah.

Mirinê bifikire,
Axîret bixêrtir e,
Fermaneke aşkere;
La îlahe îllallah.

Mûsa Tûr’ê bû mêvan,
Ji wir hanîn deh ferman,
Bangkir got: Yek e Rehman,
La îlahe îllallah.

Yê heznake vê nûrê,
Ne hêjaye vê sirrê,
Weke avê kewserê;
La îlahe îllallah.

Yûsif got Zuleyha re;
”Hefs ji nefsê çêtir e.”
Cem Xwedê bi xatire:
La îlahe îllallah.

Qet ferq nake cih û cil,
Ne qijik ne jî bilbil,
Bes ku bibejin ji dil;
La îlahe îllallah.

Hûtê Yunis xwariye,
Yunis dia kiriye,
Xelat ji re hatiye;
La îlahe îllallah.

Jor asîman, jir erd e,
Xuliqand şeş rojan de,
Masîwa neke perde,
La îlahe îllallah.

Adem bavê tewhîdê,
Rêberê zîkr û cehdê,
Dît ser deryê cennetê,
La îlahe îllallah.

Şîrk zilmeke mezin e,
Tewhîd bingehê dîn e,
Xeletî tê de tune,
La îlahe îllallah.

Ferman dabû Îbrahîm,
Bila hebe cehennim,
Li hember qewmê zalim,
La îlahe îllallah.

Kirinên pûç û betal,
Dawiyê dibin zewal,
Pir digotin bav û kal,
La îlahe îllallah.

Qur’anê bikin bawer,
Ji xwe re bikin rêber,
Vaye doza pêxember;
La îlahe îllallah.

Tiştê fanî nede dû,
Hişyar be amrê te çû,
Tobe bike sibê zû;
La îlahe îllallah.

Jiyana dû mirinê,
Roja hesab dîtinê,
Bêje ‘mora yekbûnê’;
La îlahe îllallah.

Sal kiriye danzdeh meh,
Ava kir bihişt dojeh,
Kir dila re şîfageh;
La îlahe îllallah.

Mişrîk qet îflah nabin,
Bî xeyal û guman in,
Evdê şeytên nizanin:
La îlahe îllallah.

Teqwayê ferman dike,
Bi tirsê hişyar dike,
Her tişt Wî tesbîh dike;
La îlahe îllallah.

Ew wexta û va wexta,
Nake îfleh bêbexta,
Li bihiştê ser texta;
La îlahe îllallah.

Wî asîman xelq kirî,
Tu qelşekê dibînî?
Tiştek tune wekî Wî,
La îlahe îllallah.

Heq hat, batil xwe veşart,
Me heqiqet hilbijart,
Şîrk ji rûyê wê qeşart,
La îlahe îllallah.

Ew bi xeybê dizane,
Her tişt jê re hêsane,
Dost û yarê rindane;
La îlahe îllallah.

Di jiyana civakê,
Diwriqe nûra Xwedê,
Dîn jiyana tewhîdê;
La îlahe îllallah.

Dinya me dixapîne,
Bê wefa, derewîne,
Çare zîkra mezine:
La îlahe îllallah.

Kes bi xeybê nizane,
Ew her tiştî dizane,
Pirr bilind û mezin e,
La îlahe îllallah.

Ku bijî hezar sala,
Jiyan tim pûç û vala,
Digotin bav û kala,
La îlahe îllallah.

Qur’an beyan dikiye,
Îslam ola xwedê ye,
Reb îlahek tenê ye;
La îlahe îllallah.

Ji riha re sekînet,
Sed û deh û çar ayet,
Mifteha Wehdanîyet;
La îlahe îllallah.

Rastiyê diyar dike,
Ji xewê şiyar dike,
Çola gulîzar dike,
La îlahe îllallah.

Bi rengê gul û reza,
Bi dengê berx û peza,
Zîkra gerdûn û feza;
La îlahe îllallah.

Xizir ders daye Mûsa,
Va wesîyeta Îsa,
Mûhammed mor kir dîsa,
La îlahe îllallah.

Deve ya Salih Nebî,
Derket ji zinarekî,
Digot wek zakîrekî;
La îlahe îllallah.

Îslam: tewhîd, edalet,
Tê de tune ye xelet,
Ji mumînan re şîret,
La îlahe îllallah.

Yaqup got: “Wax Yûsif wax”
Bi sebre Yûsif dît sax,
Dibêjin hewa, av, ax;
La îlahe îllallah.

Tewhidê dûr nemîne,
Wek bihiştê rengin e,
Jiyanê dixemlîne,
La îlahe illallah.

Erd ji me re Wî rêxist,
Cot cot xuliqand her tişt,
Ez ji şukra Wî nabim sist;
La îlahe îllallah.

Mele Mihemmed Bêcirm

Etîket: Mele Mihemmed Bêcirm, Tewhidname

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Peyama Qur’anê: Ehsen-i Teqwîm:Însan

Hemberî îmtîhanên dijwar ên jiyanê divê em çawa tevbigerin?

Xutbe | Di Mecrayên Dijîtal de Exlaq

Peyama Sunnetê 20: Îhtîrama Hevalên Bavê Xwe

Hezkirina Xwedê ji dil tê ne li ser zimên e!

Şîroveyeke binivîse

NivîskarÇand Name
Dîroka weşanê16/11/2026
KategorîBawerîname
Etîket,
Hejmara peyvan6,255
Dema xwendinê32 deqe xwendin