Kovara çand, huner û wêjeyê Bizot, di hejmara xwe ya nû ya 3yan de (Havîn 2026) balê
dikişîne ser yek ji helbestvan û nivîskarên girîng ên wêjeya kurdî Rênas Jiyan û bi vê
dosyeyê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.
Bizot, kovareke çand, huner û wêjeyê ye ku sê mehan carêkî, di destpêka her demsalê de
dertê û herdû zaraveyên kurdî (kurmancî û kirdkî) tîne cem hev. Kovar, bi dosyaya vê
hejmarê ya ku hezkiriyên wêjeyê bi mereq li bendê bûn, cîhana edebî, felsefe û berhemên
qelema bihêz a edebiyata kurdî ya nûjen Rênas Jiyan, bi dosyayeke berfireh hildigire nav
rûpelên xwe.
Dosyaya Nû: Cîhana Edebî û Felsefî ya Rênas Jiyan
Bizot, di hejmara xwe ya 3yan de bi dosyayeke kûr a Rênas Jiyan pêşwaziya xwendevanan
dike. Di nav vê dosyeyê de; li gel hevpeyvîneke taybet a ku bi nivîskarê hoste re hatî kirin,
gotarên rexneyî û nivîsên lêkolînê yên li ser wêje û berhemên wî hatine nivîsandin hene.
Armanca bingehîn a dosyeyê ew e ku rêyên edebî û cîhana ramanî ya nivîskar ji nêz ve bide
naskirin.
Li gel vê dosyaya sereke, kovar mîna her car bi naverokeke dewlemend û rengîn hatî
hûnandin. Di rûpelên Bizotê de helbestên nazik, çîrokên balkişîner, wergerên serkeftî û
meqaleyên biqalite yên ku hêza herdû zaravayan (kurmancî û kirdkî) nîşan didin, li benda
xwendevanan in.
Ji bo Dengên Nû Platformeke Azad û Germ
Edîtorên kovarê diyar dikin ku geşkirina edebiyata kurdî û zindîhiştina ziman tenê bi
nivîsandin û xwendinê pêkan e û vîzyona weşana xwe bi van gotinan tînin ziman: "Bizot
wekî platformekê dixwaze ji bo hemû dengên nû, ramanên cihêreng û afirandinên ciwan bibe
qadeke azad û germ. Bi vê armancê dimeşe û em her hejmarê bi hêviyeke mezintir amade
dikin."
Tîma edîtoran, xwendevan û nivîskaran vedixwîne ku bi nivîs, rexne û pêşniyarên xwe bibin
şirîkê vê rêwîtiyê û di bultenê de balê dikişînin ser vê xalê: "Destpêk para me bû,
berdewamkirin jî para me ye… Xwendin, nirxandin, rexnekirin û piştgirîkirin jî para we ye…"
Hûn dikarin li ser malpera polakitap.com ê (online) xwe bigihîjin hejmara 3yan a kovara
Bizotê, û her wiha li gelek pirtûkfiroşên bijarte jî.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…