XUTBE I Weqif: Ji Xaliq Ra Hurmet û Ji Mexlûqatan Ra Dilbêşî Ye

Dîrok: 09.05.2025

Gelî Musulmana!

Dema Cenabê Pêxember û yaranê wî koçberî Medîn a Munewwer bûn çendekî şûnda tengasiya avê rûda. İcar ew bîra Rûmeyê ku çara wê tengasiyê bû destê yekî cihû da bû û wî malkambaxî jî bê pere çilkek av nedida kesî. Loma Cenabê Pêxember rabû got: “Kî vê bîrê bikirre, bixe xizmeta musulmanan da, li beheştê ewê yeka ji viyan çêtir jê ra bê dayinê.” Hz. ‘Usman gava ew mizgîniya bîhîst, çû ew bîra kirrî û ji boy Xwedê weqif kir.[1]

Gelî Musulmana!

Weqif; alîkarî û pişgiriya bi timtêla sazûmanî ye. Weqif ew e; bi vê şî’ara pêxemberî va ku difermê; خَيْرُ النَّاسِ اَنْفَعُهُمْ لِلنَّاسِ “Çêtirê însanan, yê ji wan ra zêdetir bifayde be ew e.”[2] derfetên xwe heyi bidin ber xizmeta hemû mexlûqê Xwedê. Weqif ew e; tişta bi çavê me şîrin hatî, dilê me jê hezkirî, ya destê me naçiyê bê ku çavê me li tiştkî be hema wer ji boy Xwedê bidin. Weqif ew e; ew malê Xwedê bi êretî daye me wî bigerînin zewada xwe ya axiretê ya ebedî. Weqif ew e; bi îcaba vê fermana îlahî va: لَنْ تَنَالُوا الْبِرَّ حَتّٰى تُنْفِقُوا مِمَّا تُحِبُّونَۜ “Hûn heyanî tiştê jê hezdikin rêya Xwedê da xerc nekin nagîhîjin (payeya) rindiyê.[3] ne ku bes ji tiştên zêde, belkî ji tiştên qîmetdarên hêja înfaq bê kirin, dilê sêwiyan were kêfxweşkirin, ji hewcedaran ra bibe hêlîn, ji mezlûman ra bibe hîvî, ji nexweşan ra bibe tesellî.

Gelî Musulmana!

Şaristaniya İslamê di heman demê da medeniyeta weqfan e jî. Musulman jî ew kesa ye ku wê şaristaniyê dide dewamkirin. Cenabê Pêxember di hedîskî xwe da difermê: “Malê meriv, ew mala ye ku beriya bimire rêya xêrê da daye, weqif kiriye. Malê ji warisan ra maye, ew jî ew mala ye ku rêya xêrê da xerc nekiriye û piştî mirina xwe li dûw xwe hiştiye.”[4] Bav-kalê me yên ku va gotina Cenabê Pêxember ji xwe ra gerandine şî’ar; bi xêra mizgevt û medrese û şîfaxane û aşxane û pirtûkxane û karwansera û pire û kaniyê avakirine bûne pêşengên qenciyê. Gelek eserên bixêr li dûw xwe hiştine. Milletê me yê ‘ezîz bona bibe mezherê vê mizgîniya Heq Te’ala: “Xwedê can û malê bawermendan pêş cennetê va ji wan kirîne…”[5] gava îcab kiriye di rêya dîn û welat û pîroziyên xwe da canê xwe daye, carna jî hemû malê xwe bona riza Xweda daye, xwe jê şûnva nedaye.

Gelî Musulmana!

Hemû cîhê û eserê xêran, kesê ew dane emanetê wan in, ji Xwedê ra hatine vebohtîkirin, bona xizmeta mirovan hatine pêşkêşkirin. A loma bînin wan eseran û hatiniyê wan di şûnên nelê da xerc bikin, bibin sedemê zayikirina wan; ew yeka webalkî giran e, gunehkî mezin e. Girtina derê wan ne bes bi heqê kesê ew dane ra xaîntî ye; belkî hema bi heqê hemû kesê jê fayde dibînin bi heqê wan tevan ra xaîntî ye. Ew hevokên ku dibêjin: “Kesê hatiniyê vê weqfê bi neheqî bixwun, ne li dunê ne li axiretê xweşiyê nebînin. Kesê vê weqfiyê biguherîne, le’neta Xweda û Pêxember û milyaketan û ya hemû musulmanan lê be!” di hemû qeydê weqfan da hene.

Weqif bi niyeta hurmeta ji Xaliq ra, şefqet û dilbêşiya ji mexlûqatan ra tên sazkirinê. Mixabin îro hin sazûman hene di bin sîwana navê weqfan û komelan da, bi navê alîkarî û xizmetê, ziyanên mezin didin gencîneyê giranbuhayê xelkê me, malbatê me, ciwanên me. Nexwasma bi navê perwerdehî û çand û hunerê hin çalakiyan li dar dixin, di jiyana rojena da û di mecrayên dîjîtal da mêjûyê ciwanên me jehrîdayi dikin. Hal bi hal bi angorî dînê ‘ezîzê İslamê, bi çi navî û bi kîjan armancî dibe bera bibe, çalakiyên bi şer’a Xweda ra negûncaw nayên kirin. Çalakiyên dijberî bîr û baweriya me, dîrok û nirxên me; fe’aliyetên ziyanê didin hizûr û hedara me, yekrêzî û yekgirtûya me naba werin kirinê. Kar û xebatên  fitretê xiraw dikin, malbatan ji hev belav dikin, yê ziyanê didin can û mal û şeref û rûmeta merûyan nabe werin kirinê. Nabe kes yan rêxistinek yan sazûmanek bibe sedem ku bêheyatî û xirawî û pîsîtî û îdeolojî û baweriyên bêrê di nav ciwanan da belavbin. Di bin navê mafê sewalan da bona menfe’etên şexsî nabe jiyana merûyan bê qîmet  bê dîtin.

Gelî Musulmana!

Weqif, mohrên ebediyên şaristaniya İslamê ne, mifteyên xêrê, kilîtê xirawiyê ne. Ya li me ew e; xwe bi fermana ayeta hanê bigrin:وَمَا تُقَدِّمُوا لِاَنْفُسِكُمْ مِنْ خَيْرٍ تَجِدُوهُ عِنْدَ اللّٰهِ  “…Hûn pêşda ji xwe ra çi xêrî amade bikin li dergaha Xweda dê wê bibînin[6] hê zêdetir goh bidin avakirina sazûmanê xêrê û parastina wan û hiştina wan ji nifşên paşerojê ra. Ji bîr nekin ew tiştên hûn didin ser hev û kom dikin, xêra wan na; belkî tiştên hûn rêya Xwedê da didin û ji bona riza Xwedê xerc dikin bes xêra wan dê ji we ra her bimîne.

Xêrxwazên ku keda xwe bona riza Barî xerc kirine; ji wan yên bar kirine çûne warê axiretê Xwedê wan bi rehma xwe bide şakirin; herçiyê ku sax in Xwedê xweşî û silametiya wan daîmke. Xutba xwe bi  vê agahdariya Cenabê Pêxember diqedînim: “Merû hey dibê: ‘malê mi, ha malê mi’. Ey benî Adem! Aya ji bilî ewê te xwarî û li xwe kirî yan xêra kirî pêva malkî te yê din heye?[7]

[1] Tirmizî, Menaqib, 18; Nesaî, Ehbas, 4.

[2] Qûda’î, Mûsnedû’ş-Şîhab, I, 365.

[3] Alê ‘İmran, 3/92.

[4] Bûxarî, Rîqaq, 12.

[5] Tewbe, 9/111.

[6] Mûzzemmîl, 73/20.

[7] Mûslîm, Zuhd, 3.

Mella ‘Ebdûsselamê Şadî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *