
Zerya sîya te, xwe li çavên min dike mêvan
gewdeyê min dihejîne!..
bi pêşna meşa te a awarte
serê min xwe dihejîne ..
wekî serxweşekî ..
di daristanên porê te de ..
xwe didizim ..
û vedişêrim ..
jibo kulîlkên di çavên te de neçilmisin ..
awarte ye hemû tevgera min
Zerya !..
ditirsim ku te nebînim
destê xwe li gustîlkên porê te dialînim
û bêhn dikim …
naxwazim herim
û xwe vedişêrim
di daristanên porê te de Zerya !..
Bawer Yekta
Gotara berê: TEZEKE HÊJA: BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎN
Gotara piştî: Perwerdeya Taybet
Gotarên Têkildar
Gelo ma wexta çîrçîrokên kurdî çû ye?
Ji Kaniya Gel Çend Xebatên Folklorî

