
Gelî ciwanan qedrê dê û bavê xwe bizanin! Jibîr nekin roj hebe hun jî kal û pîr dibin, hun ji dê û bavê xwe ra çawa bin zarokên we jî wê ji we ra wisa bin!
Dibên yekê bavê xwe yê kal kir sivîkî ku bive bavêje daristanê, ku li wir bimire.
Kurê wî pirsî “bavo tu kalê min kuva dibî.”
Got “lawô bavo êdî kal bûye, bavêjim daristanê bila li wir bimire.”
Lawik got “bavô dema te kalê min avêt, siviyê navêje bi xwe ra bîne, ku tu kal bibî, ezê jî te bikim vê siviyê bavêjim!
| Pêşiya gotine dunya bi dor e! Yani mirov çi bajo wî diçine, mirov çi bike ew tê serê mirov.Zemanê berê qedrê dê û bavan zêde dihat zanin. Dema ji dê an jî, ji bavê an jî herduk bi hevdu ra pîr û kal bibûna, an nexweşketina, zarokên wan bi salan wan xwedî dikirin, qet eniya xwe jî nediqerçimandin. Lewra silayê rehim hebû, lewra hej civak ewqas ji hevdu dur neketibûn. |
|
| Ev dema xirava ku bi ser me da hat û ku bav û kur û kalik bûn heval, wê demê hurmet jî, silayê rehim jî, mezinayê û biçûkayî ji nava me rabû.
وَقَضٰى رَبُّكَ اَلَّا تَعْبُدُٓوا اِلَّٓا اِيَّاهُ وَبِالْوَالِدَيْنِ اِحْسَانًاۜ اِمَّا يَبْلُغَنَّ عِنْدَكَ الْكِبَرَ فَلَا تَقُلْ لَهُمَٓا اُفٍّ وَلَا تَنْهَرْهُمَا وَقُلْ لَهُمَا قَوْلًا كَر۪يمًا Gelî ciwanan! Qedrê dê û bavê xwe bizanin! Lewra heqê dê û bavê pirr zêde ye liser mirov. 1- Gerek mirov ji wan ra xizmetê bike! Yekî got Ya resûlellah diya min muşrik e, ku ez je ra xizmet bikin caîz e? Peyxember got: Ji diya xwe ra qenciyê bike, qedrê wê bizane. 2- Dibê cînarê Peyxemberan: 3- Gerek mirov qencayê bi wan bike dilê wan xweş ke. Di vî warî da gelek bi navê hedîs û gotin hene, le naxwazim direj bikim. Gelî ciwanan! Cîranek me hebû, zarokên wî heya neynûkên wî jî jêdikirin dîsa jî digot Xwedê bela we bide, we lingên min êşand. Dîsa jî zarokên wî dikeniyan, digotin bavo em careka din zêdetir diqet bikin. Min bi xwe ji wan zarokan ra pirr dua dikir, min digot Xwedê Tu ewladê wiha bixer bi her kesî. Bi awahê maddî jî heqê wan li ser we heye. Rojekî ez û bavê xwe li ber derî rûniştibûn. Otobûsa gund ji Mûşê hat, birakî min jê peya bû, di herdu destan da jî torbên tijekirî hebû. Xanima wî û kurê wî heman çûn alîkariya wî. Belê gelî ciwanan dema dê û bavê we sax bin qedrê wan bigrin! Bele gelî xuşk û bira gelî ciwanên qedir bilind! Dixwazim suhbeta me bi du minakan biqedînim. Yek jî çirok e: Muhammed Nureddin Yekta (Ev nivîs ji vê mnyekta.com hatiye wergirtin) |
|
Gotara berê: Cudahiya di navbera çîrçîrok û çîrokê de
Gotara piştî: Xwendina pêşîn divê bi kurdî be
Gotarên Têkildar
Tu dixwazî bila Ehmedê Xanî mamosteyê te be?


