Li Çînê kuryeyê robot dest bi xizmetê kir

Li Çînê fîrmayeke e-ticaretê bi kuryeyê robot a wesayîta rê ya bêmirov, dest bi xizmeta kargoyê kir.

Li gorî nûçeya ajansa Şinhuayê, li paytext Pekînê fîrmaya e-tîcaretê Jindong bi kuryeyê robot kargoya ewil şand Zanîngeha Renmîna li herêma Haydienê.

Kuryeyê robot di saetekê de bi leza 3-4 kîlomêtre diçe û herî zêde 50 kîlo kargo dikare hilde. Li ser wesayîtên bi navê kuryeyê robot tên nasîn pergala radara lazer û kamera hene. Bi saya vê pergalê robot di rêyên çal û kort de naçe û lembeyên trafîqê nas dike.

Kuryeyê robot, rêya herî baş a navnîşana ku dê kargoyê bibe, tespît dike û 5 deqîqe beriya ku kargoyê teslîm bike, ji xwediyê kargoyê re peyamê dişîne. Xwediyê kargoyê bi pergala terîfkirina rû an jî bi şîfreyeke alîkar kargoyê teslîm digre.

Fîrmaya e-tîcaretê Jindong, ragihand ku wê îsal fîloya kuryeyê robot derxin 100î û li paytext Pekîn, li bajarê Şiana eyaleta Şaanşi, li bajarê Hangcouya eyaleta Cıciang têxin rewacê.

AA

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *