Xutbe I Em Dikarin Her Lehzekî Xwe Ji Xwe Ra Bigerînin Kar

Dîrok: 19.12.2025

Gelî Musulmana!

Zeman, him nî’metik mezin e ku Xwedê ji bona me afirandiye him jî îmtihanik e. Esasen dirêjiya wextê û kinaya wê xwe digre ser hest û hîssiyatê merûyan. Wext hene bi temenkî/’emrekî dikin; merû naxwaze biqedin. Xewt jî hene, çarnikalê meriv bi kul û derdan va tê dagirtin, dixwaze hema wê gavê da biqedin. Dem hene rih û giyanê me tijî bi hizûr û aram dibe, dilê me şadibe. Demek jî tê fenanî kawuskî bi ser meriv da dadinişe, dil pê tengezar dibe. Digel wê hindê jî hin dem hene, Heq Te’ala derî û dergehê bexişandinê heyanî ser piştê vedike, wan li bendeyê xwe kerem dike. A Yekşemî ya hana tê serê sê mehan e, şeva İnî ya peyra jî şeva Rexaîbê ye ku keremek îlahî ye bona me.      

Xwûşk û Birayê Min Ê Ciwan!

Tu niha merhela herî bi bereketa temenê/’emrê xwe da dijî. Ew heft sinifên ku Cenabê Pêxember şikra wan ra gotiye roja qiyametê ewê di bin sîbera ‘erşê Xweda da bin yek ji wan jî tu yi.[1] Vê merhela jiyana xwe; dikarî bi wan karên te bigîhînin serfiraziya ebedî jî; dikarî bi karên tu yê jê poşman bibî jî derbaskî ew her bi destê te ye. Zemanê xwe yê hanê; dikarî bi wê secda ku ji Xwedê ra bibî bereketdar bikî, dikanî bi wê alkola ku ber hişê te digre û bi wan maddeyên hişbirên tenduristiya te ra ziyan in bi wan va zayi jî bikî ew bi destê te ye. Rojên xwe dikarî bi rojî û nimêjê va derbaskî û pê bigîhîjî aram û hedarê; dikarî bi zinyayê û bi fuhşiyatiyan va jiyana xwe bigerînî zîndan jî ew her bi destê te ye. Dikanî qencîkî piçûk bikî yan sêwîkî bidî şakirin û pê li ‘alem a ebedî bibî cîranê Cenabê Pêxember jî; dikarî qumarê bileyizî, bi piyango û leyiztikê bext û şens da bikevî û jiyana xwe û yaranê xwe bixî zîndan jî ew her bi destê te ye.

Gelî Dê û Bavan!

Zarû jî fenanî wext û zemanê emanetê me ne. Ketina wan a rêyên xwar da û nav reşika gunehan da sedemê wê yê sereke gohnedana bi halê wan e. Hîviya zarûyan ji me ew e; qedr û qîmet bidinê, demê xweş da jî zehmet da jî digel wan bin. Belê, sîwana rojê taviya barana rehmetê bi me da bibare wa ye bi ser me da girt hemd ji Xweda ra. Serê sê mehan û şevên pîroz; heyamê tobê, bihara hîviyê û demên me’newî yên şîfayê ne. Van demên bi bereket; ji xwe ra bigerînin firsend bona bi zar-zêçê xwe va şabin, li mal bi hev ra li ser sufrekî rûnin, li mizgevtan millê xwe bidin hev û di yek qorkî da rawestin ewê bibe karkî gelek bi xêr bona me.    

Gelî Musulmana!

Cenabê Pêxember me xeberdar dike biweku Heq Te’ala di hedîskî qudsî da ewha difermê: “Ademî çêrî dewranê dikin hal bi hal min dewran afirandiye! Şev û ro bi destê min in.”[2] Belê, gelî xwang a birangê min! Ya li me ew e; qedrê wexta xwe bizanin û her kêlîkî her lehzekî ji xwe ra bigerînin karkî daîmî; bi fermana îlahî û li ser şopa Cenabê Pêxember temenkî/’emirkî bibuhurînin; bi Qur’an a Pîroz va ku rêberê jiyana me ye hemhalî bin û bi bereketa wê va malê xwe mişt-tijî nûr bikin; li dû hewesbaziyê merin belkû li pey riza îlahî bazdin; ‘adetê xwe yên nebaş li cîh bihêlin, xwe û zar-zêçê xwe ji ‘ezabê cehenemê biparêzin. ji niha da serê sê mehan û şeva Rexaîbê li me hemiyan pîrozbe!

Dixwazim xutba xwe bi sûreyê ‘Esr va bi dawî bînim. Ew sûreya ku ravayê me dide hela merû ‘emrê xwe yê fanî çawa dizivirîne kamranî û se’adeteka ebedî: “Bi ‘esrêkim ku, însan di nav ziyanê da ne ji bilî wanê bawerî hanîne û karên qenc kirine û ya heq li hev şîret kirine û bi sebr û tebatê ber dilê hev dane.”[3]

[1] Bûxarî, Ezan, 36.

[2] Bûxarî, Edeb, 101.

[3] ‘Esr, 103/1-3.

Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *