Yan Ziman Yan Goristan

Çi civateke li jiyanê ku ne xwediyê ziman, çand, tore, dirok û warekî be, ew civat goristaneke bê kêlik e.

Lê belê eger ew civat xwediyê ziman, çand, tore û dirokekê be, lê wan bi kar nayne û warê xwe jî naparêze, ew civat goristaneke bi kêlik e.

Lê eger ew civat çanda xwe binase, li gor toreya bav û kalên xwe bilipike, diroka xwe bizanibe, bi zimanê xwe bipeyive û xwedîtî jî li warê xwe bike, hingê ew civat gulistaneke şên e.

Îcar eger di nava wê gulistana şên de ziman, çand û toreyên cuda jî hebin, hingê ew gulistan dibe gulistaneke pirdeng û pirreng.

Ha ew jiyan, xweşiya ku ji xwedanê suruştê wek diyarî bexşendeyê mirovan bûye, bi xwe ye.

About Rêvebir

Check Also

EŞÎRA CELALÎ YAN JÎ CELALÎYAN

Eşîra Celalî : Yek ji eşîrên kurd ên herî mezin û kevnar e, ku bi …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *