Te qet leymûnek birrî û li tenişta nivîna xwe danî? Dibe ku ev yek ecêb xuya bike… Lê leymûnek bibire û li tenişta nivîna xwe bide, ev ji bo tenduristiya te gelek feydeyan dide.
Leymûn ji ber gelek taybetiyên xwe yên dermankirinê tê naskirin. Bîna leymûnê mirov xweş û nûjen hîs dike. Lê ji bilî bîna xwe, ji aliyê tenduristiyê ve jî gelek feydeyên wê hene. Ji ber ku vîtamîna C ya wê zêde ye, em dizanin ku leymûn pir bi feyde ye. Em leymûnê di çayê de, dema xwarinê çêdikin an jî ji bo nexweşiya sermaşîbûnê bikar tînin. Lê leymûn xwedî taybetiyên din ên ecêb e.
Bîna leymûnê ne tenê ji bo odê xweş e. Tenê çend pariyên leymûnê bibirrin û berî razanê wan li tenişta nivîna xwe danîn. Gelek lêkolîneran îspat kiriye ku pariyek leymûn li tenişta nivîna te gelek feydeyên tenduristiyê dide.
Gelo leymûn li tenişta te çi dike?
-
Te rehet dike û xew te xweş dibe
Ger tu nikarî baş razî, pariyek leymûn li tenişta xwe bicîh bike. Tu yê xwe rehet hîs bikî û xew te baştir bibe. -
Tenduristiya te baştir dibe
Bîna leymûnê ne tenê xweş e, lê di heman demê de antîbakteriyel e. Ger pozê te girtî be, bîna leymûnê alîkarî te dike ku hêsan razî. -
Tansiyona xwînê kêm dike
Leymûn tansiyona xwînê dadixe. Ger pirsgirêka te ya tansiyona bilind hebe, leymûn dikare bibe hevalê te yê herî baş. -
Stresê kêm dike
Bîna leymûnê stresê ji holê radike. Ev bîn te rehet dike û şevê xew te xweş dibe. -
Bala te û hizra te zêde dike
Ger tu her roj bîna leymûnê bikşînî, tu yê li ser karên xwe bêtir baldar bibî. Hizra te û bîra te xurtir dibe. Bîna leymûnê sibehê te hişyartir dike. -
Mêş û kêzik te aciz nakin
M Êş û kêzik ji bîna leymûnê nefret dikin. Leymûn kêzikan dûr dixe. Ger mêş şevê te aciz dikin, pariyek leymûn li tenişta xwe bide. -
Asta serotonînê di laşê te de bilind dike
Bîna leymûnê asta serotonînê zêde dike, ev jî alîkarî te dike ku tu baş razî. Xewa xweş tê wateya ku sibehê tu yê zindîtir rabî. -
Hewaya odê paqij dike
Pariyên leymûnê hewaya odê te nûjen dike û kalîteya hewayê baştir dike.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…