Herêma Kurdistanê dibe xwedî domaineke fermî

Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo hevbeşên Internêtê, dawîn qonaxa  domaina bi asta bilinda Kurdistanê bi paşnavê “‌.KRD“ radigihîne, ku hemû kes, alî û kompaniya ji bo bikaranîna Internêtê li seranserî cîhanî dikarin pêgeha elektronî yên xwe li domaina Kurdistanê tomar bikin.

Domaina fermî ya Kurdistanê bi awayekê cîhanî hatiye amadekirin, ji bo vê yekê bibe baştirîn bijarte ji bo beşdarên Kurd hatiye amadekirin û dikare pirsgirêka nebûna domain ji kesên Kurd, sazî, rêxistin û kompaniya yên têkildarên Kurdistanê çareser bike. Lewma  em dixwazin di vê derfetê de, pêgehên elektronî yên xwe li domaina Kurdistanê tomar bikin, ku giringiyeka taybetî heye.

Hîwa Efendî Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî dibêje ku di demekê de ku hejmara beşdarên Internêtê li ser asta cîhanî bi leziyeke cihê hêbetê berev zêde bûnê ye, domaina  “‌.KRD“ dibe hêsankarî jibo despêragihiştina çend milyon beşdarên Kurdên Internêtê bi rêya domaina fermî ya Kurdistanê, ku heta niha ji domainên wek  “.com“ yan “.net“  bi kar tînin.

Tomarkirin li domaina  “‌.KRD“ bi rêya van ajansan amade ye: 101Domain, DomainDiscount24, OpenProvider, Namecheap, NameISP, MarkMonitor û  SafeBrands. Ji bo zanyariyên pitir serdana vê malperê  www.dot.krd  bikin û di vê lînkê de jî  https://dot.krd/en/registrars/  dikarin pêgehên elektroniyên xwe tomar bikin.

Jêderk: Rûdaw

Etîket: domanîn, domîne, dot.krd, Kurd, Kürdistan

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Tarîtî û Ronahî

“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle