Li Amedê 1100 Zarokên Êzîdî Bi Kurdî Dixwînin

Şaredariya bajarê mezin ya Amedê îsal ji bo perwerdehiya zarokên Êzidî dibistan, kreş û odeyên lîstikan hatine vekirin, her wiha 30 mamoste perwerdehiyê didin hezar û sed zarokan. 

Ji bo ku zarokên Êzidî derûniya şer a li ser xwe biavêjin kreş û odeyên lîstikan hatine vekirin. Li vir 550 zarokên emrê wan di navbera 3-5 salan de tê guhertin perwerde dibînin.

Li vir zarok weke 6 koman hatine dabeşkirin û ji aliyê perwerdekarên Komeleya Piştgiriyê a Jiyanê ve jî perwerdeya kurdî tê dayîn.
24
Ji van koman 3 beriya nîvro û 3 jî piştî nîvro perwerdeyê dibînin. Di demên vale yên zarokan de jî perwerdeya weke werzîş, wênexêz, drama û têkiliyê perwerde tê dayîn.

Hatiye ragihandin ku perwerdeyek nêzî ya başûrê Kurdistanê tê dayîn û mamoste bi kurdî û bi tîpên latînî perwerdeyê didin û ji van mamosteyan 29 Êzidî ne.

Çavkanî: hawarnet.org

About Rêvebir

Check Also

Kîjan rewş nîşanên bêwefayiyê ne ji bo hevjînê/a me?

Di têkiliyeke evînî / zewacê de nîşanên bêwefayiyê / sadaqatê (an jî gumanên xurt ên wê) …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *