Piraniya mirovan bi qasî pêwîste avê venaxwe, û ev yek dihêle ku organên wan zirarê bibînin ji ber ku xwe ji vê çavkaniya xwezayî bêpar dihêlin.
Di vê dinyayê de tiştek ji qedeheke avê ya sar û xweş xweştir nîne. Her çend em bi gelemperî tama avê hîs nekin jî, carinan ji qehwe an jî ava fêkiyan jî xweştir e, em vê yekê înkar nakin. Lê dîsa jî, gelek kes têr avê venaxwin û bi vê yekê zirarê didin laşê xwe.
- Ku Devê We Ziwa be
Ev nîşaneyek zelal e, lê çareserkirina wê carinan dikare şaş be. Dema ku hûn vê hesta nebaş di devê xwe de hîs dikin, yekser hûn berê xwe didin tiştekî vexwarinê. Lê vexwarinên şekirdar tenê çareseriyek demkî ne. Av vexwarin mukoza dev û qirikê nerm dike û ji qulta yekem ve we rehet dike. - Ku Çermê We Ziwa be
Çerm organa herî mezin a laş e û hewcedarê nermbûnê ye. Çermê ziwa yek ji nîşanên destpêkê yên bêaviyê ye û di demeke dirêj de dikare bibe sedema pirsgirêkên mezintir. Bêavî bandorê li xwudanê dike, û dema ku mirov xwu nade, laş nikare qirêjî û rûnê ku di nav rojê de kom dibe paqij bike. - Zêde Tî Bûn
Kesên ku şevê zêde alkol vexwarine, dikarin behsa tîbûna zêde ya sibehê bikin. Alkol tevahiya laşê we bêavî bihêle, û mêjî sînyalên vexwarina avê dişîne heta ku asta avê di laş de normal bibe. Her dem guh bidin laşê xwe, ew dizane çi dixwaze! - Ku Çavên We Ziwa be
Kêm vexwarina avê dibe sedema çavên ziwa û sor. Dema ku av di laş de kêm be, qenelên hêsiran zuha dibin, û ev yek bi taybetî ji bo kesên ku lensên têkiliyê bikar tînin dibe pirsgirêk. - Êşa Movikan
Nêzîkî 80% ji kikirdaqan û dîskên stû ji avê pêk tên. Ev beş di her gavê de pêşî li xîzîna hestiyan digirin. - Kêmkirina Masûlkeyan
Piraniya masûlkan jî ji avê pêk tên. Kêm av di laş de tê wateya kêm masûlke. Berî, di dema werzîşê û piştî werzîşê av vexwarin ne tenê we nerm dike, lê di heman demê de dihêle av di cihên rast de were hilanîn û xetereya êş û iltîhabê kêm dike. - Dirêjbûna Nexweşiyê
Av vexwarin toksînan ji laşê we derdixe. Organên we mîna makîneyekê atîkan fîltre dikin, lê bê av ev makîne baş naxebite. Laş hewl dide ji cihên din ên wek xwînê avê bistîne, û ev yek dibe sedema pirsgirêkên nû yên tenduristiyê. - Zû Westîn
Dema laş bêav dimîne, ji xwînê avê “deyn” dike. Kêm av di xwînê de tê wateya kêm oksîjen ji bo laş, û ev yek jî westîyanê çêdike. - Krîzên Birçîbûnê
Laşê bêavî difikire ku hewcedarê xwarinê ye. Ev yek di nav rojê de çêdibe û şevê dikare we ber bi xwarinên bêwext ve bibe. Lê dema ku hûn avê vexwin, laşê we paqij dibe û organên we sotemeniya ku ji bo karên xwe hewce dikin distînin. - Pirsgirêkên Hestûyan
Bêavî bandorê li tevahiya sîstema hestûyan dike. Bê hîdrasyona têr, mîqdara mukozê di mîdeyê de kêm dibe, û asîda mîdeyê dikare zirarê bide hundirê we. Ev bi gelemperî dibe sedema me’deşewatî û hezma nebaşiyê. - Qebizbûn
Bêavî dibe sedem ku ava ku ji bo rûvîkan lazim e bikar bîne, û ev yek qebîzbûnê çêdike. - Pirsgirêkên Mîzê
Hûn bawer bikin an nekin, ger hûn rojê 4-7 caran mîz nekin, tê wateya ku hûn têr avê venaxwin. Rengê mîzê yê tarî û tîr jî nîşana bêaviyê ye. Di rewşên giran de, bêavî dikare bibe sedema enfeksiyonên rêya mîzê, û ev yek hewceyê serdana doktor e. - Pîrbûna/îxtîyarbûna Zû
Her ku em kal dibin, rêjeya avê di laşê me de kêm dibe. Ev tê wateya ku bi temen re divê em bêtir avê vexwin. Bandorên pîrbûna zû li derve zêdetir xuya dikin, lê bê guman ew zirarê didin hundirê laşê we jî. Ji bo ku laşê we dirêjtir ciwan bimîne, divê hûn tevahiya jiyana xwe de têr avê vexwin.
Şîret: Ji bo çermekî bê leke û laşekî tendurist, her roj têr avê vexwin, xwarinên tendurist bixwin û ji dermatologekî şîretan bistînin.
Şermîn Kerîmalan
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…