Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026

Gelî Musulmana!
İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr a ku tav lê dertê, roja İniyê ye.” (1) İro, roja hevdîtina me musulmanan e; demeka berceste ye bona yekrêziyê û yekdestiyê û xurtkirina biratiyê.

Gelî Musulmana!
Di serê wan pirsyariyê me yê ku gotî roja İniyê da em bi cîh bînin ew e ku; nimêja İniyê li ser xwe edakin. Heq Te’ala wer difermê: “Gelî wanên bawerî anîne! Roja İniyê gava bona nimêjê hat bankirin, banzdin Xweda yad bikin, dev ji kirîn û firotinê berdin. Eger bizanibin, ev ji bona we çêtir e.” (2) Banga hanê tenê bona bi termê xwe va li derkî werin cem hev û kombibin nine; belkî bona rih bi hev şîrinbin, bona dil bi yek heqîqetkî ra hogir bin. Banga hanê, çawa bona nav nimêjê da milan bidin ber hev, her weha bona dilan jî li hev aşîna kin. Banga hanê, bona wê hindê bîne bîra kesê îmandar biweku gotî hemû bi reng û deng û mezheb û meqam û payeyê xwe va ji hev ra bibin mînanî kevirê yek dîwarkî.

Gelî Musulmana!
Banga hanê ya bona nimêja İniyê, bi musulmanan dide hînkirin sedemên bihevnekirinê bidin alîkî, bibin yekdest, ji tefrîqan dûrkevin, destê hev bigrin û bibin ummet. Banga hanê; îşaret e balî wê jiyana nimûneya yaranê Pêxember va ku li meclîsa we’zê û dema xutbê da wer bi kerheskî rûdiniştin mîna li ser serê wan teyrik hebe eger xwe bilivînin ewê bifirre here.(3) Banga hanê; bona heqîqeta İslamê û peyamê rehmetbarê Cenabê Pêxember ragîhînin hemî cîhanê ra.

Gelî Musulmana!
Ew musulmanên ku bona İniyê li dergahê îlahî radiwestin çawa guhdidin potê xwe û bîhna xweş li xwe didin; herweha jiyana civakî da jî gotî guhbidin gotin û tevgera xwe, ji hev nexeyidin, bibin dermanê derdê hev, ji tengasiyê hev ra bibin çare; nekevin nav keşmekêşên berredayi û nebin mehkûmê fikr û ramanên tengolek. Ew ummeta ku bona edakirina nimêja İniyê di mizgevtan da tên cem hev û pêkva berê xwe bi yek qîblekî da dikin; gotî li derva jî seffên xwe kîp bigrin û li hemberî zehmetiyan bi hev ra sebirkin; li pêşberî dijminan yekdest bin; li mizgevt û medreseyê xwe û li qîble û li welatê xwe xwedî derkevin.

Gelî Musulmana!
Van rojê hanê şerr û oxilmeyê giran da, van heyamên ku beşeriyet hewcedarê aştiyê ye, van demên hanê ku zalimên zordest nahêlin li Mescîd a Eqsa nimêj were kirin, van çaxê hanê ku hîlebaz û fesad lêdigerin bona xelkê me dîsan sed salek din di nav zîllet û perişaniyê da bijî, ya li me ew e; bîreweriya İniyê û ummetbûnê zindî rabigrin; zêhnê xwe û dilê xwe li dor heman baweriyê û li dor heman hestan û îdealan bigîhînin hev; roja İniyê bigerînin wesîle bona ‘ehd û peymana xwe ya biratiyê nûjen bikin, mînanî wesle û endamê yek termekî li hev kîpbin, bibin yekdest û yekrêz; ji bîr nekin yekrêziyê da rehmet, bihevketinê da ’ezab heye.

Xutba xwe bi vê hedîsa Cenabê Pêxember ku difermê, diqedînim: “Kî destmêja xwe xweş bigre û were İniyê û xutbê guhdarîke, gunehê wî yê ji wê İniyê heyanî îniya din ‘efûdibin…” (4)

1.Mûslîm, Cûm’e, 18.
2.Cûm’e, 62/9.
3.Ebû Dawûd, Tıb, 1.
4.Mûslîm, Cûm’e, 27.

Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADÎ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *