Ji PENa KURD Rojên Wêjeyî: “Nirxandina ango pêveçûna Îslama siyasî di wêjeya Kurdî de”

Navenda PENa KURD di navbera 3-5ê Tebaxa 2018an li bajarê Braunschweig a Niedersachsen/Alemanyayê
di bin diruşma “Nirxandina ango pêveçûna Îslama siyasî di wêjeya Kurdî de” Rojên Wêjeyî li dar dixe.
Yên ku bixwazin karin tevlê bibin, Vexwendname û mercên PENa KURD li jêr e:

Vexwendname

Gelî birêzan,
Navenda PENa Kurd wê di rojên 03.08 – 05.08.2018an de li bajarê Braunschweig /Almaniya çalakiya Rojên Wêjeya Kurdî di bin sernavê Nirxandina Islama Siyasî di Eyneya (neynika) Wêjeya Kurdî de bi rê ve bibe. Di vê çalakiyê de wê 40 nivîskar, helbestvan û weşangerên Kurd ji Kurdistanê û ji derveyî Kurdistanê beşdar bibin. Emê gelekî dilşa bibin, ku Tu jî di van rojên wêjeyî de di nav me de bî. Her wêjevanek wê bi kurtî xwe û berhemeke xwe pêşkêş bike. Di navberan de hûnermendeke/î kurd bi mûzîka xwe wê civînê geş bike. Mebesta me ji vê çalakiyê ew e, ku em ji nêzîk ve hev û berhemên hev nas bikin, ji ezmûneyên hev hîn bibin, giyanê hevpejirandin û dêmokratiyê di nav xwe de xurttir bikin.
Mercên beşdarbûnê:
1. Vexwendname vekirî ye, ew ji her wêjevaneke/î kurd re ye
2. Derdanên rê her kes bi xwe dide
3. Derdanên cihê civînê 165,00 € ne, ew ji bo 2 şev xew (odeyeke yekkes), 6 danên
xwarin û vexwarinê ne.
Navnîşan : DJH Jugendherberge Brauschweig
Wendestraße 30
38100 Braunschweig / Deutschland
Navenda PENa Kurd Postbank Hamburg
IBAN: DE76 2001 00200001 122207
BIC: PBNKDEFF
Di bernameyê de serdana bajêr heye. Bilezîne cihekî li ser navê xwe bigire, emê bi hatina Te gelekî dilxweş bibin.
Komîteya Amadekar
Dr. Zerdesht Haco
Xiyasedin Zaroj Stêrk
Alan Pîrê
Dawid Yesil
rojen-wejeyi-2018@pen-kurd.org
Têbînî: Pereyên ku ji bo navnivîsandinê werine şandin, nema dikarin li xwedî vegerin.

Etîket: Çand, Civakî, pena kurd, Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Tarîtî û Ronahî

“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle