Bi Gote Got Meriv Naçe Cot…

Belê ev gotineke pêşiyên Kurda ne, em îro li der dora xwe dinêrim gelek kes dibêjin “ez Kurd im, ez ji bo zimanê Kurdî heme, ez dixwazim bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bila bi zimanê Kurdî perwerdehî were dîtin,” û gelek kes jî xwe wek parêzvanê zimanê Kurdî nîşan didin û her dem doza zimanê Kurdî dikin, dibêjin em nûnerên zimanê Kurdî ne û hwd…

Ev tiştekî gelekî baş e, pêwîst e ku mirov ev kesan pîroz bike lê belê mixabin gelek kes ev xwestek û hez kirina xwe bi zimanê tirkî tîne ziman (ji bo bakur) ku wisa jî bû ew kesan dikevin nakokiyeke mezin ji ber vê yekê jî meriv nikare ev kesan pîroz bike û ew ramanên wanan jî nayên pejirandin wek min mînaka gotinên pêşiyan a; “Bi gote got meriv naçe cot” daye ku heger tu xwestina zimanekî bikî pêwîst e ku tu berî her tiştî bi zimanê xwe, bi Kurdî biaxivî û zimanê xwe bikarbînî…

Ez hêvî dikim ku ev pirsgirêkên wisa hêsan di demeke nêzda were çareserkirin lewra ku em bi zimanê xwe Kurd in, ne bi tu zimanên din…

Abdurrahman AYDOĞDU

www.candname.com

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Pirtûka Ibn Xelîkan a 800 Sal Berê ”Siltan Selaheddînê Eyûbî”

Îbn Xelîkan pirtûka li ser Siltan Selahaddînê Eyûbî 800 sal berê nivîsiye. Ev bu 800 …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *