Serlêdana mesajên tavilê WhatsApp, ku di bin sîwana Meta de kar dike, naha li ser navgînek nû ya ji bo lêgerînê dengî(seslî arama) dixebite.
WhatsApp , serîlêdana herî populer a peyamên tavilê ya cîhanê, bi hejmara bikarhêneran ku nêzî 2 milyar e, li pêş hevrikên xwe ye.
Serlêdana populer, ku di bin sîwana Meta (Facebook) de dixebite, niha li ser hin guhertinên sêwiranê dixebite.
WABetaInfo, ku bi eşkerekirina gelek taybetmendiyên WhatsApp ê yên di bin pêşkeftinê de tê zanîn, guhertinek sêwirana nû parve kir.
NAVBERA LÊGERÎNA DENGÎ TÊ GUHERÎN
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dema ku hûn bangek dengî bikin, êdî WhatsApp dê dîmenek cûda nîşan bide.
Ekrana lêgerîna deng, ku dê sêwiranek tevlihevtir û nûjen bîne, bi nûvekirinên pêşerojê dê li serîlêdanê were zêdekirin.
Wêne: Navbera lêgerîna dengî: Kevin / Nû
Navbera lêgerîna dengî a nû ya WhatsApp ê hîn bi rengek domdar ji bikarhêneran re nehatiye pêşkêş kirin. Sêwirana nû, ku niha di betayê de ye, dê di demek nêzîk de ji hemî bikarhêneran re peyda bibe.
Çavkanî: ensonhaber.com
Werger: Firat Bawerî