Erebe Girtin Ji Bo Çi Dibe Û Em Ji Bo Wê Çi Bikin?

Girtina erebê, ji semptomên cuda dikare bibe sedem. Bi rastî ne tenê di otomobîlê de, di her cûre wesayîtên veguhastinê de; balafir, keştî û trênê de jî dikare te bigire. Heke tu jî ji vê rewşê eciz î, dema ku di tevgerê de yî ji çareseriyên naskirî yên wekî temaşekirina rêyê, heta bi feydeya aromaterapiyê gelek tişt hene ku tu dikarî bikî…

Girtina erebê ji bo çi dibe?
Gava ku te yekem car nîşanên nerehetiyê ferq kir, bi guhertina pozîsyonê an bi belavkirina bala xwe bi lez tevbigerin, dikare alîkar be ku semptomên te berî ku giran bibin sivik bikî.

1- Kontrolê bigire destê xwe
Heke tu rêwî yî û gengaz be, bifikire ku tu bibî ajotvan. Zanist dibêjin ku rewşa erebe girtinê, gava ku tevgera ku çavên te dibînin ji tevgera ku guhê te yê hundirîn hîs dike cuda be derdikeve holê. Heke tu erebê bajoyî ev hest dikarin bi awayekî çêtir girêdayî bibin.

2- Çavên xwe bide ser rêyê
Heke ajotina erebeyê ne vebijarkek be, hewl bide ku li aliyê ku tu diçî binêre. Dîsa, armanc ew e ku tu girêdana di navbera hesta dîtbarî û guhê hundirîn de ava bikî. Heke tu li keştiyê yî û li piştê yî, hewl bide ku herî pêş keştiyê. Heke tu di erebeyê de yî, derbasbûna koltoxa pêş jî dikare semptomên te kêm bike.

3- Çavên xwe bide ser asoyê
Balê bide ser tiştekî sabît yê dûr, ev taktîkek din e ku alîkarî dide hestên dîtbarî. Dîsa, dibe ku tu di wesayîta ku tu lê yî de pozîsyonan biguherînî.

4- Pozîsyona xwe biguherîne
Ji bo hin kesan razan dikare erebe girtinê sivik bike, ji bo yên rawestandî re dikare bibe pozîsyonek çêtir. Vebijarkên te bi cûreya rêwîtiyê ve girêdayî ne, ji ber vê yekê ji bo ku bibînî ya ku ji te re çêtirîn e ceribandinê bike. Heke tu di erebeyê de yî, serê xwe danîna ser serê kursiyê dikare bi kêmkirina tevgerên serê te alîkar be.

5- Hinek hewa bigire
Heke tu nerehet bûyî, hinekî raweste û derkeve derve an pencereyê veke û hewa bigire dikare bikeve. Heke hewa an şêwaza rêwîtiyê destûr nede, hewakêşê ber bi xwe ve bizivirîne an ji bo ku ev bandorê bi dest biafirînî hewl bide ku fanekê destan bikar bînî. Ji ber ku dûmana cixareyê rewşê hîn xerabtir dike, ji hevalên rêwîtiyê re rica bike ku cixare nekişînin.
Ger tu li ser navika zarokê xwe yara bandê biçirînî…

6- Kraker bixwe
Xwarina tiştekî sivik wekî krakerên xwêkirî dikare nermbûna mîdeyê sivik bike. Xwarinên giran, rûnî an asîdî, ji ber ku hêdî dihelin dikarin nexweşiya te hîn xerabtir bikin. Rêwîtiyên xwe berê cûre bikin, ji hilberên fast food dûr bikevin. Vebijarkên din ên baş ên xwarinê sandwîç, sêv û mûz dikarin bin.

7- Hinek av an vexwarinek gazî vexwe
Qurtên ava sar an ava madenê, vexwarinek gazî wekî zencefîlê gazozê jî dikare nermbûna mîdeyê kêm bike. Bi heman awayî tu dikarî şîr an ava sêvê jî vexwî lê ji vexwarinên kafeînlî yên wekî qehwe û hin vexwarinên gazî ku dikarin bibin sedema windabûna avê û nermbûna mîdeyê hîn xerabtir bikin dûr bikevin.

8- Bi muzîkê an sohbetê bala xwe belav bike
Ji bo ku tu li ser hestên xwe nefikirî radyoyê veke an sohbetekê destpê bike. Tu dikarî bala xwe bes belav bikî ku tu xwe çêtir hîs bikî. Lêkolîner dibêjin ku guhdarîkirina muzîkê dikare alîkarî bide nermbûna mîdeyê û semptomên din ên fîzyolojîk ên girêdayî erebe girinê.

9- Li ekranê nenêre
Kesên ku erebe girtinê dijîn, di tevgerên ku bala sabit dixwaze wekî xwendina pirtûkê an mêzekirina telefonê de zehmetiyê dikişînin. Ev rewş, veqetîna hestyarî di navbera guhê hundirîn û çavan de zêde dikin. Heke tu bala xwe bide ser tiştekî nêzîk, tu dikarî semptomên xwe hîn xerabtir bikî. Ji bo derbasbûna demê şansê bide pirtûkên dengî, muzîkê û tew jî razanê.
Tu erebeya xwe çawa paqij dihêlî?

10- Xalên zextê bikar bîne
Li ser bilindiya destê te xalek akupresurê bi navê nei-kuan (P6) dikare rahênanek lez bide te. Tiliya nîşan, navîn û rîngê destê xwe yê rastê, ji binê qirikê dest pê bike û li aliyê hundirê destê xwe yê çepê bi cih bike. Xala nei-kuan a te, di bin tiliya nîşanê de, di navbera tendonên destê de ye. Çar-pênc saniyeyan li ser yek an du destan zexta hişk bike.

11- Ji aromaterapiyê feyde bigire
Hin bîhnên wekî rûnên esansî yên zencîfîlê paqij, lavanta û nane jî dikarin alîkar bin. Çend dilop rûnê esansî biherikînin, dikare bandorên neçaverêkirî biafirîne.

12- Çaya papatyayê vexwe
Papatya nebatek e ku alîkarî dide aramkirina mîdeyê, kêmkirina asîdan û rehetkirina mîdeyê. Berî derketina rêwîtiyê çaya xwe demlîke, di qedehek rêwîtiyê de bihêle û germ an sar vexwe bifikire.

13- Pastilên kokê meyanê
Mêyan kokê, ji bo aramkirina êşa ulsera mîdeyê, tahrişa asîda mîdeyê û alîkariya helandinê tê bikaranîn. Herwiha dikare alîkar be ku nermbûn û çûyîna ser xwe asteng bike.

Referans:
Ashley Marcin. “21 Motion Sickness Remedies to Ease Nausea, Vomiting, and More”. Ji: https://www.healthline.com/health/motion-sickness-remedies (08.08.2019).

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ji bo Pantolonê Kot Kevin Nebin Divê Em Çawa Bişon?

Germahiya şuştinê: Herî baş ava sar an 30°C ye (20-30°C). 40°C car caran tê qebûlkirin …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *