Munazarat | Hîna dê çi wextî Meşrûtiyet (Demokrasî) bi bal me ve were?

Pirs Em bêhêvî man. Hîna dê çi wextî Meşrûtiyet (Demokrasî) bi bal me ve were?

Bersiv: Bêhêvîtî, ji bêqewetiyê tê. Bêhêvîtî, li pêşiya her tiştê ku li ber kemalê ye, dibe kelem. Herçî welatparêzî ye, berxwedana li hember hemû keleman e.

Hêjku ev zeman, wan tiştên ku bûyina wan tiştekî nepêkan e tê zanîn, dadixîne wê dereceya ku ya bûyinê ye. Ew xîretkêşiya ku zû werdigere bêhêvîtiyê, ne hemiyet e. Ez, ji bo ku we ji zexeliyê xelas bikim, kêmasiyên we nîşanî we didim.

Hal ku hal e, heke hûn dixwazin zû bigihîjin wê, ha ji marîfet (huner, bazirganî, zîraet. û fezîletê (exlaqê baş. rêya hesinî çê bikin da ku Meşrûtiyet, li şîmendîfera kemilînan ku jê re medeniyet tê gotin, siwar bibe; tovên pêşveçûnê lê bar bike û di demeke kurt de, ji astengan bifilite û derbas bibe li we silav bike. Hûn çiqas zû vê rêyê çê bikin, ew jî dê ew qas, bi lez û bez were.

Ji Rîsaleyên Nûrê  | Ji Munazeratê

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *