Kupînos

Min teqnekî ji welatê xwe hez kir

Û hîna dilê min bi ser ve ye

Dixwazim ji kolanên wî lîska zarokan kêm nebe

Bi hecê, bi şilê û bi vîncavînc bilîzin

Çavên xwe bigrin bêjin kupî yên din bêjin nos yan balos

Li ezmanê welatê min zilzilîk û tîtî hebin

Bi adodeyan gundî kerengan rakin

Beybûn û niklê dîk derdorê bixemilînin

Bi kevirê gogê û hawiyê kes serê hev neşkîne

Kêfxweşî ji welatê min kêm nebe.

Îslameddîn DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Berfanbar, 2015

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

ROMANA MEHMED UZUN A YEKEMÎN: “TU”

  Gorbihîşt Mehmed Uzun nivîskarekî kurd ê hêja bû. Berhemên wî ên edebî û herweha …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *