Li kaniya hêsran
Rêzikên germa evînê
Bi helbesta dilan diherike
Ku ji helwesta xwe rik e
Helwesta evîna agirîn
Ji hêsrên Ûsivê Ken’anî
Diherike ev kanî
Bi hestên ji dil barîn
Ar û agirîn
Dil û evîn
Wekî her nivîsê
Tunebûnê re diherike
Ji midad û pênûsê
Wundabûnê re dihêle
Midadên şûr û mir
Li xaka mirinê
Dimir û ditemir
Dil û evîn
Dijminê dostaniya hev in
Kurmê wan ji wan
Ku xwe bigihînin
Dikojin
–Dikujin
—-Û difetisînin
Ji darê kurmê wan
Li kaniya evîn û evîndaran
Bi rêka serwa û paşserwan
Dike gilî û gazin
Dil û evîn
Mustafa Rêzan
07.06.2017 Amed
Gotara berê: Piştî 13 salan Îranê sansûra li ser romana nivîskarê kurd rakir
Gotara piştî: Çend mînakên ji Weşanên Do
Gotarên Têkildar
Şervanê Azadîyê Nelson Mandela
Dîwanên Cegerxwînî Hatin Dîjîtalîzekirin

