Ji Helbestvan Vehbî Vural Du Pirtûkên Nû

Du heb pirtûkên helbestvan Vehbî Vural yê nû derketin. Her du pirtûk, pirtûkên helbestan in.

Beriya ku em pirtûkan binasin, em helbestvan bi kurtayî bidin nasandin. Helbestvan, 1971 de ji dayîk bûye, ji gundê Oxizayî girêdayî navçeya Malazgirtê ye ku ew jî girêdayî parêzgeha Mûşê ye.

Helbestvan, li zanîngeha Anadoluyê beşa Sosyolojiye qedandiye. Du re jî, li zaningeha Muş Alparslanê di beşa Kurdolojiyê de lisansa bilind kiriye.

Di sala 2011 an de wergera wî ye “Rîsaleya Nexweşan” hatiye weşandin. Di sala 2015 an de jî, digel Huseyn Şemrexî wergera “Cewşena Mezin” kiriye. Ev her du pirtûk jî, ji terefê “Weşanxanaye Zehra” ve hatine weşandin.

Di demek nêzîk de, du heb pirtûkên Vehbî Vural yê helbestan hatine weşandin

Pirtûka yekem, bi  navê GAZÎ ye, ji helbestên Kurdî pêktê. Pirtûk, 106 rûpel e. Mijarên helbestan, cûr bi cûr in. Ji ber ku helbestvan peyv bi baldarî bi cih kiriye û hevok xweş hûnandiye, xwendina pirtûkê hêsay û bi kêf e. Pirtûk, ji “Weşanên Na” derketiye.

 

Pirtûka duyem, bi navê HAYKIRIŞ e û ji helbestên Tirkî pêktê. Pirtûk, 92 rûpel e. Mijarên helbestan, cûr bi cûr in. Di vê pirtûkê de jî, helbestvan peyv bi baldarî bi cih kiriye û hevok xweş hûnandiye, xwendina pirtûkê hêsay û bi kêf e. Pirtûk, ji “Weşanên Na” derketiye.

Ev her du pirtûkên delal, li benda xwendevanên xwe ne. De kerem bikin bistînin û bixwînin…

Ji bo sparîşa pirtûkan Tel: 0532 274 49 21

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Başûrê Kurdistanê I Bajarê Zaxo

Navê Bajarê: Zaxo Cihê Îdarî: Parêzgeha Dihokê, Herêma Kurdistanê ya Federal, Komara Iraqê. Erdnîgarî: Li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *