Tendurustî | Ji Bo Xûrtkirina Hiş Heft Pêngav

Stresa jiyana rojane û bandorên cuda dibin sedema pirsgirêkên hişî. Pispor diyar dikin ku bi tedbîrên piçûk mirov dikare rê li ber bîrkoriyê bigire.

Heft pêngavên ku hişê mirov xurt dikin ev in:

1. Ji bo tiştên jibîrkirinê, ciyekî danînê diyar bikin.

2. Nîşeyan bigrin. Ji bo karên rojane an jî hevdîtinên xwe nîşeyan bigirin.

3. Bi dengekî bilin peyvan bibêjin. Mînak bibêjin “min derî girt” û bi vî avayî dê bê bîra we ku we derî girtiye.

4. Ji nîşaneyên dîtbarî sûdê werbigrin.

5. Ji bo ku hûn agahiyek ji bîr nekin dîmenan di hişê xwe de biafirînin.

6. Ji bo ku tiştên ku hûn dixwazin bê bîra we pêşî laşê xwe bi egzersizan rehet bikin û li ciyekî bêdeng bifikirin.

7. Baş rakevin û xewa xwe baş bigirin. Mêwe, sebze zêde bixwin, zêde avê vexwin û spora rojane bikin.

Çavkanî: Salnameya Nûbiharê 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çend Nexweşî

Jarbûna Bazên Dil: Dil, xwe li gor tevgera bedenê dilivîne û dipîve. Beden çiqasî di …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *