Çîroka Zembîlfiroş

Çîroka Zembîlfiroş û deqeke nebelavkirî ji Beyta we: Min ve care nivîsareke li ser Çîroka Zembîlfiroş’e, ji pîten aramî veguhast ser pîten latînî û “maliken li ser çîroke û deqa nebela ve çîroke ne te de”, li hin cihan min destkarî di rastnivîsiya ve babete de kir.

Ev nivîsar, a berrez Şemo Qasim e û di jimareya 23’e ya kovara Lalişe de hatiye belavkirin.

Kovara Laliş’e kovareke kulturî ye û ji aliye Bingehe Laliş’e bi zimanen kurdî(kurmanciya bi pîten latînî û aramî) û erebe li herema Kurdistane te derxistin û di jimareya 28’e ya 2008’an a kovare de çend gotaren bi zimane îngîlîzî jî hatin belavkirin.

Çîroka Zembîlfiroş û deqeke nebelavkirî ji beyta we

Şemo Qasim Dinayî

Li ba piraniya milletan efsane û mîtolocî hene. Gelek cara serhatî û çîrok hatine veguhastin di nav milletan da û bûne renişandan û mefa û kare başiye di nav civake da. Me kurda jî gelek serhatî û çîrok û efsane hene û di nav civake me da ten gotin û veguhastin.

Yek ji wan çîroka, Çîroka Zembîlfiroş e.Aya Zembîlfiroş kî ye û mebest ji ve çîrok e çî ye? Û çima weha biha bûye heta hatiye vehandin bi şewe beyten hozanî û bi çendîn zarava li Kurdistane hatiye gotin? Û nuha ev beyt bi se zarava ye û li ber deste min e.Yek bi zarave soranî û ji Mamosta Mela Ehmede Kure Mela Mewludî Şinwî hatiye wergirtin û ya duyem bi zarave badînî ji Mamosta Şex Beşîr Efendî kure Şex Mehmede Sahirî wergirtiye û ev herdû deqe Mamosta Gîw Mukriyanî kiriye pirtûk bi nave Zembîlfiroş derexistiye û li sala 1967 hatiye çapkirin. Û ev serhatiye hunermende kurd Mirad Xane Bayezîdî bi helbest û awayekî ciwan vehandiye û danaye.Li dorûbere sala 1190 koçî beramber 1785 zayînî ji zardeve derweşa wergirtiye û Şex Beşîr Efendî kure Şex Mihemed Tahirî ev helbeste peşkeşî Gîw Mukriyanî kirye,piştî ji binemala Mirad Xane Beyazîdî wergirtiye.

Dema ku mirov van herdû deqan dixwîne hizra yekbûna çîroke dike lewma Mirad Xan kurteyek kiriye zare soranî ku ji 35 beyta pek hatiye. Bele bi zare badînî jî 132 beyta pek hatiye û herdû beyta Mamosta Mirad Xane Beyazîdî kiriye beyten hozanî.

Her dîsan me şiya deqeke din bi zarave badînî peyda bikin û bo cara yeke te belavkirin. Ben ku em ve deqe li jer binivîsin eme bi kurtî qala jiyana Zembîlfiroş bikin.

Nav û nîşan û jiyana Zembîlfiroş:

Nave wî ye dirust Mîr S’îde Kure Mîr Hesene Paşaye Diyarbekir e(1) û wekî di serhatiye wî de xuya dibe,Mîr S’îd lawekî zor şox û şeng û ciwan bû û her kesekî çave wî pe ketiba dile wî dibijiyaye û evî mîrî gelek hez ji rav û neçîre dikir û jiyana xwe bi xweşî û keyf diborand.Bele rojeke li deme vegeriyane wî ji rave li devera

Zaxoyê û li nêzîk goristanekê dît hindek mirov miriyekî bigor dikin û danîne li ser darebestekê.Îna pirsiyar kir ka eve kî ye,dît xortekî çarde salî ye û got erê ez jî dê bimirim?

Zembîlfiroş kurê mîr e Çûbû ser gorekî kûr e Bîra mirinê hate bîre.

Çû malê bi dilekî nexweş û vê rûdanê kartêkirineka li derûnê Mîr S’îdî kir û berev jiyaneka derwêşiyê û koçekiyê bir û xwe kire feqîrekî xerqepoş û dest ji xweşiya dinê berda û berev jiyaneka derwêşiyê çû û jiyana xoşkandirâ bo xwe kire serbor û berev du’a û diroze û ‘îbadetê çû, weku di vê sebaqa qewlê axiretê de xuya dibe(2):

Feqîra êk çêkir

Çû ji xoşî û lefzetêt dinê kir

Ev dunya hêla û bereb axretê kir

Her dîsan di beyta Zembîlfiroş da xuya dibe, demê dibêje(3):

Go derkeve tu neyê pêş ..here li dinê bibe deı^ş Nehêle qet rojî û nivêj bibe feqîrek xerqepoş

Lewma Mîr S’îd jiyana xwe guhart û xerqê feqîra kire ber xwe û jiyana mîrîtiyê ji xwe dûr kir û bajarê Diyarbekir bi cî hişt û berev bajarê Mêrdînê çû li maleka veder jiyana xwe û xêzana xwe bi rê ve bir û di wî kulkî da qemîş dîna û selk û zembîl çêdikirin û li bazarê difrotin û bi behayê wan nan bo xêzana xwe dikirî. Dibêje:

Li riya Xwedê dê bim ‘evdal Selka dê gêrim mal bi mal Da bixo bikem rizqek helal Pê bijînim jin û mindal (4)

Rojekê li demê geran da selka li nav mala çavê mîrekekê bi Zembîlfiroş ket û dilê wê ne dilekî ketê belku bi hezar dila keftê û deng li xudama xwe kir da wî Zembîlfiroşî bînine cem wê û demê gehiştine qesra wê dergeh lê girt. Belê Zembîlfiroş mirovekî Xwedênas û derwêş bû û xwe dûrî xatunê kir û naçar bû xwe di ser banê qesrê re avêt. Belê çu lê nehat. Xatunê neşiya Zembîlfiroşî ji bîr bike û xulam û xudam berdane nav bajarî heta bi ser mala wî hilbûn.Îna xatunê qesta mala wî kir û hevjîna wî qaîl kir ku cilkên xwe pêk bigihurin da digel Zembîlfiroşî bijît. Belê nikarî armanca xwe bi cih bîne.

Evên li xwarê çend beyt in wek hevpeyvîn di nava Zembîlfiroş û xatunê de:

Xatûn dibê hey lawikê ciwan Dilê min qet naçit selkan Min ji te divêt keyf û seyran

Zembîlfiroş got:

Hey xatunê xoş hermetê Agirê Xwedê bi canê te ketê Ma ne qiyamet ya li dû me di tê Ez lew nakem vê suhbetê

Piştî Zembîlfiroş ev dîmene dîtî careka din ew bajêr bi cî hişt û vegeriya Diyarbekir û piştî çend sala babê wî mir û ew bû Mîrê Diyarbekir û li ser textê paşayê rûnişt. Belê bi roj hikimdarî digêra û bi şev selk çêdikirin û bi huhayê wan nan bo zarokên xwe dikirî bi keda xwe ya helal.

Li dumahiyê mebest ji vê çîrokî û serhatiyê ew e ku mirov ‘edaletê bi kar bîne û zulmê neket û hizra jiyana xwe bike li dunya û axretê û aqlê xwe li ser nefsa xwe zal bike.

Eve hûn ew deqê nebelavkirî ji beyta Zembîlfiroşî ku serhatiya wî hate gêran û li ser zarê husta Cemo Mecêwrê Xetarê (Xaterê gund e) hatiye veguhastin û wî ji hustayê xwe wergirtiye.

 

Beyta Zembîlfiroş

Ey meclisa pir zewq û xoşî Guh bidene suhbetek xoşî Dikeyn behse Zembîlfroş

**

Yadîl were… yadîl were Hinciye bi te înit bawere Neşf’et le ye ne mehdere

**

Yadîl were… carek bicoş Came dila şerbet ‘inoş Dil îqîna Zembîlfiroş

**

Zembîlfiroş lawke rewale We çedket zembîlet male Şeve û roje axret xeyale

**

Zembîlfroş zembîla tîne Kolan kolan digerîne Xatûn li ser bane dimeyzîne Qelpe dile we diqetîne

**

Xatûne mifte lakir

Çû hindir û sur li ceriye eşkera kir

Go vî derweşî qelb û dile min cuda kir

**

Çi xatûneka bi xelî û sipîçare Ewe ceriya xo dihinare Da wî derweşî bînite bale

**

Çî ceriyeka bi qulp û bende Go ya derweş mîr we te dixwende We bide selka te zor behamende

**

Zembîlfroş dibe bila we bî Ceriye tu selka ji mîr re bibe Çi Xwede qismet kirî bila ew be

**

Çî ceriyeka bi bend û wilebe Ku derweş neka çu hisebe Dîtina mîreka ne ‘ecîbe

**

Ceryaî derweş anî Dergeh da deste dergevanî Lawkî bi feniye nedizanî

***

Dergevane dergeh dadave Derweş qutbû ji ejnî gave Ewî nedizanî pîşiya wî dave

**

Xatûne got:

Zembîlfroş hey lawke biyanî Ez rastî bejme te tu pe bizanî Min tu ji muhceta dile xora anî

Zembîlfiroş got:

Xatûne ez tobedarim

Ez xudan mal û ‘eyalim

Li ber mîre mezin ez gunehkarim

**

Xatûne got:

Zembîlfiroş lawke feqîra Tu keremka li ser texte mîra Axrete tu bike ji bîra

**

Zembîlfiroş got:

Xatûne gerdan şibabe Em de çine nav ax û tirabe Tirsa min ji roja hîsabe

**

Ez nakem ve xilmete Min dil nebû bo ve fîkrete Tirsa min ji qiyamete

**

Xatûne got:

Hey Zembîlfiroş lawke mireva Keremke li nav baxçe seva Dîşlîm bike bi herdû leva **

Zembîlfiroş got:

Xatûne gerden tenike Reşkeziye te wek mare di selke We diten û diçin li qaseke **

Xatûne gerdenzere

Em her de çine nav ax û bere

Tirsa min ji roja mehşere

**

Xatûn çû û çû bi kar kir Qole zera li ber eniya xo bar kir Kalemere hefte salî dîn û har kir

**

Zembîlfiroş got:

Xatûne tuye aqil temamî Ye şirînî wek şerbeta camî Ji serî û binî tu li min heramî

**

Xatûne got:

Zembîlfiroş lawekî xase Bes bike zehmet û qase Tu ji deste min nabî xilase

**

Zembîlfiroş got:

Xatûne li sehte û gave

 

Ez da tehiyateke bigirim bi ave We nedizanî ew de çite ser banî û xo have **

Çi xatûneka sermeste Û av ji ceriye dixweste Go eze bikem li deste

**

Zembîlfiroş got:

Eve gunneheka mezine Tu ave bikey li deste mine Ew gunnehkariya her bo mine

**

Derwîşî seh kire mezele heta mezele Û ‘erdek nebû xo le veşere Derweşî da dercet sere **

Zembîlfiroş çû serbane qesre û deste xo berejer kirin:

Derwîş bere jer fikirî

Û bere jor rem û berda girî

Got yarebî tu min xilaskey ji vî agirî

**

Banga min rebî xeqîqete Min xilas bihey ji ve zehmete Yarebî bang û hawaret min ji ba te te

**

Banga min Xwede û meleke cebare Yet wekî Eyube kurma xware Yet wekî Îbrahîm û Sare

**

Yet wekî Nemrude Luqat Tenare Yet wekî Hebîbe Necare Xwindkarî je dixwast barek are mişare

Maliye gote; hey Hebîbe Necar Were binve wek her car Xwede mestire ji şah û xwindkar

**

Banga min xwediye ekî bi tine Yet wekî Nebî Nuh sefîne geran li dine Li sere çiyaye le sekinî Cudî bi tene

**

Xwede gote Cibraîl û teyre sivik Tu here ber burca kinik Zembîlfiroş dane erde tenik

**

Pe nekey çû zehmete Deme dikefte we qade Bang û hawaret wî ji ba ma te

Kelha xatûne mermer hezare Zembîlfiroş xo dihavîte xware Û tiştek je nedibû azare **

Zembîlfiroş dihate male û çu nemalbû li xeyale Maliye vera dikire şer û qel û qale Tu çuyî bi selik û tebeq û tu hatî vale

 

Eme bi çi xwey di terken van ‘iyale

**

Zembîlfiroş dibeje maliye:

Ez çûme pir fîşekala

Min ceriyayek dî pir leb û hewala

Digel xatûneka bi xelî û spîçare

**

Qesreka bi mermer hezare Bo demekî ez teda kirim hesare Û min ji ser qesre xo dihavete xware Û bi qudreta Xwede tiştek li min nedibû zirere

**

Ew maliya bi sitûmûrî

Got ya derweş hinciye li te bike zurî

Me ew sparte rebe jûrî

**

Zembîlfiroş got:

Maliye agirekî dade li here Û her wekî duhî û pere Xwede dizane bi şer û xere **

Maliye agirek dada bi kuçik Melek Cibraîle emîn hate nik Çendîn tam û tiruşk havîtine zik

**

Wexta maliye dere beroşe vekir Ma şaqis û hizra rebe xo kir Zarok komkirin dinav wan kir

Li vir beyt te birin û nezîkî deh maliken din jî mane û dest me neketin.Bi umed im rojeke ez bikarim peyda bikim.

Bele hustaye ji mi re gotî bi serhatî ev ya mayî veguhast.Digot Zembîlfiroş bar kir û qesta cihekî xewle kir li dewrûbere Merdîne û rojekî Mîre Merdîne le bûye mîvan û nas kir û vegerande Diyarbekir û bû mîre we devere.

Jederk:

  1. Çîroka Zembîlfiroş/Yadgarî Mirad Xanî Bayezîdî,Çapxaney Kurdistan/Hewler 1975
  2. Qewle Axrete
  3. Çîrokî Zembîlfiroş/r16
  4. Ji zardeve husta Cemo Mecîwre Xetare li roja 20/8/2005. Ev çîrok û beyt hatine wergirtin.Jederk: e-weje.com
  5. Nivîskar: Şemo Qasim Werger: Hallocî Lare

Derbar ziman

Check Also

Şîroveya Helbesta Ehmedê Xanî

“Ez naçim hezreta çu mîran    Ez nabim bendeyê esîran” Ehmedê Xanî Li vî dinyaye …

Leave a Reply