Li Dêrsimê, Murat Ozan ku di dibistana seretayî de bi rêberiya mamosteyê xwe dest bi wênesaziyê kiriye, kevrên ku bi baldarî ji kêleka Çemê Munzurê kom dike wekî qawas bi kar tîne.
Murat Ozan, ku di dibistana seretayî de bi rêberiya mamosteyê xwe dest bi wênesaziyê kiriye, di nav 30 salên derbasbûyî de jêhatiya xwe pêş xistiye û giranî daye xebatên hunerî.

Ozan ku piraniya wextê xwe li atolyeya xwe ya li taxa Înönûyê derbas dike, di demên diyar ên rojê de dest bi karanîna perçek kevrên ku ji Çemê Munzurê, ku bi cûrbecûriya cureyên endemîk navdar e, wekî qawas/tuwal kiriye.

Murat Ozan li ser kevrên salan ên ronî û bibiriqandî yên ku hilbijartine ji Çemê Munzur, pezkoviyan, laleya berevajî, jiyana gundan û dîmenên xwezayê wênesaz dike û berhemên xwe li stanta xwe ya li navenda bajêr ji bo firotanê pêşkêş dike.

Ozan diyar kir ku fikra karanîna kevran wekî qawas/tuwal dema ku li kêleka Çemê Munzurê wêne dikêşand di serê wî de çêbûye û wiha got:
“Ji zarokatiya xwe ve ez wênesaziyê dikim, ev evîna hunerê her tim di hundirê min de hebû. Ji dibistana seretayî û lîseyê ve ev yek dom kir. Di demên paşerojê de min dest bi wênesaziya li ser qawas/tuwalê û kaxezê kir. Bi demê re ev yek zêdetir pêş ket. Her ku mirov dixebitî û ked dide, pêşve diçe. Yek ji van vedîtinan jî kevrên Munzurê bûn. Dema ku ez li kêleka avê xwezayê wênesaz dikim, min li kevran nêrî û li ser çawaniya vê yekê fikirîm. Bi rêya ceribandin û şaşîtiyê piştî çend wêneyan, tiştekî xweş derket holê.”

Murat Ozan wiha lê zêde kir: “Carinan dema ez têm kêleka Munzurê, divê ez bikevim nav avê. Hin kevrên di nava avê de zêdetir dibiriqin û mîna cilakirî ne. Berhemên ku ez çêdikim, li stanta xwe ya li navenda Çarşiyê pêşkêş dikim. Dêrsimiyên ku li xerîbiyê ne, gelekî eleqe nîşanî van berheman didin.”
Ji malpera ntv.com.trê hat girtin û Celal Kaya wergerande kurmancî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…