Bi Nêx re Galegalin

Hînakê salek ji min re maye ku unîversîteyê biqedînim. Digel ku beşê min kurdî ye jî, dibêjim qey bibe “Hec” jî ez ê hew lê vegerim. Tevî vê bêdiliya xwe ya bêhed jî, wî cegerî di xwe de nabînim ku dev jê berdim. Hema bêje ez û karmendiya dewletê ji hev bêminnet in, lê dibêjim qey heger rojekê kurtejînenigariya min li destpêka kitêbekê bê nivîsandin, wê ne xerab be ku tê de bê ku xudanê dîplomayekê bûme. Ji bo ev kêmasî ji xwînerên min ên paşerojê ve nexuyê, zorê didim xwe ji bo nîvçe nehêlim û kuta bikim unîversîteya ku devê min lê nagerre bêjimê “zanîngeh”. Û her ku ji nûçeyekê pêrgî kurdekî/ê têm ku li welatekî ewropî mi‘ameleyeke insanî dîtiye, tew bûye wezîrek an jî bi awayekî ji awayan bilind kiriye ser û navê me; dilê min gelekî bi min dişewite û ew metirsî li min hasil dibe ku wê jiyana min a piştî unîversîteyê jî ne dûrî ya niha be; tijî be bi nediyariyan, bi zikekî têr bi çarên birçî. Ji loma, bi tenê laşê xwe li vir dihêlim û bi razberî, xwe bêrî dikim ji vir. Lê, rê û dirban nizanim, taqet û xîreta min jî nîn e ku bi wan xwe li behrekê biqewimînim û xwe bigihînim ‘erdeke aramtir.

Girêk wiha li ser hev lod in, ji lewre ye ku; bêyî ku wan jev veçirrînim, li xwe danayînim xwe bi xwendinê ve biştexilînim û xwe ji bîr bikim. Nizanim bê wê çawa bibe, lê luks û negengaziyek e xeyala jiyaneke karkeriyekê jî, ya bêhnfireh î mitewazî ya li Batman an jî Diyarbekirekê, ku wê yê ez nêzî mirov û miriyên min bihiştama. Ji ber vê negengaziyê seraqet Stockholmek, Parîsek, Londonek dikevêje kezeba kêlî û quncika ez lê me; nahêle wekî nûciwanên li derdora xwe tiştinan di ser guhên xwe re biavêjim.

Belê, neteweperwerî! îdeala ez ê dîrokê bi navê xwe şa bikim, dike ku dilê min xwînê di rehan de bigerîne û dibêjim ku qeder e; negazinîne zêde, biwêre, xwe qurre meke û şiyanine xwe bifiroşe otorîteyekê, partiyeke kurdî ya neteweperwer, da ku ew jî xwedîtiyê li te bike; da ku tu hest pê bikî ku ne takî bitenê bûyî li darê vê dinyayê… Tevî ku tu yê hilneyêyî jî di qalibên siyasetmedarekî tisî de vê yekê bike!

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *