Dîrok: 06.06.2025

Gelî Musulmana!
Îro, deheyê Meha Zîlhîccê, cejna pîroz a Qurbanê ye, hemd û spasî ji Xweda ra ku dîsan em gîhandin van rojên pîroz. Selat û selam li Cenabê Pêxember be ku ew e yê hîkmeta cejnan bi me daye hînkirin û him selat û selam li al û yaranê wî be.
Gelî Musulmana!
Serê siba cejneka qurbanan da Cenabê Pêxember ewha deng li yaranê xwe kir: “İro karê me yê ku pêşiya pêşî emê bikin ew e, emê nimêja xwe ya eydiyê bikin, dûwra emê boraqê xwe serjêkin. Kî wisa bike bûye tabi’ê sunneta me.” (1) Em jî îro bûn tabi’ê sûnneta Resûl ê Ekrem û me milê xwe dan hev û seff girêda. Bûn yekrêz û yekdest. Ji dil û can me berê xwe bi Xweda da kir. Me bi hev ra nimêja eydiyê kir, hemd ji Xweda ra. Piştî lehzekî emê herin bi tekbîr û bi besmelan va boraqê xwe serjêkin.
Gelî Musulmana!
Qurban (boraq), ji me ra emanetê Xwedê ne. Wekî wer e, her kelîkî da bi wan ra bi dilbêşî muamele bikin. Bi ya vê şîreta Qasidê Xweda bikin إِنَّ اللّٰهَ كَتَبَ الْإِحْسَانَ عَلَى كُلِّ شَيْءٍ “Xweda ferman kiriye biweku her çi dikin bi awakî rind bikin.” (2) şûnê ku ji bona serjêkirina qurbanan hatine kifşkirin qurbanê xwe li wan deran serjêkin, kesê zane bera ew serjêkin. Piştî ku we qurbanê xwe serjêkirin, dornaga xwe paqijkin, der û doran pîs nehêlin, xelkê aciz nekin.
Qurban; li hev parvekirin e, alîkariya hev û din e. Qurban ew e; li ser sufra feqîrkî rûnî, bibî şirîgê dû’ayê sêwîkî. Xweda yê Jorîn difermê: “Ne goştê qurbanan ne jî xwîna wan digîhîje Xwedê. Bes teqwadariya we ye ya digîhîje Xweda…” (3) wekî wer e, İslamê çawa ferman kiriye welê rî’ayeta adabê alîkariyê bikin û hinekî ji goştê boraqa xwe li merivê xwe, li cîranan û li feqîr û xizanan belavkin. Hedar û aramê bixin nav malan û hezkirin û mehebbetê bixin ber dilan.
Gelî Musulmana!
Cejn, îkram û qenciya Xweda ne ku li bendeyê xwe kirine. Ya liyaqê cejnan, kêf û şahî ye. Ya li me ew e wê şahiyê ji malê xwe va bigrin derxînin kuçe û kolanan û gund û bajaran û bibin her deverê cîhanê. Dilê zar-zêçê xwe xweşkin, bi ciwanan ra wextek xweş bibuhurînin. Bîranînên mayinde di jiyana wan da bihêlin.
Ya liyaqê cejnan sileyê rehm e. Ya li me ew e; herin seredana dê û bavê xwe û merivê xwe û ji wan dû’ayê xêrê bistînin. Xwang û birangê xwe yê li şîfaxanan û li malê bêxwediyan in dilê wan şakin, wan jî bikin şirîgê vê şahiyê. Şehîdan û herçî kal û pîrên çûne axiretê bi dûayê xêrê yad bikin û bona wan daxwaziya efwê bikin.
Ya liyaqê cejnan, bi şakirinê va kêfxweşbûn e. Ya li me ew e, dilê sêwiyan xweşkin, derdê wan ra bibin derman.
Ya liyaqê eydiyan ew e, ef’uwkirin e. Ya li me ew e; yê ji hev xeyidîne wan li hev bînin; yekrêz û yekdest bin, biratiya xwe xurtkin.
Gelî Musulmana!
Di van rojê hanê kêf û şahiya cejnê da mixabin li Xezzê û li gelek deverê cîhanê kesên bêsûc û bêguneh di bin bombebaranan da û bêçaretiyê da çavê xwe li siba cejnê vekirin. Vê siba cejnê da gotî ji bîr nekin biweku musulman; xwang û birangê xwe bi destê zalim û zordestan da bernadin, wan bê alîkarî û neçar nahêlin û şerpeze nakin. Gohdariya vê fermana Cenabê Pêxember dikin ku difermê: “Musulman, birayê musulmanê din e. lê zulmê nake, wî radestî dijmin nake…” (4) destgîriya xwe ya maddî û me’newî ji wan para nadin.
Cejna Qurbanê; li hemû musulmanan pîroz be, bibe wesîla xêr û xweşiyê ji bona hemû beşeriyetê, bibe wesîla azadiya xelkê me û xelkê Filistînê û azadiya hemû mezlûmê cîhanê.
Ew tekbîrê teşrîqê ku banga اَللّٰهُ أَكْبَرُ اَللّٰهُ أَكْبَرُ الله أكبر لاَ إِلَهَ إِلاَّ اللّٰهُ وَاللّٰهُ أَكْبَرُ اَللّٰهُ أَكْبَرُ وَ لِلّٰهِ الْحَمْدُ roja ‘Erefê bi nimêja sibê ra me destpêkiribûn û heyanî roja çaran bi nimêja ‘esrê va biqedin; wan ji bîr nekin.
Xutba xwe bi ayeta hana sûreyê En’am bidawî tînim: قُلْ اِنَّ صَلَات۪ي وَنُسُك۪ي وَمَحْيَايَ وَمَمَات۪ي لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَم۪ينَۙ “Bêje: Nimêja min, qurbana min, jiyana min, mirina min bes ji Xweda yê rebbê ‘aleman ra ye.” (5)
1.Bûxarî, Îdeyn, 3.
2.Tirmizî, Diyat, 14.
3.Hecc, 22/37.
4.Mûslîm, Bîrr, 58.
5.En’am, 6/162.
Mela ‘Ebdûsselamê ŞADÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…