Xutbe I Remezan û Mizgeft û Jiyan

Dîrok: 20.02.2026

Resim

Gelî Musulmana!

Hemd ê bêhed ji Xweda ra bin ku; em dîsan gîhîştin Meha Pîroz Meha Remezanê. Remezan, demek berceste ye ku têda taviya rehmeta Rehman bi me da dibare, xêr û bereket ji nav malan diavêje nav kuçe-kolanan. Remezan, medresekî ye ‘alema me ya derûnî ya nav kar û barê jiyanê da derbexwarî çêdike, jiyana me me’nîdar dike. Remezan; nî’metek mezin e ji me ra hatiye pêşkêşkirin bona vêsa xwe bistînin û bendetiya xwe li gor rê ya rast muhkem bikin. Remezan; xezînekî ye ji me ra hatiye bexişandinê bona pirsyariyên li pêşberî malbatê û dor û berê me were bîra me.

Gelî Musulmana!

Remezan, çawa ji me ra gelek xêr û qenciyan tîne her weha bona ji nû va bi mizgevtê ra têkiliyê daînin û xurt bikin û xweş bikin firsendek zêrrîn jî dide me. Remezan, bi bangên xwe va, bi xitmên tên derxistinê va, bi meclîsê ‘îlmê va, bi terawîhan va û bi wan sifreyên li hewşê mizgevtan tên raxistinê dibe wesîle bona jiyanek mizgevt navend/merkez ava bikin. Lewra mizgevt landika şaristaniya me, dilên bajarê me ne. Mizgevt; ew pîrozgehanan in ku li wir bawerî bi exlaq va, ‘îbadet bi hessasiyetê va, zanîn bi hîkmetê va, bendetî bi pirsyariyê va tê strandinê. Çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Mizgevt, şûnên tewrî şîrinê bajaran in li cem Xwedê.”[1]

Gelî Musulmana!

Xweda yê Jorîn di Qur’an a Pîroz da difermê: “Mizgevtên Xweda bes ew kesana şên dikin ku bi Xweda û bi roj a axirê bawerî anîne û nimêja xwe durist dikin, zikata xwe didin û bes ji Xweda ditirsin. Hîvî heye vana ji rê rastan bin.”[2] Şênkirina mizgevtan, ne tenê avakirina wan e. Şênkirina mizgevtan him ew e ku; di yek qorkî da milan bidin ber hev û pêkva li dergahê İlahî kemerbeste bin. Di bin qubba mizgevtan da, di sîwana minaran da, bibin xwedanê hessasiyet û şi’ûra yekrêziyê û yekdestiyê û biratiyê.  

Gelî Musulmana!

Em dewranek wer da dijîn, têkiliyên nav malbatê lawaz bûne, merivatî û cîrantî li ber xilasbûnê ne. Hey diçe merû tenha serê xwe dijî, di nav qelebalixiyê da bêkes dimîne. Bêaramiya ji meyldariya balî nî’metê dunê va tê, dibe sedemê wê hindê ku êdî ji merûyan wetirî jiyan bes ev dunya hanê ye û hey dehre ji me’newiyatê dûr dikevin. Çara van tengasiyan giştan ew e; têkiliya jiyanê bi mizgevtê ra xurtkin, heqîqetên cîhanşûmûlê İslamê û nirxên ku em pê li qama xwe ne dîsan ji nûw va bixin rojeva xwe da.

Gelî Musulmana!

Eger em ji wê hewa me’newî ya arambexşa meha Remezanê zêdetir faydê bistînin dikarin dîsan bi ser eslê xwe da vegerin û şi’ûr û hessasiyeta bendetiya xwe rabigrin. Eger ji meha Remezanê bîranînê xweşik di bîra zaruyê xwe da kom bikin emê bibin alîkarê wan bona bi bawerî li paşeroja xwe mêzekin. Li navenda wextê nimêjê, li navenda jiyanê jî mizgevtê daînin emê bextyariya dunya û axîretê bidestxînin.

Xutba xwe bi vê fermûdeya Cenabê Pêxember bi dawî tînim: “Kesê bi niyeta here mizgevtê ji mala xwe derê, her gava ku diavêje bi yekî jê ra xêr, bi yan din jî gunehkî jê diweşe.”[3]

[1] Mûslim, Mesacîd, 288.

[2] Tewbe, 9/18.

[3] Nesaî, Mesacîd, 14.

Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *