Ji Nûbiharê 4 Pirtûkên Nû DERKETININ

Navî Pirtûkê: Hinekirî mane guliyên şevê

Nivîskar: M. Zahir Kayan

 

Ev berhema M. Zahir Kayan a dawî, ji 696 şiîran pêk tê. Her yek ji wan, bi terma gatayê hatiye binavkirin. Wî peyva gatayê ji bo şiîra xwe daniye; lewra di Îrana qedîm de lawijên herî kevnar, şiîra herî dêrîn, qewl û gotinên gatayê ne. Wî peyva gatayê ji bo dax û baxê dilê xwe kiriye behane. Belkî wî bi gotina gatayê, rola şiîra Kurdî derxistiye asteke pir muema, û di vê dîwanê de daye dû vê muemayê…

Hinekirî Maye Guliyên Şevê, berhema sêyem a M. Zahir Kayan e. Beriya vê, bi navê “Hîç” û “Asoya Peyvên Sermest” du berhemên wî yên din di Nûbiharê de hatine weşandin. Her sê dîwanên wî jî ji hêla naverok û teşeya şiîrê ve dişibin hev; lê ciyawaziya ya dawî ev e ku bal û pala xwe dide hin taybetmendî û nuansên ristên nezm û lîrîzma kilaman û şiîra Kurdî ya ku ji rehên antîk ên Îranî û Rojhilatî sûd wergirtiye. Di vê pirtûkê de, estetîka lawij û kilama Kurdî bingeha şiîra wî ava kiriye. Ew vê carê ketiye pey şopa vegotineke antîk û qedîm.

gata(hestên ‘Orxe’)

“…ji agir gulekê çêdikim, hem diyarî ye, hem jî çira ye ji bo te; gava ku ro bihele, eşq biheşife, bila tarî kenê te neêşîne gidî…”

gata(hez dikim)

“…hez dikim ji çiyayên asê, ji refê qulingan, bi eqlê dil şivanê askan im ez; hez dikim ji ‘Çûka Mûalav’ ya ku hêlîna xwe di nav qoçên gakûviyekê de honaye, wa Siyabendê neçar im ez…”

 

FİYAT: 200.00 tl

ISBN : 978-625-6605-25-1

SAYFA SAYISI: 216

EBAT: 13,50 x 21,00 (cm)

DİL: KÜRTÇE

TÜR: ŞİİR

Navî Pirtûkê: Çerçiyê Taxê

Nivîskar: Kenan Erdenci

 

Kenan Erdenci, di vê berhema xwe de bi kurteçîrokan me dibe “Demên Xwerû” yên ku “ciwan ji nişkave xwe didine ser riya çûn û nehatinê”, ew demên ku “Çerçiyê Taxê” bi erebeyên hespan xeyalên zarokan dixemilînin…

Çîrok bi uslûbek xweş, behsa rasthatina civaka Kurd a kevneşopî ya bi siyaset û jiyana modern re dikin. Trajediyên di van rasthatinan de bi çavên vebêjerên zarok vediguhêzin îroniyên mirov dibişirînin.

Çîrokên ku bêhna şahidiya demekê ji wan difûre, bi uslûba xwe, bi zimanê xwe yê herêmî, xwendinek bi çêj ji xwendevanên xwe re wad dike.

 

FİYAT: 150.00

ISBN: 978-625-6605-16-9

SAYFA SAYISI: 112

EBAT: 13,50 x 21,00 (cm)

DİL: KÜRTÇE

TÜR: HİKAYE

Navê Pirtûkê: Vîr û Vate

Bi Kirdkî (Zazakî) Sohbetî, Kultur, Ziwan, Edebîyat, Sîyaset, Hûner

Yazar: Seyîdxan Kurij

 

Mi 1991 de bajarî Almanya Duisburg de dest bi viraştişî bernameyî radyo kerd. O wext mi dest bi karî rojnamewanî û roportajkerdişî zî kerd. O wext ra heta ewro ez sey yew rojnamewanî amatorî roportajan virazena. Mi zaf waranê kurdnasî de xebat kerda, la ez karê roportaj kerdiṣ ra zî zaf hes kena. Ez hem bi keyf roportaja wanena, hem zî bi keyf roportajan virazena. Mi hema-hema her hetî cematî ra însanan de roportajî kerdî. Mîyanî înan de polîtîkker, nuştox, hunermend û merdimî kalî estî. Taye roportajê mi zaf dergî û ser o minaqaṣa zî ameyê kerden. Hem kurdkî (kurmanckî, kirdkî) hem tirkî hem zî almankî roportajî mi estî. Yew qismî roportajan mi kîtabî xo yo “Bi Vateyî Şahidan Hareketî Şêx Seîdî” (bi tirkî) de neşr kerdî. Ez xeylêk wexto ke fikrîyena ke nê roportajan sey kîtaban neşr bikerî. Labelê, mi waşt ez verî roportajanî kirdkî neşr bikerî.

No kîtab de roportajî ke mi 22 kesande kerdî estê. Nê roportajî cuwa ver cîya–cîya kovar û rojnameyan de ameyî neşr kerdiş. O rid ra mi zaf mudaxeleyî ziwan û tedeyî (muhtewayî) înan nêkerd. Çunke, nê roportajî hinî bîyî belgeyî. Heto bîn ra roportajî wextanî cîya–cîyayan de virazîyayî, no rid ra zî mi o qeyde verdayî.

Eger, no kîtab sey yew belgeyî bîblîyografyayî kirdkî rê bimano, ez do pê keyfweş bibî.

 

FİYAT: 180.00 tl

ISBN : 978-625-6605-26-8

SAYFA SAYISI: 192

EBAT: 13,50 x 21,00 (cm)

DİL: KÜRTÇE

TÜR: ŞİİR

Navê Pirtûkê: Delala Dînik Rastiyeke Geliyê Zîlan

Nivîskar: Salih Serhedî

 

Romana Delala Dînik, qala komkujiya Geliyê Zîlanê dike. Delala bedew û xama jî di wê komkujiyê de malbat û dergîstiyê xwe winda dike.

Ew bi xwe jî piştî çend şevan di bin cinazeyên birîndaran de çavê xwe vedike. Lê mixabin ew komkujiya ku li ber çavê wê diqewime dibe sedema dînbûna wê.

Piştî ku li herêma Geliyê Zîlanê kevir li ser kevir namîne, Delal xwe diavêje deşt û çiyayan, tî û birçî bi rojan li derve dimîne. Demekê şûnde Delal li Erdîşê xwe diavêje mala Helîm Xoce. Helîm Xoce li wê xwedî derdikeve û wek bavekî nêzîk dibe. Lê mixabin piştî çend salan Delal bi awayekî hovane, bi destê çend kesên qeşmer tê kuştin.

Ev bûyera han, hê jî wek çîrokeke dilsoj di nav gelê herêmê de tê gotin…

 

FİYAT: 160.00 tl

ISBN : 978-625-7383-92-9

SAYFA SAYISI: 128

EBAT: 13,50 x 21,00 (cm)

DİL: KÜRTÇE

TÜR: ROMAN

 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *