Însanan bêbextî li keran kirine

Însan korfahmên xwe, ehmeqên xwe dişibînin keran, ji wan wetnê ker heywanên herî ehmeq in. Lê ne rast e, neheqiyê li keran dikin.

Kerên ehmeq, kêmaqil tune ne. Ker, heywanekî pir baqil û pir xebatkar e. Însên ev bêbextî çima lê kirine nizanim.

Hafiza keran pir xurt e. Ker, riya carê tê ra çûbe tu carî ji bîr nake. Lema karwan keran dikin serkêş û rêberên devan.
Deve ji viya bi gazin e, lê rêberekî ji ker baştir jî nabîne, nikane bibîne.

Ker, korta carê tê wer bûbe ji bîr nake, careke din di wê kortê wer nabe. Gava nêzî kortê dibe riya xwe diguherîne.

Ker, zivistanê li ku derê di heriyê keve, havînê di wir ra nare, riya xwe dadigerîne.
Ker, avzêma carê ketibê, careke din nigê xwe bi wê derê nake.

Însanên ne carekê tenê, deh caran hatibin xapandin, cara yanzda jî dixapin pir in.
Ker, çêyiya pê hatibe kirin jî ji bîr nake, xerabiya pê hatibe kirin jî ji bîr nake. Çimkî ker ne heywanekî nankor û bêwefa ye.
Lê însanên bêwefa û nankor pir in.

Însên hesp di ser ker û mankerê ra dîtine, ji bo wê jî tim pesnê hespê dane û ker jî biçûk xistine. Mesela gotine:

-Meriv ji hespê xeyidî dibê nebe hevalê kerê. Yê ji ber xeyda ji hespê bibe hevalê kerê, ciyê herê axur e.
Him wiha gotine, him jî ehmeqiyên pir xerab kirine.
Ma ehmeqiyeke ji hevaltiya dijmin, ji hevaltiya dewleta welatê te dagir kiribe xerabtir heye?
Hevaltiya bi xwediyên dewleta dagirker ra ne tenê ehmeqî ye, bênamûsîye jî.
Yek bi zor xaniyê te ji te bistîne, têkeve nav mala te û tu jî xizmetkariya wî bi dilxweşî qebûl bikî bênamûsî ye. Însanên vê bênamûsiyê qebûl dikin, jê hez dikin pir in.

Zinarê Xemo-zinarexamo.blogspot.com

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *