Konê Reş û Pirtûkek Li Dor Kurdên Êzidî li Sûriyê

Êzidî; Kurdên herî kevnar in.. Ta roja îro bi ziman, Irf û adetên xwe kurdewariyeke herî resen dimeşînin. Nimêj, îbadet û duayên wan bi zimanê kurdî ye. Di baweriya min de ta ku ola wan a Êzîdiyetiyê hebe, wê zimanê kurdî hebe. Parastina vê olê, parastina kurdewariya resene..

 

Kurdên Êzidî di dewleta Sûriyê (Rojavayî Kurdistanê) de li du parêzgehan jiyana xwe derbas dikin; Parêzgeha Helebê (Çiyayê Kurmênc: Efrînê); deşta Cûmê, quntara çiyayê Kurdaxê û derdora çiyayê Lêlûnê (Seman), bi cî û war dibin û jiyana xwe ji sedê salan ve lê derbas dikin. Û parêzgeha Hesekê (Cizîrê); Beriya Mêrdînê û Sinceqa Xelef Axa. Ev parêzgeha ku li çar deverên wê Kurdên Êzidî dijîn; Devera Tirbespiyê, devera Amûdê, devera Serê Kaniyê û devera Hesekê. Ango li Beriya Xelef Axa (Deşta Dasika), Beriya Mêrdînê û Beriya Wêranşarê. Eva dawî, li rojavayî Serê Kaniyê bi dor 30 km dikeve û Kurdên Êzidî lê hene.

Konê Reş di vê geşt, lêkolîn û xepartinê de, li van deverên Êzidiyan geriyaye, dîdar û çavpêketin bi kalemêr û rîhspiyên wan re kiriye, wiha jî bi yên Kurdên misilman re, ta ku karîbû vê pirtûka xwe berhev bikim.. Digel ku wî dawiya pirtûkê bi strana Derwêşê Evdî xemilandiye.. Ev strana ku mamoste Perwîz Cîhanî ji zardevê dengbêjê Wanê Ehmedê Zeynal girtiye.

Pirtûk ji 106 rûpelên nîv A4 pêk tê, bi çapek taybet li Qamişlo hatiye çap û belavkirin. Mirov dikare vê pirtûkê û tev pirtûkên Konê Reş yên din ji van pirtûkfiroşên li Qamişlo bixwaze: Enwar, Cewahirî, Rawî û Mîrav.

Konê Reş dibêje; bi min xweş e ku di roja çarşemê de beyana weşana vê pirtûka min di mediya Kurdî de belav bibe..! Çiko Çarşem, rojek pîroz e li cem Kurdan û bi taybetî li cem Kurdên Êzidî..

Qamişlo, 05/07/2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply