Xêzandarên Çînê dîsa dikarin 2 zarokan bînin

Hikûmeta Çinê carek din piştî 35 salan ji qedexwekirinê, destûra anîna bêhtir ji zarokekî da malbatên wî welatî yên ku li bajaran dijîn.

Jiber zêdebûna xelkê Çînê, hikûmeta wî welatî di sala 1980î de yasayek der kir, li gorî wê yasayê xêzanên bajarên Çînê nikarîbûn zêdetir ji zarokekê bînin.

Ajansa Nûçeyên Çînê Şînxiwa berî sala nû ragehand ku ji destpêka sala 2016 de xêzanên Çînê dikarin 2 zarokan bînin. Salane li Çînê 20 milyon zarok çêdibin. Tê pêşbînî kirin ku wê hejmara xelkên Çînê di sala 2030 de derdora 1.45 milyar kes zêde bibe.

Ji sala 1980 de xêzanên ku li bajarên Çînê dijiyan nikarîbûn ji bilî zarokekî bînin û heger xêzanekê kirbana du zarok, duyemîn zarok di tomargehên dewletê de tomar nedikirin, lê li gundan heger zaroka pêşî keç ba, wê xêzanê dikarî zarokekî din box we bînin.

Çavkanî: basnews.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply