Kurikê Ku Parsêla Cenetê Difiroşe

Jinek li ser rê dibîne ku kurikek rûniştiye çoyê xwe girtiye erdê xêz dike. Ev bala jinikê dikşîne, bi rûkenî jê dipirse: Ji bo çi erdê xêz dikî?

Zarok: Ez erdê cenetê parsel dikim û difiroşim.

Jinik zanibû ku erdê cenetê nayê firotan lê jê re: Ka parselekî bide min, ez ê pere bidim te

Zarok dibêje: Parselek 20 baqnot

Jinik 20 baknotan derdixe didê û diçe

Jinik diçe malê çend roja disekine, di xewnê de xwe di cenetê de dibîne. Paşê xewnê ji mêrê xwe re dibêje.

Xweşa mêrik diçe, mêrik ji xwe re ez jî herim ji xwe re parsêlekî bikirim.

Mêrik diçe wî zarokê dibîne. Ji zarok re: Tu çi dikî?

Zarok: Ez erdê cenetê parsêl dikim û difiroşim.

Mêrik: Ka persêlekî bide min, bihayê wê çiqas e?

Zarok: Dibe lê qeweta te nagîje ku tu bikirî, pir biha ye, sed hezar baknot

Mêrik: Wê rojê te parseleki bi 20 baknota dabû xatûna min

Zarok: Apo, jina te zanibû ku erdê cenetê nayê firotan û parselkirin, ne ku parsêla cenetê bikire, ji ber ku dilê min xweş bike 20  banknot dabû min.

Ma tu ewqas cenetê erzan dibînî

 

Amadekar: Paşa Amedî

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *