
Zarokeke 10 salî ya bi navê Sorxwîn Sedûn stirandina payîzokan li ser medyaya civakî di heyama çend rojan de deng veda.
Sorxwîn Sedûn ku ji Dêrîka Rojavayê Kurdistanê ye bi dengê xwe rih da berhama herî dawî ya Mehmûd Berazî “Peyizok”.
Ev berhem weke klîp şapka belavkirin, ku Şêro Hindê derhêneriya wê kiriye, li ser medyaya civakî dengvedaneke mezin ligel xwe anî.
Xelkê herêma koçera û bi taybetî xelkê gundê Besta Sûsê, Sêgira, Siwêdî di klîpê de beşdar bûne. Ev klîp berheme Productiona Pargîn e.
Bavê Sorxwîn Sedûn, Xalid Sedûn jî dibêje ku ew bi dengê keça xwe gelekî kêfxweş û serbilind e.
Payîzok, navê meqamekî dengbêjiyê li herêma Botan û Colemêrgê ye. Ev meqam di rewşên asayî de bêyî alavên muzîkê tê gotin. Di şêwaza gotinê de tişta balkêştirîn pêlpêlkirina deng di gewriyê de ye. Gelek stran û klamên dîrokî bi vê miqamê hatine gotin.
Ji rûpela rudaw.net ê hat standin
Ji bo guhdarkirina videoyê bitikînin: LÎNK
Gotara berê: Seyda û Feqî
Gotara piştî: Pirtûkên Kurdî, ku di salên 1929-1953an da li Ermenîstanê çap bûne
Gotarên Têkildar
Têkilîya dengbêjiyê bi adet, merasim û mekanên civakî re
Pênaseya Serkeftinê: Pere, Keyfxweşî an jî Tiştekê dî?
Di Çarçoveya Postkolonyal de Xwendina Tivinga Bavê Min: Zarokatiyeke li Kurdistanê
Di Dîroka Dijî-Mêtingeriyê de, Çirûskeke Netemirî: Steve Biko

