Google, asîstana xwe ya hişê çêkirî Gemini’yê taybetmendiyeke nû ya bi navê “Çalakiyên Plankirî” (Scheduled Actions) zêde kir. Ev taybetmendî ne tenê ji bo aboneyên Google AI Pro û AI Ultra, lê herwiha ji bo bikarhênerên planên karsazî û perwerdehiyê yên Google Workspace ên guncav jî tê pêşkêşkirin.
Karên yekcarî jî dikarin bêne çêkirin
Bikarhêner dikarin bi zimanekî xwezayî fermanan binivîsin da ku Gemini di saet an dîrokeke diyarkirî de karan pêk bîne. Bo nimûne, “Her sibeh kurtasiya salnameya min û e-nameyên nehatine xwendin bişîne” an “Her Duşemê ji bo blogê ramanan çêbike” wek kar dikarin bêne destnîşankirin. Herwiha, karên yekcarî yên wek “merîsîma xelatan kurt bike” jî dikarin bêne çêkirin.
Google bi vê nûvekirinê armanc dike ku Gemini bêtir proaktîf û jîr bike. Ji ber ku hevrikê wê OpenAI’ya ChatGPT jî bi heman awayî ji aboneyên xwe re bîranînên dubare pêşkêş dike. Di Google I/O 2025ê de, şirketê ragihand ku platforma Gemini dê bi demê re hê bêtir bi hêz bibe û modelên ku jêhatîbûnên ramîna wê zêde dikin dê werin pêşkêşkirin.
Çavkanî: https://www.theverge.com/news/681762/google-gemini-scheduled-actions-planned-tasks
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…