Perwerdeya Zarokan a Berê

Ji bo xwendina zarokan, dayîna seydayan mîna Tirkan şêweyekî taybet û naskirî nîne. Me’aşê heftiyane nîne.

Berî dema ku zarokan verêbikin ba seyda, li gora rewşa xwe her yek diyariyekê dide zarokê xwe ji bo ji seydayê xwe re bibe. Êdî tiştekî din nîne, heta ku ew zarok xitma Qur’anê bike (Qur’anê bidawî bike).

Eger ewî zarokî xitim kir, îcarê bav û dayika wî zarokî rojekê gazî seyda dikin, li gora halên xwe du û sê û pênc pezî û yan çêlekekê didin seyda, ew jî razî dibe. Wekî dinê dersên kitêb û meşqan ku dikin, ewan seyda xwerû bi xêra xwe dide. Ucret û kirê û heqdest nastînin.

Medrese û sîstema dersdayînê: Tenê ew mamoste û muderrisên medreseyan ku ucreta wan ji malê weqfê heye, wê ucretê distînin. Û muderris sibehan zû têne medreseyê û dersan dibêjin, heta nêzîkî êvarê, paşê diçine malên xwe.

Tenê rojên înê û sêşenban ta’tîl e. Muderris nayê medreseyê û feqî dersan naxwînin. Di wan rojên ta’tîlan de dewr û dersên ku berê xwendine, dubare dikin.

(Mela Mehmudê Bazîdî, Adat û Rusumatnameê Ekradiye)

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Jinên ducanî ji bêhna hertiştî çima me’dê xwe hevdikeve?

Sedema sereke ya gêjîbûn û vereşîna jinên ducanî ji bêhnan ev e: guhertinên hormonan û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *