Îranê de cara yekem pirtûka “Dersa Kurdî” ya fermî hate weşandin

Li gorî nûçeya Rojî Kurd 2 mamosteyên kurd ji bo fêrkirina zimanê kurdî pirtûka “dersa kurdî” amade kiriye û destûra weşandinê ji dezgehên fermî yên Îranê wergirtine ku li dibistanên Dîwandereyê bê xwendin.

2 mamosteyên kurd Letîf Siltanî û Reşîd Kerîmî pirtûkeke dersê ya “Ziman û Wêjeya Kurdî” amade kirine ku 126 rûpel e û ji Dezgehê Weşanê yê Îranê (Sazûmanê Îrşadê Îslamî) destûr wergirtine ku di polên 7, 8 û 9an de bê xwendin.
Hêjayî gotinê ye ku bendên 15em 19em ên qanûna esasî ya Îranê destûrê dide hemû netewe û pêkhateyên îranî ku bi zimanên xwe yên zikmakî perwerdehiyê bibînin; lêbelê di 37 saliya Komara Îslamî ya Îranê de ev bend nehatibûn bicihanîn. Lewre destûra fermî ya ji bo dersa kurdî di dîroka Îranê de cara yekem e ku tê bicihanîn û dê ji bo zimanê kurdî bikeve meriyetê. Ev berxwedana kurdan a ji bo zimanê zikmakî dê faydeyê bide gelên îranê yên din jî.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovara Rewşenbîr, hejmara xwe ya nû derket

Kovara Rewşenbîr, bi hejmara xwe ya nû û bi dosyaya sereke ya “Ji Duh Heta …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *