Ji caran carek rovî û marek
Rastê hev hatin li binê darek
Her çi hikmet be her du bûn heval
Li wir bi hev ra man bi meh û sal
Dem hat bêhnteng bûn ji evî warî
Sibehek rabûn hêj dinya tarî
Ji bo wargehek xweşiktir û nû
Ketine di rê ev wisa bi zû
Di seferê da dît mamê rovî
Va bimirût e ew marê kûvî
Jê pirs kir, gotê: Ha destebira!
Te sîma tirş e gelo ji çi ra?
Mar bersiv da got: Birayê delal
Rê pir dirêj e min nema mecal
Gelek xweş diçî wek te neşêm bêm
Ji ber vê yekê xwe dibînim kêm
Ya qenc ew e tu ji min bigere
Vê seferê bi serê xwe here
Rovî li marî vegerand wiha
Got: Ey dostê min ê giranbiha
Evê ji xwe ra qet tu neke xem
Ma ne ji rojên teng ra hene em?
Fetlên xwe li min bipêçe tu baş
Ez ê te bibim ji a niha paş
Pêşniyariya rovî ya maqûl
Mar bi dilek şad sifta kir qebûl
Di ewê kela havîna wek doj
Rê dewam kirin van bi şev û roj
Rovî ji rehtan nexweş ket hingav
Bi kutek û zor diavêtin gav
Hatine li rex çemek boş û hir
Cihê diçûnê hindik ma ne pir
Mar dîsa gote rovî: Birê min
Ji evî çemê li hemberê min
Kifş e nikarim biçim wî alî
Tu jî dev berde ji vî ‘evdalî
Li ser vê yekê rovî ev got bes:
Di nîvê rê da nahêlim tu kes
Çendî zehmet e ma nîn e çare?
Xwe li stuhê min bigir dûbare
Mar xwe aland li stukur û gerî
Rovî da avê çû bi suberî
Di wê hînê mar bi hêdî hêdî
Dişidand stuh li dostê ebedî
Di ber ra jî ev hêwanê nankor
Digote rovî: Birako bibor
Divê niha te bikujim teqez
Fitreta min e ma çi bikim ez?
Ji vê gotinê rovî ma heyret
Lewra ev hêvî jê nedikir qet
Gote mar: Çima tu wiha dikey?
Ma destbirayên hevdu nîn in qey?
Ew qas min li te kir qencî û xêr
Nayête pîvan di gel zîv û zêr
Werhasil çiqas di ber marî da
Nekir pênc pere tev çû bereda
Rovî hinekê xwe hişt bê pêjin
Pişt ra got: Baş e ma em çi bêjin?
Madem qetla min di destê te ye
Tenê ricayek min ji te heye
Beriya bimrim dil divê yek car
Bibîne çavê te yên reşkubar
Mar ji xwe ra got pirsgirik nîn e
Ji ber stuhê wî di destê min e
Çawa da nîşan ewî çavê xwe
Rovî di cih da ser xist devê xwe
Marê gewr kuşt û kêşa qeraxê
Bejin rast kir li ser xîz û axê
Û gote marê bê rih û bê can:
Di gel kesên xwehr nabim dost heyran
Yên wek te niha rast ez dixwazim
Çimkî ew in yê her û her lazim.
Memê Miksî