Di bin ronahîyê de razan, kare rîska nexweşîya dil û nexweşîya dîyabetê zêdetir bike

Li gora lêkolînên dawî, di bin ronahî yê de raketin bandorekî nebaş li ser sazûmana dil û glîkozê çêdike. Yek ji wan lêkolînan li Chîcago ya zanîngeha Nortwestern hatiye kirin. Wan da zanîn ku dema razanê de ronahîya hawîrdor dikare li ser pergala dil û damar û asta glîkozê bandorek nebaş çêbike; rîska nexeşîya dil, nexweşîya şekir û sendroma metabolîkê zêdebike. Di vê xebatê de tê dîtin ku dema xewê de lêdabûna dil zêde dibe û asta însulînê sibehan bilindtir tê tespît kirin.

Berînga xebatekî pêbawera 2019 de hatibû destnîşankirin ku, ronahîya çêkirî wek ya televîzîyonê yan jî lembaya şevê qelewbûna jinan ve têkilîya xwe heye. Dîsa wê xebatê dahabû zanîn ku dema razanê de ronahî bandorek neyînî li ser sazûmana metabolîkê çêdike.

Meriv kare bêje ji bo xewek kûr û bi tendirustî cîhek bêdeng û tarî bo sihetê çêtire. Hemin fîyeta cereyanê dikin agir bira cêbên me bidin, werin em ji xwe re dema razanê de lembayên xwe bigirin.

Çavkanî
-Light exposure during sleep impairs cardiometabolik function, march 14, 2022, PNAS
-Association of Exposure to Artificial Light at Night While Sleeping With Risk of Obesity in Women,
june 10, 2019, JAMA
-Sleeping with the light on may increase diyabetes risk, march 23, 2022 MedicalnewsToday

Dr. Serkan Aram

Etîket: Dil, dîyabet, nexweşî, Polylang KMR, qrîz, rîska nexweşîya, Tenduristî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Li hember serma standinê divê em kijan tedbîran bistînin?

Rêza Fêkîyên Bi Herî Sûd

Fêdeyên Qalikên Gûzan

Xewa Îdeal Çend Saet in?

Sedem û Encamê Trawmayan

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle