Xemla Nivîsê û Xemla Bûkê

Ciwanên Hêja!

Xemla nivîsê her wekî xemla bûkê ye, dema nivîs bê xeml be, dibe mîna daweta jinebiyan. Herweha nivîs dişûfe xemla sifreya xwarinê jî. Eger sifre bi rûkûpêk hatibe sererastkirin, herweha ger çêja xwarinan jî xweş û tekûz be, meriv ji pêdiviya xwe zêdetir dixwe. Na eger ne xweş be, tenê wek pêdivî, meriv dikare bixwe. Egewr nivîs jî lihevhatî, baş, tekûz û bi rêkûpêk be, meriv dixwendina wê de naweste, lê bi vajiyê wê be, meriv nikare bixwîne.

Li hemû herêmên dinyayê, keça ku dibe bûk, bê xeml û xêlî naçe mala zavê. Bûka bê xelm dema here ba wî kesê ku pê re dizewice, heta ku sax be jî, serpêhatiya bêxemlbûnê jê re dibe derd û kul.
Bêguman nivîsa ku tê weşandin jî, eger xemla wê ne di cih de be, kes naxwîne, ji ber ku bevzê mirov li xwendina nivîsên bêxeml venabe.

Diyar e ku nivîs heta neyê weşandin, malê xwediyê xwe ye û di destên xwediyê xwe de mînaye hevîrekî; xwedî çi reng, tewr, xeml, tîp, berg û wêne bidê, ew tê de azad e. Lê dema nivîs hate weşandin, ji destên xwediyê xwe derdikeve, dikeve destên xwendevanan û dibe malê xelkê.
Êdî xelk jî azad e ka çi nirx, çi biha didê û çewa ji xwe re dihêvişîne, li gor xweşbûn û nexweşbûna naveroka nivîsê, jê re nirxekî kifş dike.

Nivîsa ku hatiye weşandin, eger li gor dilê xelkê be, yanî eger xelk xwe tê de bibîne, hertim ew nivîs tê xwendin û dubare dibe. Lê eger ne li gor dilê xelkê be, hingê xwediyê nivîsê bi destên xwe rê vedike ku xelk nirxekî xirab bidê.

Îcar nivîseke çewa xelk nirxekî baş didê?
Dema ku nivîsek tê weşandin û ji aliyê xelkê ve tê xwendin, her kes li gor dilê xwe puwanekî dide wê nivîsê. Bêguman eger xwendevan xwe di wê nivîsê de bibîne, çanda xwe, toreya xwe, folklora xwe, hest û vîna xwe bibîne, kêfeke zêde ji nivîsê re nîşan dide. Lê eger rewş bi vajiyê vê be, xwendevan xwendina nivîsê nîvco dihêle û êdî careke din berê xwe nade wê nivîsê.

Nivîsa ku xelk xwe tê de dibîne, kêm-zêde divê weha be:
1- Nivîs bi hevokên kurt û peyvên zelal hatibe nivîsandin.
2- Hevoksaziya nivîsê divê sererast be.
3- Naveroka nivîsê ji xwendevanî re balkêş be.
4- Di nivîsê de meselok û leqemokên çanda neteweyê xwendevanî hatibin bikaranîn.

Weke mînak: Dema meriv di nivîsa xwe de diyalogek di navbera du kesan de ava dike, mesela zilamek diçe mala dostekî xwe, dema dikeve xênî dost dibêje: ”Xacirgatekî bavêjin ber lingê wî.” Îcar ev gotina xacirgat, wateyeke wê ya pir kûr heye… Yan dibêje: Gelo teyran te anî, guran te anî?..

Jiwe diyar e ev peyva ku bi erebî dibêjin EDEBIYAT û kurdiya wê jî VÊJE/WÊJ e ye, wateya xwe delalî, xweşikatî, lihevhatî, rindik, tekûz û bi xem û xêlî ye. Yani wek bûkekê hatiye xemilandin.
Herweha nivîs jî jixwe di rengê sifreya xwarinê de ye. Eger ew sifre xweşik hatibe amadekirin, xwarina li serê jî rind hatine pijandin û eger xwarin ne xav, qîçek, ne xwêgeztî, yan kelî û ne jî şemixî be, diyar e ku meriv dê ji pêdiviya xwe zêdetir bixwe.

Lê mixabin di van demên dawîn de nivîsên pir bi kêm û kas têne weşandin, xasma jî li Facebokê peyv û hevokên sosret bi navê “Nivîsa Kurdî” têne weşandin. Êş û zehmetiya nivîsên wisa, wê gelek salan bidomîne.
Bi hêviya nivîsandina nivîsên bi xeml û xêlî her şad, bextewer, serfiraz, bi xemla jiyaneke rindtir bin…

(Nivîseke min di vî rengî de, roja 25/ 02/ 2014an jî hatiye weşandin.)

Zeynelabidîn Zinar

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply